
Jînenîgarîya Burhan Hisso
Ez li bajarê Amûdê li Gundê Bîrziravê ji dayik bûme, di 10 meha Nîsanê sala 1966 an de xwendina xwe ya seretayî min li gund qedandiye û li bajarê Amûdê berdewam kiriye, piştî xwendina Diploma amadekirina mamosteyan, bûme mamosteyê zarokan. 29 salan li Rojavayî Kurdistan li bajarê Amûdê û gundewarên wî bajarî ji sala 1987 ta sala 2016 û piştî şeş salan ji şoreşa gelê Sûriyê ez ji Rojavayî Kurdistan çûm Başûrê Kurdistan û li wir salekê bûme mamosteyê zaroka .
Nuha ez li Elmanya dijîm. Di warê nivîsandinê de ji sala 1989 de ez Helbesta Kurdî dinivîsim. Min çîroka Kurdî nivîsiye. Min Helbestên Zarokan bi sedan nivîsîne. Min çîrokên zarokan pir nivîsîne. Min helbestên Kurdî bi sedan nivîsiye.
Min pirtûkek Helbestên Hayko ji Erebî wergeradiye Kurdî, ya nivîskarê Ereb Mehmûd Al-recebî ye.
Min pirtûk çap ne kirine.
Fermo, li jêr çend helbestên nûnivîsî bixwînin!
Zemzema Xamê
Qey keç berfê ye tû?
qerqefa ber bê ye tû ?
ma kewşa salê ye tû?
lêmişta janê ye tû?
pepûkê hêvyan ez im!
Qey Xeca darê ye tû ?
pezkoya Kêl ê ye tû?
Syamed da kêr ê ye tû?
ji Sîpan tê xwarê ez im!
Ma newa nayê ye tû?
zemzema xamê ye tû?
Zîna dest Xanê ye tû?
her roj tê kujtin ez im!
Ma pela darêye tû
qey weşa rojêye tû
bermaya kalêye tû
payiza Zer mal ez im
Qey keya janêye tû
ma çenga danêye tû
na çena maçêye tû
şîrkujê maçê ez im
Qey kilê dayêye tû
genimê salêye tû
tê xwar ji darêye tû
Kapeka ber bê ez im!
Rêfêrandûma Azadiyê
Wa ji başûrê welatim
didî der roka azadî
xwîna pîroz nayê rêtin
doza Berzanî û Qadî
kela setemê ruxandin
hildidin ala ya dadî
Ro û Heyva şevê Kurdan
hember Lal Nehro û Xandî
kaniya xewna pakrewanan
şîr didî dara azadî
sînorê dewleta Kurdan
bi xwînê xêz û pilan dî
sedê Bîst û Yek, çi nîn e
sedê Bîstan xwînê çandî
ber û fêkyê dara dozê
miletê Kurd zû ve çandî
sed pîroz û bimbarek be
ala pîroz va ezman dî.
qelenê xwîna pêşmergan
rêfêrandûma bo azadî
şûrê sed salan di şer de
bi serket, îro kalan dî
lehya hêza dilê Kurdan
deryê bin destyê şikandî
xwîna hezar cangoriyan
aşê hebûnê gerandî
dest dujmin û setemkaran
koç û kuştin sed talan dî
ta bi xaz û cînosaydan
tune nekir gelê Madî
va parek ji dil rizgar bû
wê parek her sê dî av dî
xet û xêzên Sykes-Pîcot
pêyên milet ew qetandî
pirsa her hebûna Kurdan
al hildanê bersivandî
Kesk û Sor û Zer û Sipî
ser seran û ser milan dî
sed pîroz û bimbarek be
ala pîroz va ezman dî.
qelenê xwîna pêşmergan
Rêfêrandûma bo azadî
qelenê xwîna pêşmergan
Rêfêrandûma bo azadî.
Xewna li rê
Sibeha canê nimêjan
pakrewaniya pir hêjan
kultura cama birînê
Zemzema avê ji xêzan
kaniya cihê civînê
pêta maçê Dêrindêzan
Teja pîroza silavê
keya hêvî tev de jê zan
Kevoka roj bir rewayê
Xetîra rê me,me pê zan
pênasa xewna hebûnê
dermanê em her kes jê jan
henasên axê di kêlan
dîroka kuştî ser mêzan
canê diljîna çar perçe
Gur,hirç,rovî..marê fêzan
Şêrîniya maçê diyan
Tizbiya gezo ,kelêzan
cipcipa zîv tê ji heyvê
xak da ber Kun,çemê hêzan
heja destên Dê û Bavan
hêvî û omîd tev jê zan
kultura nima birînê
agir û ax ji avê zan..!!
Jenga Dûriyê
Min dahêje
awirên vemirî
ji dûrîya te
ji kûrahiya jenîna dilekî bi tas was
min maçek kenêr î
ji qefla lêvan,ciniye
ev deribya dûrbûnê
ji te kûrtire
ez bêdest im
bê çewkan im
da li kunê sitêran bidim
û bi ser xwe û te de birijînim
xewn bi laşê min ve neman
ji rêyên beyaz,çikyan..ziwa bûn
bê daxme ne tilîkên min
rojê gurzek porê te ji nêv destên min wenda dibin
û ez û pênûs û tilîkên xwe
li hev rûdinên û mîna zarokekî dayika xwe winda kirî
em digrîn !!
Riataza