“Di Radyoya Êrîvanê de Dengê Kurdî” çiqasî dengê Radyoya Rewanê ye?

“Di Radyoya Êrîvanê de Dengê Kurdî” çiqasî dengê Radyoya Rewanê ye?

Ev pirtûk dûrî prensîbên ilm e û ne dîrok e!

Mehmed Salih Bedirxan, Edîtorê BasNewsê yê kurmancî û tirkî

Dîrokzan û feylosofê brîtanî Michael Oakeshott bo dîrokê wiha dibêje: “Dîrok jiyannameya dîrokzana ye. Ji bilî dîrokzanan kes nikare wî karî bike ango karê tarîxê nivîsandina wê bi xwe ye.“ (M. Oakeshott, Experience and its Modes, 1933, r. 99.)

Herwiha dîrokzan û dîplomatê brîtanî Edward Hallett Carr jî bo hewla nivîsîna dîrokê wiha dibêje: “Ti kes ne mejbûr e dîrokê bixwîne û binivîse û mimkûn e kitêbên kemûkurriyên wan zêde derbare rabirdûyê de bêne nivîsîn. Lê Ew ne dîrok in. Edward Hallett Carr, What is History?, 1961 r.63.)

Teqrîben beriya bi salekê kitêbek derbarê dîroka Radyoya Rewanê de hatiyê nivîsîn û rewşenbîrên kurd behsa wê dikin. Kitêba dengvedaye ya Zerî Înanç e. Kitêb bi serenavê “Di Radyoya Êrîvanê de Dengê Kurdî /Erivan Radyosunda Kürt Sesî ” belav bûye. Kitêb di Çiriya Paşîn a 2016an de ji aliyê Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ve li Stenbolê hatiye çapkirin. Zimanê kitêbê kurdiya kurmancî û tirkî ye. Beşa tirkî 168, beşa kurdiya kurmancî jî 152 rûpel e.

Di kitêbê de 7 gotar hene. Gotara yekem a bi serenava “Radyoya Kurdî li Yêrêvanê û Bingehdanîna Wê” ji aliyê Prof. Dr. Celîlê Celîl hatiye nivîsîn. Gotara duyem a bi serenava “Bîranînên Prof. Dr. Ordîxanê Celîl” ji aliyê aliyê Prof. Dr. Ordîxanê Celîl hatiyê nivîsîn. Gotara sêyem a bi serenava “35 Sala Ber Xizmeta Dengxana Fonda Zêrîn” Cemîla Celîl e. Gotara çarem a bi serenava “Posta Sazbendiyê” ya Zîna Celîl e.

Gotara pêncem a bi serenava “Xizmetkarê Edebîyat û Çanda Kurdî yê Bi Nav û Deng: Casimê Celîl” jî ji aliyê Wezîrê Êşo ve hatiyê nivîsîn. Gotara şeşem a bi serenava “Jiyana Bi Lêgerînên Zanistiyê ve Xemilî” ji aliyê Prîskê Mihoyî hatiye nivîsîn.

Dr. Ismail Beşikçi jî gotarek bi navê “Di Radyoya Dengê Erîvanê de Dengê Kurdî” nivîsiye. Herwiha nivîskara kitêbê Zerî Înanç bi Prof. Dr. Celîlê Celîl re hevpeyvîne kiriye.

Ji bilî nivîsa Ismail Beşikçî û hevpeyvîna Zerî Înanç a bi Prof. Dr. Celîlê Celîl re kiriye gotarên din ê pirtûkê berê çap û belav bûne.

Dema xwînerê kitêbê li serenavê “Di Radyoya Êrîvanê de Dengê Kurdî” yê kitêbê dinere li hêviya jiyan, çîrok û serboriyên “dengên Radyoya Rewanê” ye lê xwe di nava keda malbata Casimê Celîla de ber radyoyê û xebata malbata ya bo tomarkirina dengên hunermandan dibîne.

Xwînerê kitêbê yên li dengên jin yê Radyoya Rewanê, Belga Qado, Sûsîka Simo, Gulîzera Etar, Zadîna Şekir, Aslîka Qadir Eznîva Reşîd dengên hozanên mêr Egîtê Têcir, Ahmedê Mirazî, Şamilê Beko, Egîdê Cimo rast nayê. Xwînerê kitêbê yê li şanonameyên Destebirak, Elenewêrek, Memê Alan digere di kitêbê de derbarê wan de çi tiştî peyda nake.

Nivîskara kitêbê di şûna serenava “Di Radyoya Êrîvanê de Dengê Kurdî” serenava “Malbata Celîlan û Radyoya Rewanê) bikaranîbûya guman tê de nîne dê keda xwe duristtir raberî xwîneran kitêba xwe bikira. Weke mînak kitêba “Kurdolojî û Malbata Celîlan / Hevpeyvîn bi Celîlê Celîl û Cemîla Celîl ra” ya akademisyen Metin Yuksel behsa xebatên malbata Celîlan dike. Yuksel bi endamên malbatê re hevpeyvîn kirine û cî daye bîranînên malbatê.

Ev pêşgotina niviskara kitêbê; “Ji destpêka sala 2014’an ku min peywendî bi mamoste Celîlê Celîl re pêk anî hetanî dawiya sala 2015’an, min hemî fikr û ramanen xwe yên li ser vê pirtûkê bi mamoste re parve kir. Min pirs jê pirsîn. Bi her hawî, bi qasî ku meriv şermî bibe, bi sebr û qerar, bi dostanî, bersiva min da. Keda wî ji bo vê pirtûkê gelek e; ji bo pirsên min ê bê dawî ji dil û can bersivên bi kitekit da û ji bo vê yekê demên dirêj xerc kir. Mamoste Celîlê Celîl hemî wêneyên di vê pirtûkê de ji arşîva xwe ji min re şand. Çiqas spasdariya wî bikim jî hindik e” û berga kitêbê wî dîmenî raberî me dike ku kitêb di bin sîber û renûmatiya Prof. Dr. Celîlê Celîl de hatiye nivîsîn.

Rexneyên Beşikçi û Têmûrê Xelîl

Nivîskar û rojnameger Têmûrê Xelîl jî derbarê vê kitêbê de gotarek belav kiriye û destnîşanî bi wê çendê kiriye ku kitêb dîroka Radyoya Rewanê raberî me nake. Belkî beşek e ji hin bîranînên malbata Celîlan a di Radyoya Rewanê de. Di beşeke gotara xwe de Têmûrê Xelîl wiha dibêje; “Di pirtûkê da Casimê Celîl weke ku damezirener, rêvebir, berpirsyarê wê radyoyê bûye hatîye raberkirin û hemû karên radyoyê bi navê wî va hatîye girêdan. Lê di esilê xwe da rastî ha ye: Dema sala 1955an ew radyo wek test-cêribandinê dest bi karê xwe kir, Casimê Celîl wek bersîvdarê -ne berpirsyar- wê testê kifş kirin. Ango, ew hela ne radyo bû, tenê di heftêyê da 4 rojan, her rojê 10 deqeyan nûçe belav dikirin û ew nûçe tenê li paytext – Rewanê dihat guhdarîkirin û nedigihîşte navçeyên Ermenîstanê jî.” Têmûrê Xelîl herwiha balê dikşîne ser wê çendê ku kemûkurtiyên kitêbê hene û kitêb tarîxa Radyoya Rewanê nabêje. Lewra pêwîstî bi rastkirina hindek zanyarî û rola şexsiyetên wê serdemê heye û gelek pirs ji nivîskara kitêbê û weşangerê kitêbê kirine.

1ê Mijdara 2017an di malpera Nerinazad de Dr. Ismail Beşikçi bi serenava ”Timure Halil hakkında” bersîva rexneyên Têmûrê Xelîl dide. Dr. Beşikçi dibêje: “Şêwaza Têmûrê Xelîl bikaraniye ne ya ilm û siyasetê ye. Peyvên wî ne yên medyayê ne. Di dema hêrîşkirinê de peyvên dûrî ehlaqê ilm û siyasetê bikaranîne. Heqaret û sivikayî weke riya afirandina zanyariyan hilbijartiyê” û tîrên rexneyan xwe bi ser Têmûrê Xelîl de wer dike. Beşikçî îddîa dike ku Têmûrê Xelîl “hesûdiya” malbata Casimê Celîl dike. Ji gotara Beşikçi xwiya dibe ku hewla bersiva pirsên Xelîl tuneye û Beşikçi xwe ji wan pirsan vedişêre.

Kitêb, gotarên wê û hevpeyvîna wê rola malbata Casimê Celîl peywendiyên wan bi hunermendên Sovyeta berê vedibêje gencîneyek e lewre rê li ber lêkolînerên kurd vedike û destê wan bo xebata kurdên Sovyetê dirêj dike. Bes bi giştî mirov dikare bêje nivîskara kitêbê û edîtorê wê pabendî rêgezên metodolojiyê nebûne û deriyê rexneyan vekirine.

Bo nivîsîna dîroka Radyoya Rewanê û dengên wê radyoyê, bîranîn, foto û belgeyên malbatekê dê rabirdûyekê bêje lê dê nebe dîrok. Belkî bo ronîkirina serdemê bibin çend tîrêj. Lê gelo dê bibe dengê Redyayo Rewanê?

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *