Ew di gundê ermenîyan da wek kurd mezin bû

Ew di gundê ermenîyan da wek kurd mezin bû

Xwendevan û guhdarên hêja, wek her rojên yekşeman, vê carê jî hûnê ji rêzenivîsa “35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” derheqa jînenîgarî û berhemên nivîskar an jî helbestvanekî me da guhdarî bikin. Vê carê emê behsa jînenîgarî û du wergerên Rizganê Recevî yên ji zimanê ermenî bikin, ku gelek salan di rojnameya ”Rya teze” da kar kirîye. Bernameya me him bi cûrê nivîskî, him jî bi deng di malpera me da heye.

Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar, yek ji karmendên malpera me Têmûrê Xelîl e.

Têmûrê Xelîl derheqa Rizganê Recevî da

 

Rizganê Recevî yek ji wan ronakbîrên kurdên Ermenîstanê ye, ku welatparêzîya xwe bi kar û barên xwe va îzbat kirîye. Ew zarotîya xwe (ew sala 1952an ji diya xwe bûye) heta xortanîyê li gundekî ermenîyan da derbaz kir, lê bi kurdî mezin bû. Ji ber wê jî, gava piştî temamkirina dibistana gund ya navîn bihîst ku li Ûnîversîtêta Yêrêvanê di fakûlteya Rohilatzanîyê da beşa Kurdzanîyê vebûye, bêy dudilî berê xwe da paytextê Ermenîstanê û bû xwendkarê Ûnîversîtêtê. Piştî xwendinê di rojnama „Rya teze“ da derbazî ser kar bû. Ji ber ku ew zmanê farizî hema bêje wek kurdî zanibû, piştî çend salan çû Îranê, bû wergervan û 4 salan li wir kar kir. Paşê dîsa vegerîya redaksyona „Rya teze“ û heta îro jî li wir kar dike wek sêkrêtarê rojnamê.

Welatparêzîya wî di wî karî da jî xuya dibe, ku dema rojnama kurdî ya 70 salan ji bin bandûra dewletê derket û bû rojnama serbixwe, rewşa wê ya aborî yekcar xirab bû. Gelek xebatkarên rojnamê dest ji karê xwe kişandin, lê Rizgan ma û niha bi meaşê di mehê da weke 20 dolar maye û kar dike. Bi gotinan hêsa ye merî bêje, lê ew bi xanima xwe ra tevayî sê zarokên gihîştî xwey dikin û bi kurdî mezin dikin. Bi wî karî ra tevayî ew di Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanê da dersên farizî dide xwendkarên fakultêya Rohilatzanîyê.

Niha jî Rizgan dersên zimanê kurdî dide xwendekarên biyanî li Zanîngeha Moskvayê. (derheqa vê yekê da li vir mêze bikin: http://krd.riataza.com/2017/01/16/rusi-feri-zimane-kurdi-dibin/).

Rizgan endamê Yekîtîya Rojnamevanên Ermenîstanê ye. Di nav gelek salan da ew di nav karê wergerê da bûye hoste. 

Li jêr em berhemeke nivîskarê ermenîyan yê bi nav û deng H. Tûmanyan û berhemeke nivîskarê ermenîyan A. Aharonyan çap dikin, ku Rizgan bi hostatî wergerandine kurdî û em hêvîdar in, ku hûn dikarin ji wan berheman hunurê Rizgan bihesin.

Şivanê çiya

Hovhannes Tûmanyan

Hey gidî çiyano… bilindcîno û sîngbelekno, hûn cî û meskenên bayên nerm û hênik, gulên bînxweş, avî û qeşaya ziyaretî, kanîyên sar yên avilheyatî, ewrên reş yên giran, birûskên agirî, tavîyên baranê… Hûn nêzîkî Xwedê, siteyrkan û hîvê ne, hûn şuret û sura erşên ezmîn in, hey gidî çiyayên mezin û kubar…

Û ji benîademan kê mîna we kubaar, zor û serfinyaz e, çawa ku lawê we yê helal, lawê firtonan û leylanan, gul û birûskên we, şivanê ku we xwey kirîye û pê şabûne.

Şivanê çiya, ew nenas û dûrî zarîna jîyana dilşewat, ew dûrî kirinên nepak, reqas û sitiranên helekar e, kubar û şa ye mînanî wan kulîlkên we yên beyanî.

Lê kulîlkên we yên beyanî jî bi bîn û buxsa xwe va dikevine bin lingên giran û ne rind, diherimin û dibine herî.

X X X

Bajêr da, li heyata avayîkî bilind da xortekî bejinbilndî dest û pê li bilûra xwe dixist û direqisî. Kincên pircûre yên gincirî lê bûn, kolozekî kurda yê giran jî li sêrî bû.

Dengê bilûra wî ya şivantîyê xweş bû, miqamên reqasê yên eşq bû, reqas jî teqil bû, tenê çavên wî yên reş û agirbar melûl bûn, ku hey li jor dinihêrîn. Ewana hey li jor dinihêrîn, qey dixwestin bidîtana ka kes di heywangehan da heye, yan na: dinihêrîn, lê reca ne dikirin…

Dêmê wî yê mêranî jî melûl bû, ku bi pozê teyran û lêvên qalim va berbiçav diket. Û ew bi xwe nîgareke melûlî ya beyanî bû, lê li bilûra xwe dixist û direqisî. Gincirên kincên wî yên pizirî wextê reqasê li teşkên wî yên tazî diketin û dîdemeke pêkenînê dianîne ber çavan, ku bona bejin û bala wî ya esabe û melûlîya wî ya tal bêhurmetî bû.

-Kurd, kurd… -zaran kirine gazî û neferên malê, ku teze ber sifira nên radibûn, bi dengê bilûrê ra derketine heywangehê, ku temaşa kurdê kesîb bikin.

Kurdê ruhdarbûyî kela xwe hê zêde kir, dicedand temamîya merîfeta xwe nîşanke û ecêbên cûre-cûre dikir… Û ew digihîşte meremê xwe: li jorê şa dibûn û pîrqe-pîrqa wan bû, dikeniyan.

Lê ji wana tu kes ne difikirî – ka gelo beşera reqasçî çira qe xweş nabe, çime tenê ew melûl e…

Û çi wê biketa kîsikê kurdê kesîb, eger yekî ew yek jê bipirsîya. Çend şeyî (qirûş) ji wî ra lazim bûn, hilda, pişta xwe dayê, çû.

Kete heyateke mayîn. Dîsa karê reqasa xwe dikir, gava yekî jê pirsî:

-Tu ji kîderê yî, xorto?

-Ji Sasûnê me, axa.

-Lê çira hatî?

-Ez şivan bûm, axan û tirkan gundê me wêran kirin, pezê min jî birin…

Ewî piçenga xwe vekir, ji wir dexmeya qeme dihate kivşê, kolozê xwe derxist, dexmeya serê xwe jî nîşan da, qey bi wê yekê va dixwest bigota, ku ew usa hêsa ji ber dijmin nerevîye û dîsa dexmeyên xwe nixamt, destpê kir li bilûra xwe xist û reqisî.

Gde êto Sasûn, papa? (Ew Sasûn li kîderê ye, bavo?) -Qîzikê bi rûsî jê pirsî û dest bi situyê bavê ra bir.

Êto tam, dalêko (Ew ji vir gelekî dûr e),- bavê destê xwe hejand, giva caba wê da, kire kuxte-kuxt û dîsa temaşa bilûrvanê kesîb kir, ku li jêrê, heyatê da lêpoktî dikir û direqisî.

Dengê bilûra wî û miqamê reqasê eşq bûn, reqas jî teqil bû, tenê çavên wî yên reşe bi agir melûl bûn, ku carina li jor dinihêrîn…

Û bi vî teherî şivanê çiyayên Sasûnê yê ji welêt sirgûnbûyî û pez jê talanbûyî direqisî. Gincirên kincên wî li teşkên wî yên tazî diketin û dîdemeke dilşewat disêwirandin.

 

Rizgo-Sêpo

Avêtîs Aharonyan

Mîna îro tê bîra min, ez kurekî biçûk bûm, pênc-şeş salî.

Rojeke baharê ji çiyayên me kurdek hate gundê me. Weke çiyakî bû, bilind û bi hedem, ejdehekî bîlekdirêj, pêsîrvekirî, sîngpirç bû, yekî zerînî bi çevên kûr û hûr, yekî nerehet bû, mînanî teyrekî bêvilkêr û bi fincên fire. Weke ziyakî bû, ebayekî rîsî zer lê bû, kulavê şivantîyê li navmilê bû, çarix di lingan da, sêrî şer-koloz bû, mêrekî bîstûpênc-sî salî bû, navê wî Rizgo. Hat û di orta gund da sekinî.

Hilbet, şivan bû, çimkî ewî bilûra kurdî ya bi nav û deng di ber kulavê şivantîyê ra kiribû û çomaxekî xarî mezin di dêst da bû, ku li kê xista, ji cî ranedibû…

Rizgo yekî ha bû.

Di orta gund da sekinî û pirs kir, çika gelo gund hewcê gavên nîne? Hema usa pirsî, wek ku gotina xwe di hewê da avît, kê dixweze bira seke.

Şivan lazim nîbû, gavan lazim bû û garana gund dane wî. Û awa Rizgo bû gavanê gundê me. Eva yeka tiştekî usa sade bû, ku paşî çend rojan Rizgo lap ji bîr kirin. Teyê bigota ew hema di gundê me da hatibû dinê û gavan e.

Sibê zû, berî derketina royê ew di nava gund da tîk dibû, hevan bi piştê va girêdayî, bilûra xwe hildida û miqamekî dirêj lê dixist, hetanî ku heywên dikire fişîn û ji tewlan difilitîn, gamêş hêdî-hêdî û bi dêmê çopir û çevên mirûz va, medek fesal û bi gavên zexm va, çêlek bi hemdî xwe, nogin sivik û nes, box hare-har û golikên nes yên pozkin bi poçikên xwe yên reqbûyî va lezo-bezo û wa temam pey hev û li rex hev hevdu def didan, hev bîn dikirin, sitirû û poçikên xwe li hev dixistin, kom bi kom dihatin, dikirine fişe-fiş, dikirine bore-bor, rêz dibûn û ber çevên Rizgo yên çopir ra derbaz dibûn, qasekê guh didane dengê bilûra wî û paşê tevî garana gewr dibûn û dimeşîyan.

Ew neferên mala Rizgo bûn û ewî bi hewas temaşa wan dikir.

Dengê bilûrê diseqirî.

Ho, ho, ho, ho…

Dengê Rizgoyî zîz nişkê va li wan tesele dibû û garana gewr a bêserobin berbi çolê rêz dibû. Di nava deqîqekê da toza ji hezaran siman dibû ewr û dûman û her tişt diniximand, û Rizgo di nava wî ewrî da unda dibû.

Û her sibe bi vî teherî.

Êvaran bi temamî di nava toza zer da undabûyî dîsa ho-ho dikir, garan vedigerand, paşê mal bi mal digeriya, pê çomax li dêrî dixist, dikire gazî:

-Nan bînin, nan…

Her malekê nanek didayê, ewî dikire hevanê milê xwe û derbazî mala mayîn dibû.

Denê şevê Rizgo li kîderê ra digihîşt, li wir jî serê xwe datanî. Roj zanibû, li hewayê dinihêrî – gurze gîha datanî li ber serê xwe, kulavê şivantîyê davîte ser xwe, rojê li ser xanîyekî, ber tendûrekê û di hewşekê da radiza. Li ku radiza, nanê berevkirî jî li wir dihîşt. Hela di ser da jî şuxulê wê malê dikir. Ev bû menî, ku Rizgo mêvanê her malekê yê hizkirî bû. Ew ewledê gund bû, gund jî gundê wî bû. Qazanca wî hebûya-tunebûya, pê zike nan ebûra xwe dikir. Êvarê xarineke germ, şebeqê jî nanê hevana piştê bidanayê – besî wî bû.

Rizgo kî bû, çima hatibû, merivê kî alî bû, ji kîjan çiya û banîyan bû – kesekî ne dipirsî. Rizgo bi xwe qet xeber ne dida. Di gund da hebûn an tunebûna wî tu kesî texmîn ne dikir, yan jî diha rast, ew jî benî adem bû, ew pareke heywên bû, bi xwe jî wek heywanan bû – bê zar û zman, milûk û bi qedera ne eyan.

Bona gundîyan jînenîgarîya wî tenê du gotin bûn: “Kurdê çiya”.

Meriv digot qey rojekê di newalekê da çiyê firk dabû, qeya leqîyabû û Rizgoyê ejdeha hema ha, bi zendên mezin û navmilfire, kulavê şivantîyê lê, çomax dêst da, koloz li sêrî, bilûr li pêsîrê va dardakirî hatibû dinya ronik û bi xwe jî nizanibû ji bo çi.

Kurdekî çiyê bû, ji çiyê xuliqî bû, hema xût bona xweykirina garana gundê me.

Beşera Rizgo qet xweş nedibû, ken ber lêvan ne diket, ser dêmê wî ne hêrs, ne xeyd, ne jî eşq hebû, kerr û lal bû mîna tebîyetê û bêxem wek zinaran.

Jîyan di dora Rizgo bi cûrê xwe hol dibû. Merivan ber xwe dida, zehmet dikişandin, qazanc dikirin, hiz dikirin, dihatine dinyayê û ji dinyayê diçûn. Xema kurdê çiyê nîbû, ewî garana xwe dibire çolê, dihate gund û teyê bigota tu tişt ne didît, xazîya xwe bi tu tiştî ne dianî, hewcê malê dinê nîbû, xênji bilûra wî, ku bi derketina rojê ra lê dixist û yek jî parî nan, ku di ber derîyan ra didanê.

Tenê li deştên dûr, gava çêlek yanê medek diza, Rizgo golika biçûk davîte ser milê xwe, dihate gund û bi teqileke başqe derê xwedî dixist. Bi nazikayîke nebînayî û bi çavên bextewar golika biçûk wek zara xwe ji ser milê xwe peya dikir, dewsa ken simêlên wî diricifîn û ewî çend gotinên xwe yên bimbarekîyê digotin.

-Yek bibe hezarî, xatûn, yek bibe hezarî!

Û wê rojê hema di wê malê da golika tezebûyî hemêz dikir û radiza.

Rizgoyê gavanê gundê me yekî ha bû.

2.

Pêşîyê bi piste-pist, paşê jî wek tiştekî rast di gund da gilî bela bû, giva Rizgo dibe ermenî, dînê xaçparêzîyê qebûl dike…

Di gund da bû şarevar. Kulfetan li ber dîwaran dikirine piste-pist. Pîrikan digotin, giva Rizgo xewneke ecêb dîtîye, ku pêxember bi xwe hatîye xewna Rizgo, xof kirîye dilê wî û gotîyê: “Ew çawan e, tu haqas wext keda xaçparêzan dixwî û bê îman dimînî” û giva Rizgo ji tirsa ketîye erdê û xeriqîye û wexta li ser hişê xwe da hatîye, xwe bi lez gîhandîye keşîş, lava lê kirîye, ku wî bi lez bike ermenîyê xaçparêz, yanê na ditirse, ku nişkêva qencê Xwedê dîsa neyê xewna wî. Hinekan jî digotin ku giva wê şevê Aqûb pêxember bi xwe ji Masîsê peya bûye û Rizgo bi çevên xwe ew extiyarê rûdansipî dîtîye û wî hukumî ser wî kirîye ku zû bibe xaçparêz yanê na ewê bi herdu çevan kor be. Hinekan jî digot giva Rizgo şevekê li çolê ji dûr va li ser Aragasê agirê pêxember dîtîye.

Rizgo bi xwe wek hertim kerr û lal bû, her tenê çend cara dîtibûn ew çawa ji mala keşîş derdikeve.

Eyda Xatûna Ferxan bû. Êvara berî eydê di dêrê da cî û sitar tunebû û dîna temama li niqitkekê bû, li sitûna rastê, li ku mêrekî bejinbilind pişta xwe dabûyê, sekinîbû.

Rizgo bû. Bîyanîyekî bedbext, ji ronahîyê, wêneyên milyaketan, xemila texte, libasên keşîş û kilaman zûr bûbû û di nava wî halî da situxar, xwe qincilandibû ser hev, di cîyê xwe da dişewitî, xwe dida li ser vî lingî yan wî lingî û xûdana enîya xwe paqij dikir. Di dêrê da diçûn û dihatin. Pîrikan xaç derdixist, mêran li ber vê ecêbê bi xof li hev dinihêrîn. Hinekan dikirine piste-pist, zarokan bi çavên ken pê tilîyan kurdê çiya nîşanî hevdu didan, ku ji vê xiringêleyê diha ber xwe diket, xwe diqiciland û dicedand neyê kivşê û eger çare hebe, betavebe. Ew di nava vî halî da diha berbiçav diket û dibû pêkenî…

Lê, tiştekî nedîtî: kurdê çiya li dêrê bû, dêmek xewna Rizgo rast bû.

…Sibetirê, roja yekşemê, di heyata dêrê da biska Rizgo dibirîn. Temamîya gundîya hilşîyabûne wira, wek dibêjin, te derzî bavîta, nedikete erdê.

Keşîş av li serê Rizgo kir, mêron li enîya wî xist û navê wî danî Stêpanos.

Û Rizgo bû Stêpanos – ermenîyekî xaçparêz.

Wexta erefat xilaz bû, cimaet hêdî-hêdî bela bû, Tatosê Avropîs got:

-Tiştekî badîhewan e, kurdê çiya nabe ermenî.

Sado vegerîya ser, gotê:

-Hi, te dîsa destpê kir, Avropîs, çira nabe, qey kurd ne merî ye, ruhê wî tune?

-Heye, lê hema kurd kurd e, ermenî jî ermenî ye.

…-De emê binihêrin, wê ermenîyekî ji te çêtir jê derkeve.

Cimaet bela bû….

3.

Di emirê Rizgo da tu tişt nehate guhastinê. Rizgo bû Stêpanos, Stêpanos jî bû Sêpo. Rizgo-Sêpo mîna berê berbanga sibê da di nava gund da disekinî, li bilûrê dixist, dewar berev dikir û berê xwe dida çolê, êvarê vedigerîya, di malekê da serê xwe datanî, radiza. Erefata biskbirînê jî hate jibîrkirinê, gund dîsa kete tefekûrîya mal û halê xwe.

Sal derbaz bûn. Û carekê, êvareke baharê, gava di nava gund da tijî merî bûn, hakim û keşîş pey şuxul û emelên rojê ra rûniştibûn û qise dikirin. Rizgo-Sêpo tevî garanê vegeriya gund û vê carê hat nava cimaeta orta gund da sekinî.

Kurdekî kal ji çîyê hatibû, barek penîr anîbû nava gund da difirot. Sêpo nêzîkî kurdê kalemêr bû, xwe da ser çomaxê xwe û dirêj li wî dinihêrî. Û nişkêva bi dengekî zor kire qîrîn.

-Hey hû, ew tu yî, Hesoyê dijmin? Welle tu yî. Tu yî!… Xwedê tu anîyî pêşîya min, em gerekê dew û doza di orta xwe da safî bikin.

Gundîyên ecêbmayîli dora herdu dijminan berev bûn. Kurdê extîyar rabû pîya, xwe da ser çomaxê xwe, pişta xwe da dîwêr û fesala xwe nihêrî.

-Çi dew? -ewî bi hemdî xwe got.

-Te ji bîr kir? Heso, te bavê min kuşt, bavê min. Eva deh sal e ez pey te ketime, min ber destê diya xwe sond xweriye ku xûna bavê min gerekê li erdê nemîne.

-Belê, rast e, min kuşt. -Kalê bi hemdî xwe cab da û çomaxê xwe hişk di destê xwe da girt.

-Belê, rast e, erê? De were meydanê, xwe nede ber dîwêr, mîna mêran were meydanê, çomaxek di destê te da ne, yek jî di destê min da ne, yek ji me gerekê serê xwe dayne.

Sêpo, wek dibêjin, îdî tunebû, kurdê çiyê bi hêrsa xwe ya beyanî va hişyar bûbû. Ew ji hêrsan dilerizî, dikire mirîn, diçû û dihat û ji çavan agir dipekiya, mîna pilingê ku dixweze êrîş bike.- Û ewî kulavê ser milê xwe kewkî erdê kir, herdu zendên xwe yên qalim tazî kir û çomax bilind kir.

-De rabe, were meydanê, te bavê min kuştîye, min ber destê dayka xwe sond xweriye, em dijminên hev in.

Reng li kalê çûbû, ji dîwêr dûr nediket û li cimaetê dinihêrî.

-Ez kal im, tu genc î.

-Derba pêşin ya te ye, tu lêxe. Hi, ditirsî, keftarê nemerd?!

Û Rizgo ji hêrsan bi temamîya bedena xwe va dilerizî, dilikê wî lêdixist, diçû û dihat, çomaxê xwe dibir û dianî.

Gundîyên ecêbmayî temaşa wî şerê bêwijdan dikirin. Tu kesekî xeber nedida, temam kerr bûn, tenê dengê Rizgo û hilke-hilka wî dihat.

-De were, mîna egîtan were meydanê, hesab yek e, tu ji destê min xilaz nabî.

-Sêpo, lawo, çi qewimîye?

Keşîş bû.

-Xûndarê xûna edê min e, bavo can, gerekê cabê bide.

-Sêpo, kurê min, ew li ber te ne xûndar e.

-Pî, ewî bavê min kuştîye, bavê min.

-Ew bavê Rizgo bû, tu niha Sêpo yî, îdî Rizgo nînî, tu gerekê xûnê nerêjî, tu ermenîyê xaçparêz î.

Sêpo di cî da bû risas, çavên wî tije xûn bûn û bi awayekî guneh li merivên berevbûyî dinihêrî.

-Têrtêr (bi ermenî – keşîş) can, destê te radimûsim, ez Sêpo me, baş, ermenîyê xaçparêz im, baş, ev dêr li ser şade, Xwedê li ser şade, evî mêrikî bavê min kuştîye, min ber diya xwe ad-qirar kirîye, diya minê di gorê da nifira li min bike.

-Nifirên kurdan nagihîje ermenîyê xaçparêz, ermenîyê xaçparêz gerekê bibaxşîne, Încîl usa dibêje.

-Dêmek, ev dijminê min sax û silamet bihêle, here?

-Belê, gerekê sax-silamet bihêle û here.

-Rebê minê çi bigota?

-Rebê min jî usa dibêje. Gerekê bibaxşînî dijminê xwe, destê wî di xûnê da ne, yê te mêron kirîye, gerekê paqij bimîne, salekê-duda bijî an nejî, destê xwe di xûna wî da neke.

-Wey li min bavo, wey li min bavo,- Rizgo kire îske-îsk. -Here Heso, boy navê Xwedê, here, boy xatirê evî extîyarî, here!

Kalê barê xwe berev kir û bi lez da ser rê.

-Hi, we dît? -Tatosê Avropîs got,- kurd nabe ermenî.

-Avropîs, belkî tu li dinyayê nemînî.,- keşîş got.

-Li cîkî mayîn rastî wî bê, hesab yek e, wê wî bikuje, xwesma ku ew çêjikê guran e, têrtêr, tu bêje, ser serê gur karoz xwendin, gur got: “De zû bikin, kerîyê pêz çû”.- Tatosê ermenî got.

4.

Mîna berê, payîza wê salê bax û bostanê me dîsa rind girtibûn, diz û qaçax jî dîsa zef bûbûn… Çara me di destê dizan da tunebû. Şev tunebû, ku neketana bax û bostanê yekî. Hemû kesî xwe nikaribû şevê jî teseliya bostanê xwe bikira, ew jî paşî şuxul û emelên rojê yên giran ra.

Û paşî her dizî û talanekê ra gundî ber xwe diketin, hêrs diketin, firsend digeriyan, lê çareya wan tunebû. Aranê hedad baxê xwe bi tirîyên tezegihîştî va tenê bona wê yekê ji kokê va rakir, ku kurên wî şevê teselîya bêx nekin û zirarê nekevin. Gundî aciz û hêrsketî bûn. Û van rojên acizîya tomerî da carekê, nizanim çawa, Panosê Sovîkê ro nava nîvro dizek girt, anî. Jineke kurd bû, yên mayîn revîbûn, ew pîrik tevî kera xwe mabû.

Pîrikekê got, ku ewê baxçe talan dikir.

De, diz girtibûn, anîbûne nava gund. Gundî li hev berev bûbûn. Ew hêrsa temama, ku bi heftîyan berevî ser hev bûbû, ser vê kulfeta bedbext da hate rêtinê. Gundî ser hev ra diçûn, kê pê ra digîhand, çêr dikirê.

-Gerekê serê wê bişkênin.

-Saxesax çel bikin.

-Bi sitûnê va girêdin, bira ser piya bisekite.

-Ewa xêrnedî bavêjine golê, bira bixeniqe.

Û difikirîn çawa ji heqê wê bêne der.

Pîrik li rex kera xwe sekinîbû û li cimaeta hêrsketî dinihêrî, teyê bigota gilî qe ne derheqa qedera wê da bû.

Tatosê Avropîs hat.

-Ev xût dayka Sêpo nîbe? Hi cimaet, îdî hûn hîvîya çi ne, gazî keşîş kin, bira vê jî bike ermenî, dewsa yekî wê du ermenîyên nuh hebin, jina Sadoyê zûtirekê bimire, emê bidine Sado.

Û hîvîya qirara hazira nesekinî, nêzîk bû û pihînek li pîrê xist. Haziran çav dane vê kirina bêwijdan, ji her çar alîyan va lêxistin, pîra mehrûm îdî di nava dest û pîyan da nedihate kivşê.

-Wey ez kuştim, ez kuştim,- pîrê kire qîrîn û ket.

Û nişkêva orîneke mayîn lê tesele bû, orîneke zor.

-Û, û… min, nizam çîyê wê… Keşîş li ku ye, keşîş? Rebê minê çi bigota…?

Rizgo bû… Mîna ziyakî xwe di orta haziran ra kir, gihîşte jinika pîr, ji cî bilind kir û xwe da ber.

-Ew diz e,- ji her çar alîyan gotin,- Sêpo, ew diz e.

-Sêpo? Çi Sêpo, ez Sêpo me, yan Rizgo me? Lê xûna bavê min çawa bû. Eger ez Sêpo me, evê pîra bêxweyî çira dikujin, dizîya wê ji xûna bavê min çêtir e? Wey li min bavo!

 

Hazir di cîyê xwe da bûne risas.

-Rebê min li ku ye, axir pirseke min ji wî heye. Ez Rizgo me, yan Sêpo me? Xûna bavê min çawa bû? Baxişandin tenê bona wî ye. Rebê minê çi bigota, ay ermenîyên xaçparêz?

Hazir kerr û lal paşda vekişîyan.

Şev bû. Rizgo û pîrê di nava gund da tenê mabûn.

Tevî pîra kutayî û birîndar, kûçên tarî ra ew berbi mala keşîş diçû.

Pirseke wî hebû…

 

Xwendevan û guhdarên ezîz, ji rêzenivîsa ”35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” we vê carê guhdarîya bernameya me li ser jînenîgarî û du wergerên Rizganê Recevî yên ji zimanê ermenî kir.

Berpirsyara radyoya Riataza Bêlla Stûrkî bername bi sazbendîyê xemilandîye.

Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar, berpirsyarê malpera me Têmûrê Xelîl e.

 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *