Hebandina Royê

Hebandina Royê

Me di 114 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane.

Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê berhema êtnografê kurdî pêşin Emînê Evdal a bi sernivîsa Hebandina royê” raberî we bikin, ku me ji pirtûka wî a zanyarî ”Bawermendîyên kurdên êzdî” ji ermenî wergerandîye kurdî.

Em dixwezin xwendevanên xwe hayadar bikin ku ev pirtûka delal hetanî niha jî çap ne bûye, lê bona çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji ermenî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 115

 

Ro him bona merivan, him jî bona heywanan û hêşinayê hêza here xurt û pêwîst e.

Êzdî ji tavê ra dibêjin Ro an jî bi erebî Şems.

Bawerîya Royê di nav êzdîyan da ewqas bingeh girtîye, ku ji wan ra digotin Miletê Şems, ango merivên ku pey Royê diçin an jî lawên Royê.

Gorî êzdîyan, bêy Melekê Taûs Ro tune û bêy Royê Melekê Taûs tune, ji ber ku Ro çavekî Melekê Taûs e, ku li dinyayê dinihêre û emir dide wê. Lema jî êzdî dibêjin: ”Çavê Melekê Taûs li te be”.

Hebandina Royê bal ermenîyan jî belavbûyî bûye: ”Ermenîyên Roperest jî hebûn… hinekan bi ermenkî digotin Roparêz, hinekan jî Lawên Royê… û Ro di kîjan alî da biçûya, berê xwe didane wî berî û dua dikirin…”[1].

Di gundê Pampa Kurdan da, li navçeya Aparanê, qebîleke êzdîyan heye, ku beşeke wan li gundên din diman. Ew qebîla Şemsikan bûn, ango qebîla Roperestan, an jî Roxuliqîyan. Pêşîyên wana ji der û dorên çemê Feratê mihacirî Entabê bûbûn, lê di dema şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê di salên 1877-1878an da ji dest zordestîya tirkan mihacirî Ermenîstana Rohilatê bûne.

Tiştekî bawerkirinê ye, ango nêzîkî aqilan e, ku evana pêşîyên êzdîyan e û derheqa vê yekê da X.Alîşan nivîsîye: ”Heta niha li der û dorên Mêsopotamîyayê dînek heye, ku tê da êlêmêntên pûtperestîyê, xaçparêzîyê û îslamê hene, lê ew ji kîjan miletî ne, ne bêlî ye”[2].

Di mîtologîya farizên kevin da Xwedayê Royê Mîtra bû. Di nav êzdîyan da jî rêçên hebandina Xwedayê Royê hene. Êzdî nûnerê dînî yê herî mezin ra mîr dibêjin. Êzdîyên Şengalê heta niha jî ji serekê dînê xwe ra mîr dibêjin. Bi wî navî eşîret û malbet hene. Binecîyên gundê Mîreka Biçûk li navçeya Aparanê hemû ji berekekê bûn û wana ji bereka xwe ra digotin ”Mala Mîra”, lê navê gund Mîrek bû. Di nav êzdîyan da navên Mîro û Mîran gelek belavbûyî ne.

Hebandina Royê bal gelek miletên cihanê heye. Hindên Amêrîkayê Ro dihebandin û bona Royê qurban didan. Gorî bawerîyên wan zarên mala qiralan gerekê dîna xwe nedana Royê, ji ber ku wê navê qiralîyê li ser wan rabûya[3].

Ev bawerî bi awayên cuda-cuda di nav êzdîyan da jî hebû, bal êzdîyan jî, ji bo nimûne, dema Ro diçû ava, zarê dernedixistine der va, lê eger ew der va bûya, gerekê li Roya tarî di ser da hatî nenihêrîya, ji ber ku ser wê bawerîyê bûn, ku ew zar wê di paşdemê da di şer da şehîd bibe.

Bi bawerîya êzdîyan desthilata Royê li ser Siteyrkan û Hîvê hebû û dema diçû ava, xwe di piş çiya xwe vedişart bona rê bide Hîvê.

Êzdî gava silav didine hev, dibêjin ”Roja te bi xêr”, gava sond dixwin, dibêjin: ”Ez bi vê Royê kim”, ”Ez bi vî Şemsî kim” û h.w.d.

Bona bigihîjine armanca xwe, êzdî wa dua dikirin:

 

”Heq Şemsê minî keremê

Tu li me bêyî rehmê

Min xilazkî ji qedê demê

Me bigihînî mirazê me”.

 

Berî duakirinê êzdî heyteholeke wa dikirin: berî ku Ro nedîr bide, ser çavên xwe can dikirin (dişûştin), ji malê derdiketin, berê xwe didane rohilatê, bi destê xwe yê rastê rîyê xwe tîmar dikirin û digotin: ”Ya Şems, tu komekê bidî me”. Kesên ku zarên wan tunebûn, hîvî ji Şems dikirin, digotin: ”Ya Şems, tu ewledekî bidî me”. Merivê belengaz û destteng ji Şems dixwest ku rewşa wî ya aborî xweş bibe, kesên nexweş cansaxî û qencbûn dixwestin.

Gava nifir li hev dikirin, digotin: ”Şems belayekê ji te ra bîne”.

Gava Ro tarî dibû, êzdîyan digotin, ku wê şer bibe.

Êzdî gava mezel dikolan, ji rohilatê dest pê dikirin, paşê ber bi roava diçûn, ango berê kesê mirî gerekê li Royê bûya. Ew yek li Şengalê (navçeya Mûsilê) jî wisa bû[4].

Yek ji kesên ruhanî bal êzdîyan dihate binavkirinê ”Şêxê Şemsan”. Ango, şêxên bawerîya wan bi Şems hebû. Ewana her sal gund-gund digerîyan û qurbana Şems berev dikirin. Çend kesên ruhanî yên ji malbeta Şêxan, ku Şemsanî ne, niha jî li gundê Camûşvana Biçûk, li navçeya Aparanê dijîn, carna kalên dîndar ew vedixwînin û qurbanên Şems didine wan.

Hebandina Royê hema bêje bal hemû miletan hebûye. Di Yûnanistana kevin da serê sibê, nîvro, firavînê, heta li civînan, berî civînan berî gişkî dua li Xwedayê Royê – Atênas û Xwedayê Ronahîyê û Bedewîyê Apolon dikirin[5].

Ro bingehê bawermendîya dînê pûtperestîyê ye. Di lêgêndên Farizistanê da, di gotinên pêşîyan da, metelokan da û janrên folklorê yên mayîn da Ro wek ruhber, wek Xweda, Xwedayê heyetîyê – Mîtra tê ber çavan, ku haya wî ji her tiştî heye, zane ku di cihanê da, di nav jîyana merivan da çi diqewime. Di gotineke pêşîyan ya îranîyan da tê gotinê: ”Ro zane, ku kesê cêribandî nikarî bicêribînî”. Fikireke wa di nav folklora kurdan da jî heye.

Bal êzdîyan Ro di bawermendîyên dînî da wek tiberk tê hebandin.

Şêxê êzdîyan bona merivan ji nexweşîyan xilaz bike, bi dareke batinî va li serê kesê nexweş dixist û digot: ”Ya Şemsê min, tu vî nexweşî xilaz bikî”. Şêx bona merivên belengaz, destteng û kesên ku dixwezin bigihîjine mirazê xwe dua dikirin û qurban didan.

Gorî lêgênda êzdîyan ya bi navê ”Roj û Hîv” Ro keçikeke kezî û rindik bûye, lê Hîv xortekî tûre bûye. Ew xort rojekê ji nav baxçe ra derbaz dibe û dibîne, ku keçikek li ser çiqilê darê rûniştîye û digirî. Xort nêzîkî wê dibe, jê dipirse:

-Tu çima digirî?

-Min bêrîya te kirîye, tu çima her ro nayêyî bal min,- keçik dibêje û ji hêrsan destê xwe yê rastê dixe nava herîyê, derdixe û sîlekê li sûretê xort dixe. Lema jî li ser rûyê Hîvê xet û xal hene, ew wek Royê ronayî nîne, şewqê nade.

Fikirên ha yên derheqa Royê da bal gelê gûrîyan jî heye û gorî wan Ro piştovanê merivê mirî ye.

Di qewileke êzdîyan da derheqa heyetîya Şems da ha tê gotinê:

 

Şemseddînê li ezmanan

Ew tunîne xan û mane

Ew digere hemû cîyane

Ew dîyar e li hemû cîyan e

Komekdara dilqê merivan e.

 

Wek em dibînin, di qewilan da Ro bûye Xweda, hêza wî hema bêje weke hêza Melekê Taûs e.

Ango, bal êzdîyan Şems di nav hemû Xwedayan da piştî Melekê Taûs yê herî bi hêz, bedew e, ew ji cihanê ra bextewarî, dildarî, ronahîyê tîne, ew sîmvola hebûnê, bextîyarîyê û şabûnê ye.

Di nav bawermendîyên êzdîyan yên dînî da Ro ser her tiştî ra ne. Heytehol û qurbandayînên bi Royê ra girêdayî ber ocaxa Şêxên Şemsan dihate kirinê.

Di bawermendîyên êzdîyan da Ro û Hîv carna bi dilqê merivan va xuya dibin. Gorî êzdîyên navçeya Talînê, komara Ermenîstanê, ew xûşk û bira ne. Gorî kurdên Laçînê, Ro husulcemalek e, ku bi pencên xwe va merivan dike nava heyecanekê. Hîv mêr e, mêrê Royê ye, lema jî rûyê wî wisa bi mirûz e û li ser xet û xal hene[6]. Bal ermenîyên Cavaxkê derheqa Royê û Hîvê da lêgêndeke wa heye: ”Ro keç e, Hîv xort e, gava rastî hev tên, Hîv xwe winda dike û tarî di se da tê”[7].

Di bawermendîyên êzdîyan da ne tenê meriv, lê herwiha ruhên merivên mirî jî hewcê duayên wî bûn. Di dema rasthatin û silavdayînê da gotinên ku zêde dihatine bikaranînê, ev bûn: ”Rehma Şems li ruhê dê û bavê te be”. Ewana wisa bawer dikirin, ku piştî mirinê jî bawerîya bi Şems gerekê di ruhê kesê mirî da bijîta.

Bawerîyeke wisa bal gûrîyan hebû. Roya ku diçe ava, demekê şewqê dide ser çiya û banîyan. Ji wê Royê ra gûrîyan digot ”Roya rehmetlêbûyîyan”[8].

Bi bawerîya êzdîyan Şems di nav erş û ezmanan da bi faytona hespan va digerîya. Bawerîyeke wisa bal gelek miletên Rohilatê heye.

Li Farizistanê hespên wan faytonan ra digotin ”Hespên Royê”.

Di bawermendîyên ermenîyan da Ro xwedîyê faytona bi çar hespan bû[9].

Wek em dibînin, di nav bawermendîyên ermenî û farizên kevinare da, bal kurdan û gelek miletên mayîn Ro bûye Xwedê û ev yek di mîtologîya kurdan da cî girtîye.

Riataza

[1] X.Alîşan. Bawermendîyên ermenîyên kevnare an jî dine ermenîyan yê pûtperestîyê. Vênêtîk, 1910, rûpel 85.

[2] X.Alîşan, di eynî berhemê da, sal 1910, rûpel 104.

[3] D.Frêzêr. Berevoka nivîsan, çapa 4an, rûpel 126.

[4] Y.S.Karsêv. Berevoka nivîsan, rûpel 27.

[5] Îstorîya rêlîgîî (Dîroka dîn, bi rûsî). Moskva, 1909, rûpel 53.

[6] G.F.Çûrsîn. Azêrbaydjanskie kurdi (Kurdên Azirbêcanê, bi rûsî) – Malûmatnameya Înstîtûta Kavkazê ya Dîrokî-arkêologîyê,- Tîflîs, 1925, cild 3, rûpel 15.

[7] Y.Lalayan. Cavaxk. Akadêmîya Zanyarî ya Ermenîstanê. Kitêb D, Tîflîs, sal 1897.

[8] T.Mamaladzê. Erf-edet û bawerîyên gûrîyan. Berevoka nivîsan bona dîdemkirina war û cîyan û eşîretên Kavkazê. Çapa 17an, beş 2, Tîflîs, sal 1893, rûpel 115.

[9] H.Mnasakanyan. Rêçên bawermendîyên Roperestîyê di Ermenîêstanê da, gorî heykelên ji tûnc (bronz) çêkirî. Mûzêya Dîrokê ya Dewleta Ermenîstanê, cild 1, Yêrêvan, sal 1948, rûpel 85.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *