Ji nimûneyên zargotina me – 115

Ji nimûneyên zargotina me – 115

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema 115an me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend çîrok-hikyatên di wê cîwarbûyî raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

ŞA NEZER

Navê şa (şah) Nezer Xalitê newêrek bûye. Wekî ku dertê derva, jina wî şirîtekê davêje lingê wî; yan destê wî, wekî diçe, jina wî serîkî digire destê xwe, yekî dide destê wî, paşê ew diçe derva, awqas newêrek bûye.

Carekê diçe destavê, birre mêş radihêlin ser çoka wî. Ew jî destê xwe li çoka xwe dixe, heta çil-pêncî hevî dikuje.

-A, divê, xwedê mala min xiravkiro, ezî çiqasî mêrxasim, ferezî ez haj qeweta xwe tuneme.

Vedigere tê mala xwe, jina xwera gilî dike, divê:

-Tu hergav minra divêjî newêrek, min îro çil hev derbekêra kuştine.

Jina wî jî divêjêda, dibê:

-Tuyî mêrxasî, ferezî rîya xwe nizanî.

Mertalekî wî xirave hebûye, qote şûrê wî, ser mertala xwe dide nivîsandin:

 

Şa Nezer bîrî tûrûr,

Xirqî yazer.

 

Davêje milê xwe û terkeselî dinê dibe. Wextekê diçe ber derê şikeftekê rûdinî, diweste, usa jî xewra diçe. Lê nizanibûye wê şikeftêda dêw hene, lê hema wê şikeftêda heft dêw hebûn. Mal, xizinê wan dêwa gelek bûye. Dêwek ji wan dêwa dertê dibîne, merîk wêderê razaye, dinêre şûrek, mertalek milane, li ser mertal nivîsîye:

 

Şa Nezer bîrî tûrûr,

Xirqî yazer.

 

Tê divêje dêwê hevalê xwe, divê: -Gelî bira, merîk waye derê şikefta me razaye, lê zefî mêrxase, ser mertalê nivîsîye:

 

Şa Nezer bîrî tûrûr,

Xirqî yazar.

 

Her heft dêw hevra radivin, tên lê dinêrrin, rastîyê jî usane, ser mertala wî nivîsîye:

 

Şa Nezer bîrî tûrûr,

Xirqî yazar.

 

Dêw hevra divêjin: -Gelî bira, were yek me destê wî mizde, yek lingê wî, yek jî ji me dezmalê serra baweşînê bike, wekî hişyar bibe, belkî dengê xwe mera neke. Gava hişyar bû, emê xwe bavêne ser dest û pîyê wî, emê bikine birê xweyî mezin, bira usa jî bive serekbaşîyê me, heta çika çawa dive, paşê emê xwera rêkê bivînin.

Eva dewana, usa jî gilîyê wan dive yek: yek destê wî mizdide, yek lingê wî mizdide, yek jî dezmalê dike baweşîne ser wî.

Şa Nezer nişkêva cî quloz dive, dêwa dinêrre, ecêbeke giran, destê wanda tu namîne, xweva here.

Dêw dibêjin: -Şa Nezer, tu birê meyî mezin, em birê teyî piçûk.

Paşê şa Nezer dinêrre, divêje: “Hella, lê, ez haj xwe tuneme, evana ji min ditirsin”.

Dêw şa Nezer hiltînin divin alîyê odê. Wextekî li wêderê dimîne. Ew dêwana sirê-sirê xevata xwe dikin: rojê merivek kifş dikin, dara tîne ji nava mêşe, ava wana tîne. Hîzekî wana ji çermê gamêşê çirîya ava wan bûye. Eva dêwa sirê tînin wî hîzî ji kanîyê. Heyşt roj temam dive. -Gere sirya şa Nezer be, lê dêw naxazin şa Nezer bişînine avê, çawa birê wanî mezin.

Şa Nezer divê: -Gelî bira, îro dora mine, ezê herime avê.

Dêw qaîl navin. Eva jî hema diçe hîzê xweyî vala li hev dipêçe, dide pişta xwe, ancax valatî binîda diçe. Diçe ser kanîyê, weke du şelbik av dikêda, hîzê xwe pif dide, devê wî girêdide, dide pişta xwe tê, lê hema dêw ditirsin, divê: -Hema çû, êcizbe, wê bê serê me gişkî lêxe”, yekî pêşîyêda dişînin, divê: “Here piştê bigire, bîne were”.

Şa Nezer texmîn dike, dêwek ji wana hate pêşîyê. Şa Nezer şixulekî aqilî dike, çawa çev dêw dikeve, pîyava hîzê xwe ser xweda dike, giva avê dixwe: ba hîzda diçe, hîz vala dibe.

Dêw vedigerre, lez tê bal birê xwe, divê: -Gelî bira, mala we xirav be, divê, ew hîzê terrikî, dibê, em tînin, têra me heft roja heye. Tijî kir anî vira, hema pîya bi destekî ser xweda kir, vegerîya, dîsa çû avê.

Dêwê birê wanî mezin yekî dişîne, dibê: “Tu here pêşîyê, bîne were, jê bistîne, bîne were”.

Usa jî diçe, jê distîne, tîne. Têne cem hev cîkî. Dêw dibejinêda:

-Şa Nezer, tu birê meyî mezinî, gere tu nexevitî, çima em nikarin bixevitin, tu dixevitî.

Disekine wextekê, îcar sirya dara tê ser şa Nezer. Şa Nezer dîsa nav xwe dide, divê:

-Gelî bira, çima ez ji we neçêtirim, îro jî ezê herim dara, zef jî em birane.

Şirîtê hildide û diçe. Diçe, şirîtê darekîva girêdide, serîkî jî dide destê xwe, dora mêşe dipiçikîne.

Dêw dibêjin: -Gelî bira, yek herin pêşyêda, çika çima egle bû. Wexta tê dinêrre, wê şirît dora mêşe tevî pêçandîye, dixaze mêşe tevî rake, bîne. Dîsa dêw dibeze, paşda tê cem birê xwe, dibêje:

-Ocaxê we kor be, welleh, şa Nezerê serê me lêxe, mêşe tev daye ber xwe, tîne, derbekê dixaze mêşe temam rake, bîne.

Dêw lêdan çûne wêderê, go: -Bira, axir usa nîne, em hindik-hindik tînin, tu çima tevî radikî, tînî.

Şa Nezer go: -Lê çîye? Gelî bira, carekê bînin, rojê carekê çîye, em herro bên bivin.

Dêw xwe avîtêda, şirît jê stend, piştîyê xwe lê kir, anîn hatine mala xwe. Dêw ev dît, go:

-Gelî bira, gere em menîya hev bigirin, em ji hev cihê bin, belkî şa Nezer ji me dûrkeve, yan na rojekê wê me teva bikuje.

Usa jî destpêkirin dêwa.

Dû heva hev xist. Şa Nezer kete ortê, go: -Hûn çi divêjin?

Go: -Emê ji hev cihê bin.

Usa jî her heft ji hev cihê bûn; zêrrê xwe parevekirin, para şa Nezer yûmde zêde danê, tirsa xwe xurce zêrr jêra dagirtin. Dêwekî da pişta xwe, çûn mala wî, şa Nezer pêşîyê ket, bire mala xwe. Gava derda çû, zyarê wî li ber tendûrê bûn, ber hulma dêw her yekê pekyan çûn qulçekê.

Şa Nezer gote zyarê xwe, go: -Lawo, apoyê weye, go, hûn çi diçin ber şûr û qema, hûnê apê xwe bikujin?

Dêw hema tirsa xwe avît û paşda vegerîya, revî, îda pişt xwe nenihêrî, heta çû mal, birê xwera go: -Mala we xirav nebe, wekî ez nerevyama, zarê wî wê ez bikuştama, her zareke wî çû şûr, mertal bînin, minxin. Şa Nezer got: “Apê weye”, paşê ez destê wan derketim.

Xilas bû.

Got: Hesenê Ereb, ji gundê Poştê, li ser nehya Axbaranê, 36 salî, xwendî.

 

AXA NEZER

Axa Nezer merivekî usa bû, lapî newêrek bû. Newêribû cîkîda biçûya.

Rojekê jina wîya derî ser dada, nehişte bê malê, çû. De ditirsîya: axa Nezer zef ditirsîya, go: “Ez çawa bikim, wekî ez xilasbim vê tirsê”. Gelekî ber jina xwe lava kir, jina wî hîşt, xulese hate mal. Çû bazarê, jina wî kîlo goşt stend, anî hat da ber, go:

-Miqatî goşt be, heyanî ez bêm.

Mêşa girte goşt, go: -Xwedê zane, jina min bê, wê min bikuje. Jorda anî lepê xwe lê xist, anî gişt kuştin, go:

 

Menî adî Hecî Nezer,

Bîr vûrmaxa

Qirxim hezar.

 

-Navê min divê, Hecî Nezer,

Carekê lêdixim,

Dikujim hezar.

 

Jina wî dîna xwe dayê boşe, îda îdara wan nave.

Go: -Jinik, boy xwedêve, derî min veke, ez bême hundur.

Kir û nekir, jinê lê derî venekir. Rabû çû cem yê mertala çêdike, mertalçî. Şûr û mertalek xwera da girêdanê.

Ser mertalê nivîsî:

 

Navê min Hecî Nezer,

Carekê lêdixim,

Dikujim hezar.

 

Ew hemîn heye, çû terkeselî dinê bû. Tirsa ruhê xwe newêribû cîkî bisekine, çû rastî koçk-serakê hat: binîya wê koçk-serêda xasbaxçe bû. Hespê xwe tewiland, xwera raza, lê ne razayî bû, tirsa xwe telandibû.

Ew koçk-sera ya her heft bira bû, ew heft sal bû, wekî ser wan heft bira şerr bû bona xûşka wan.

Wextekê her heft bira şerr hatin, dîna xwe danê, wekî merivek wê nava xasbaxçê wanda hespê xwe tewilandîye û razaye. Birê wanî mezin gote birê xwe:

-Kuro, ca here binêrre, çika ew kîye, nav xasbaxçeyê meda.

Çû nihêrrî merivek wekî wê razaye, lê ewî hişyar bû; tirsa xwe kerr kiribû. Gede nihêrrî, birê her heft bira, wekî ser mertala wî nivîsîye.

 

Navê min Hecî Nezer,

Carekê lêdixim,

Dikujim hezar.

 

Ewî got, go: “Mala wî mêrî”. Tirsîya, birê her heft bira tirsîya, dengê xwe nekir, vegerya hate gihîşte birê xwe, go: -Ez newêrim deng bikim.

Birakî wî dinê çû, deyn lê kir; rabû ser xwe.

-Han, te xêre? tirsana zanî.

Go: -Keremke, meherin malê.

Hespa wî kişandin birine mal, ew jî birine otaxê.

Gava her heft bira lênihêrrîn, wekî ser mertala wî ew gilî nivîsîne, go: “Xwedê zane, zef mêrekî qoçaxe”.

Her heft bira hev şêwirîn, gotin:

-Îsal heft salê meye, wekî em bona vê xûşkê şerr dikin, lazime em bidine vî, wekî rojekê kêrî me bê, mêrekî qoçaxe. Go: -Em çawa bikin, bêjinêda. Gelekî jê şerm dikirin, nebû, jêra gotin: “Wekî emê xûşka xwe bidine te. Te qebûle?”.

Go: -Min qebûle.

Lê belê xwexwe zef ditirsîya. Xûşka xwe danê, bû zavê wan.

Her heft bira diçine raw û nêçîrê. Rojekê go: “Çikanê, go, em zevê xwe jî bivine nêçîrê, go:

-Hecî Nezer, gere tu sivê bêyî, em herine raw û nêçîrê.

Go: -Bira be.

Sivê rabûn, go: -De hûn herin, ezê bêm.

Ew çûn.

Jina wî jêra go: -De rave here.

-Welleh, go, e naçim, newêrim.

Jina wî jêra go: -Çawa, go, newêrî? Wêderê nevêje, birê minê te bikujin: ew diçine nêçîra hirçê.

Keçikê dîna xwe dayê boşe, naçe, rabû kincê wî xwe kir, çû dewsê. Çû, dîna xwe dayê her heft birê wêya wê hirç rakirine, dane pey. Keçik çû pêşîya hirçê, dûrva lêxist, hirç kuşt û vegerîya, go: “Wekî birê min nizanibin ezim”.

Her heft bira hev şêwirîn, go: “Mala te mêrî, go, îsal çend sale, em nikarin vê hirçê bikujin, ewî kuşt”.

Birê çûk got: -Gelî bira, texmîna min, ev syarbûna xûşka meye.

Birê wî dinê gotin: Na, kuro, got, tu dînî, mêrekî zore; lêxist, kuşt.

Birê çûk got: De wekî usane, ezê tîrkevanekî bavêjim penîya wî xim, wekî ew be, wê kifş bibe, emê herin bigîjinê. Tîrkevan avît, penîya wî xist. Qe talaşa keçikê nînbû. Ha-hanga hat malê, kincê wî xwe êxist, dayêda, anî hat, go:

-Hecî Nezer, were, go, ezê serê rimê penîya texim.

-Wa, go, tuyê min bikujî.

Keçikê îlac lê birrî, anî hat serê rimê penîya wî xist, wekî birê wê nizanibin keçike, çûye hirç kuştîye. Keçik rabû solê xwe kire pê, qe teyê bigota birîn lê tune.

Birê wê hatine mal.

Hecî Nezer qirka wan girt, go: -Hûne mixenetin, we hew mabû ez bikuştama, dilê weda tişt heye, xwe kifşkin.

Gelekî ber lava kirin, go:

-Bibaxşîne, Hecî Nezer, birê me çûk tîr avîte hirçê, hat penîya te ket.

Go: -De tişt nave.

Birê wîya birê çûkra kirine şerr, go: “Me tera ne go, wekî ewe, te digo na, xûşka mine”.

Çendek sekinî. Pilingek cîyê wanda hebû, go: “Emê herin nêçîra piling”. Go: “Gere tu jî bêyî”.

Go: -Belê, hûn keremkin, ezê bêm.

Ew sivê rabûn, go: “De herin, go, de em herin”.

Go: -Keremkin, hûn herin, ezê pey we bêm.

Ew rabûn çûn.

Jina xwera go: -Welleh, ez naçim.

Virda, wêda, xulese, jina wî pêda ket. Rabû çû. Çû dîna xwe dayêda, wekî her heft bira piling rakirîye û jorda tên. Tirsana rabû xwe da serê darê. Çaxa piling hate nêzîkî wîya, birê keçikê ber wîda hema tîrek avît, piling xist. Çawa ewî piling xist, ewî tirsa xwe jorda ji darê avît ser cendekê piling, pê şûr lêxist, esêvanî ewî kuştiye, gote bira:

-Top mala we keve, we tirê çika çîye. Ezê va herrim hildim bînim. Careke din nesenî. Pêşîyê hat, hate malê.

Bira hevdura got, birê çûk go: -Welleh, min lêda.

Yê dinê gotin: -Top mala te keve, te nona duh kir, wekî îcar em nehatana, negihîştana mêriv, teyê bigota, wekî “xûşka mine”. Dîsa pak bû, me xa-xa dît. Îcar jî tu dibêjî, wekî min lêdaye, me xa-xa dî wekî mêrik desteşûrê lêda.

Wî teherî hatin malê.

Îcar wana deste esker dane Hecî Nezer, gotin wekî “Ew çi bike, hûn gerekê bin destê wîda ravin, rûnên”.

Go: -Bira be.

Ew rabûn, çûne ser padişê, wekî şerr bikin.

Jina wî rabû nan, çi hebû jêra dagirt, şiklekî xwe jî kire navê, da pêşîya esker.

Hecî Nezer xa-xa wextekê çolangçî bû, çû nava mêşekî, dîna xwe dayê çiqê dara, go: “Xwedê zane, ev xercê çolangane, ev çiqê hana pê ket çinî. Çiqa esker bû jî, çinî, terkûya hespê xwe tije kirin, derbazbûn, çûne cîkî qamîş, go: “Xwedê zane, çi qamûşî rinde rîsra”.

Xa-xa xwera divêje, eskerra navêje, esker nizane, çi hesave, bona çi diçin. Rabû qamîş çinî, esker jî çev da wîya, wana jî diçinî, lema esker diçinî, temîya bûrayê wî bû, dabû esker, wekî Hecî Nezer çi dike, hûn jî wî bikin, gurra wî derneyên.

Qumaşê xwe çinîn, tije terkuya hespa kirin, çûne cîkî usa, wekî lîl bû, nikaribûn jê derbazbûna. Hecî Nezer anî ew çiqê dara temam herîyêda daçikand, qamûş dane ser, esker jî pêda usa kir, çimkî ew dîna xwe didinê, ew çawa dike, wana jî usa dikir. Derbazbûn, çûne wî berî, çûne dora wî şeherê wekî bûrê wîra şerr dikirin. Dorê girtin heya sivê.

Gava şeher rabû, çev pê ket, dîna xwe danê, ecêveke giran.

Hecî Nezer çi kir; dezmala nanê xwe danî dera han, kincê xwe êxist, wekî sipîya bikuje. Esker dîna xwe dayê, dayêda, wîya kincê xwe êxistin. Esker gişkî jî kincê xwe êxistin. Hey ha dike neynûka, esker tirê qestîka usa dike. Wana gişta pêda usa dikir.

Wextekî dîna xwe dayê, bocîkê hat ew nanê wî, şiklê jina wî revand, bir çû. Hecî Nezer da pey bocîyê: “Ha bigirin, ha bigirin”. Esker pêra da pey: ketine nava şeher.

Gava şeher dîna xwe dayê, çi binihêre, temamî rûtî-tezî. Ew ketîye mala xayê bocîyê, lê digerre, esker jî ketîye mala, mêra digerre. Xulese, herçê destê xwe ber xwe hilda, esker temam qirrkir. Şeheristan hilda destê xwe.

Hecî Nezer vegerîya hat yêra xwe, bûrê wî hildan, anîn hatin kirine padişa, jêra eyan, wezîr, kubarê wî girtin.

Ewe, kuta bû, çû.

Got: Şamilê Dewrêş, 27 salî, nîvxwendî, ehelîyê gundê Heko, li ser nehya Talînê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *