Qaso û Mem ji Dîlokê û Stembolê: Malpera We ber dilê me ezîz e!

Qaso û Mem ji Dîlokê û Stembolê: Malpera We ber dilê me ezîz e!

Xuya ye li Bakurê welatê me karê wêjeyê ne ewqas xirab e, wek hinek ji me texmîn dikin. Em dibînin, ku helbestvanên genc digihîjin hev, şêwra xwe li hev dikin, ku çawa helbestên xwe bi nimûneyên zargotina me va bidine xemilandin û bi zimanê dayîka me raberî xwendevanan dikin.

Malpera me hewil dide helanan bide van welatparêzan, aşiqên zimanê dayîkê û me êdî çend helbestên wisa di rûpelên xwe da çap kirine. Ew jî sipasîya xwe bi van xetan ji me ra dîyar dikin: 

-Malpera ”Riataza” a ber dilê me ezîz! Di vê riya me ya helbestvaniyê ya teze de piştgiriya we hêzeke mezin dide me. Em bi we serbilind in. Em spaskarê we ne.

Fermo, helbestek ji Qaso û Mem ji Dîlokê û Stembolê. Wek ku di stiranên me da du dengbêj kilaman davêjine ber hev, li vira jî du helbestvan çarxetên xwe davêjine ber hev.

 

YARÊ BÊJE

 

Ey yarê guh nede Memo

Li vî dil î sultan î tu

Textê dil yê te ye fermo

Zîna min rûh û can î tu

(Qaso)

 

Zîn tu zanî em yê hev in

Şehsuwarê  xewnê hev in

Qaso   d’raçîne  reştevin

Ger guh bidyî  xusran î  tu

(Mem)

 

Ezgoriyê ez wek pero

Dil radixim bo te hero

Bêje Memo xwelîlsero

Wek Bekoyê Ewan î tu

(Qaso)

 

Textê dil min kir bo te lîs

Wer lê  rûne  dildara sîs

Ji davên  Qasoyê  herîs

Sund dixwum bê goman î tu

(Mem)

 

Mem daye ber fê’l û fena

Rindê ji wî re bêje na

Qaso xelat e j’Rebbena

Lew laş im ez rewan î tu

(Qaso)

 

Qaso d’rêje peyvên   qirêj

Ey   nazika    rûgelavêj

Em dildarê kevn û ji mêj

Gewram di dil  buryan î  tu

(Mem)

 

Yar bêje Mem ez gewher im

Mercan im hem zêrê zer im

Ji gotinên te re kerr im

Lew Qaso durr, arzan î tu

(Qaso)

 

Yar bê Qaso xêrnexwazo

Ez qumrî  me û tu qazo

Xemkêşê min  şibhê  bazo

Ji vîn û eşq çi zanî  tu

(Mem)

 

Bêje bazo bazde here

Bifire qet venegere

Bes in şi’rên Qaso j’me re

Pepûk ne helbestvan î tu

(Qaso)

 

Zîn bê Qaso ev çi rik e ?

Tu qalik î  Mem dendik e

Şa’irê  min  ne  hindik e

Ew  agir be , dûxan î  tu

(Mem)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev