Pirsa we û bersîva me – 56

Pirsa we û bersîva me – 56

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê Nura Şane bi alîkarîya berpirsyarê redaksyona malperê bersîva pirsekê ha da:

 

Pirsa Dewrêşê Koçer û bersîva Nura Şane

 

Pirs: Gelo sebebên pêşketina kurdên Sovyet di hêla çand û edebîyeta kurdî da himberî kurdên Kurdistanê çi ne?

 

Bersîv: Gelek kes fênomêna pêşketina kurdên Sovyet, bi taybetî jî kurdên Ermenîstanê, di hêla çand û edebîyeta kurdî da an şaş şirove dikin, an jî rind derc nekirine. Hinek ser wê bawerîyê ne, ku dewleta Sovyet îmkanên baş dabûne wan lema. Hinek dibêjin, ku dibistanên wan yên kurdî hebûn, lema.

A pêşin, dema îmkan bidin û tu li mala xwe, di nav civatê da bi kurdî nepeyivî, îmkan hebin çi ye, tunebin çi ye? A duduyan, li Sovyet dibistanên kurdî tunebûne, lê li hinek dibistanên li çend gundên kurdan û gundên ku jimara kurdan lê pir in, dersên ziman û edebîyeta kurdî didan. A sisîyan, di dibistanan da fêrî zimanê kurdî nakin, lê fêrî xwendin û nivîsara kurdî dikin.

 

Sebebên sereke ev in:

1.Dema berê xwe didî gundekî kurdên Ermenîstanê, xanîyê herî mezin û herî bedew ku ji dûr va xuya dike, dibistan e. Lê dema berê xwe didî gundekî kurdên Kurdistanê, xanîyê herî mezin û herî bedew ku ji dûr va xuya dike, camî ye.

 

2.Dînê piranîya kurdên Sovyet û dînê gelên serdest ne eynî dîn bû. Ango, em bi miletîya xwe va jî, bi dînê xwe va ji hev cuda bûn û tiştê me nêzîkî hev bike û bibe bingehê asîmîlasyonê, tunebû.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *