Nameyên evînî -2

Nameyên evînî -2

Xwendevanên delal, em beşa xwe a nû bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a duduyan e.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro du nameyên evînî çap dikin, ku Nura Şane amade kirine. Dibe ji wan nameyan hinek ji Nurayê ra hatibin şandin. Wê demê qîmetê wê nameyê bilind dibe, ji ber ku emê hîs bikin, ku rêvebira vê beşê ne tenê bi pênûsê nivîsîye, lê bi dil ruh û hîsan va jî.

Çawa zarê te digere,  dikarî wan tiştan bêjî?

Cana min, hormon xuya dibin, xwe didin hesandin, canê mirovan şil dibe, sor dibe, dilê mirovan zû bi zû dikute. Lê hezkirin ruhî ye, tenê ji çavan xuya dibe, ew jî tu bi xwe nabînî, kesek din dikare bibîne û texmîn bike. Mesele, dema me vedixwer, çavên te cihanek bûn, hîç artîsteke cihanê nikare wisa xwezayî be, wek ku çavên te bûn. Çavên te dikenîyan, difirîyan, avjenî dikirin, xewneke xweş didîtin û a giring jî ava çavên te rengê xwe diguhêrî û weke ku her caran stelîrîze dibû.

***

Tu zanî, gelek mêr û jin hene, ku herdu jî baş in, bi aqil in, zane ne, lê ne ji bo hev in. Gelek jin û mêr hene, bi salan ra evîna wan kêmtir dibe, ango hîsên wan sist dibin, ew hîs êdî wek berê nikarin evînê bidin xeberdan, sohbeta wan a xweş jî kêmtir dibe.
Pêwendîyên me ne tenê evînî ne. Kurmancîya me xurttir dibe, zanebûnên me di hêla edebîyetê û hunerê da xurttir dibe, em cihana dor û berê xwe ra dibine nas, em cihanê baştir nas dikin.
A min û Nura min ev bû 3 sal em di rojê da 10 siet jî bi hev ra bin, xeberdana me, evîna me, hîsên me geş û kûr in. Ev tê wê maneyê, ku em bo hev hatine vê dinyayê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *