Kuştina Mîrza Paşayê Dasinîyê Waliyê Mûsilê li Stenbolê -1

Kuştina Mîrza Paşayê Dasinîyê Waliyê Mûsilê li Stenbolê -1

Em îro beşa pêşin a vê gotara delal diweşînin. Beşa duduyan sibê bixwînin. Gotar zanebûnên me di hêla axa me, welatê me, dînê me, dîroka me da dide zêdekirin.

Mûrad Ciwan, sîyasetmedar/dîrokzan

Berî ku bibe paşa, Mîrza Begê Dasinî yê êzîdî, li gor hin agahiyan, heta sala 1650’yê mîrê Şêxan bû. Agahiyên ku ew kî ye, çawa bû paşayê Wîlayeta Mûsilê, pişt re çawa ev post jê hat wergirtin, ji bo wendanekirina postê xwe wî çi mihawele kirin, çi bi serê wî de hatin, di tarîxa weqanivîsê osmanî Naîma[1] û di Seyahetnameya Ewliya Çelebî[2] de hene

Naîma wiha dinivîse:

‘’Mîrza Paşayê Dasnî (Dasinî) yê ji begên Kurdistanê ku ji Mûsilê hatiye ezilkirin (ji post daxistin), esas ji begên eşîra Merdasnî (gelo eşîreka bi vî navî heye yan ew eşîra Dasinî bi xwe ye?) kesekî bi şecaet û mêrxas bû. Di seferên ber bi rojhilat (Îranê) de[3], bi taybetî di sala Bexdayê[4] de bi heft nefer siwarîyên kurd koma ji çend sed qizilbaşan (eskerên safewî) pêkhatî belawela kir, bêhejmar serî û êsîr girtin, gelek bikêrhatinên wî hatin dîtin. Ji ber vê şecaeta wî, Murad Paşa, di dewra sedrezamiya xwe de, bi pileya paşatiyê Eyaleta Mûsilê dayê. Wî nasnameya Mîrza Paşa wergirtibû. Dawiyê hat ezilkirin, cihekî bikêrhatî yê din nexist destê xwe, tevî gelek merivên xwe, wan deman li Stenbolê rezaletî û sefaletî dikêşa.’’

Qesda Naîma ji wan deman, sala 1651’ê ye. Ew vê behsê, di beşê buyerên sala 1061’ê de vediguhêze. Di buyereka dema dawiya umre Mîrza Paşa de, tarîxa dawiya şa’bana wê salê dide ku dikeve destpêka tebaxa/agustosa 1651’ê.

Sadrazam Murad Paşa yê ku Naîma dinivîse gava ew bû sedrezam paşatiya Musilê da Mîrza Beg, Qere Murad Paşayê bi eslê xwe Arnawud e ku pişt re misilman buye. Qere Murad Paşa, di demên navbera 21ê gulana 1649ê-19 tebaxa/agustosa 1650’yê de, salekê û sê mehan sedrezamî kiriye. Nexwe di vê navberê de wî Mîrza Beg bi pileya paşatiyê tayin kiriye ser walîtiya Mûsilê.

Mîrza Paşa li gor çavkaniyan di 1650ê de buye waliyê eyaleta Mûsilê û salek û mehekê li ser post maye[5]. Madem ew berî destpêka tebaxa 1651’ê li Stenbolê ye nexwe ew piştî jipostvekişiyana Qere Murad hatiye ezilkirin. Piştî Qere Murad Paşa, kesayetiyê navdar ê osmanî Melek Ahmed Paşayê ku bi eslê xwe Abxaz e, di 5ê tebaxa 1650’yê de buye sedrezam, piştî salekê di 21ê tebaxa 1651’ê de hatiye daxistin.

Sedemê wê ne diyar be jî îhtîmala mezin Mîrza Paşa bi fermana Melek Ahmed Paşa ji postê walîtiya eyaleta Mûsilê hatiye daxistin.

Melek Ahmed Paşa, meşhûr e bi qetlîama dirinde û mezin a êzîdiyên Çiyayê Şengalê ya 1640’ê û pişt re bi şerê xwe yê li hember Mîr Evdal Xanê mîrê Bedlîsê ê sala 1655’ê.

Melek Ahmed Paşa piştî Peymana Qesra Şêrîn, sala 1639’ê bû begêbeganê eyaleta Diyarbekirê ku wê demê Şengal jî bi ser vê eyaletê ve bû. Li gor îdîayan ji ber ku êzîdîyên Çiyayê Şengalê dadiketin çolên derûdora Şengalê, beriya Musilê û ya Mêrdînê, gelek gundên van deveran talan dikirin, li ser riyan rêbirrî dikirin û karwan dişelandin, Melek Ahmed Paşa bi hêzeke 70 hezar esker sala 1640’yê êrîş bir ser Şengalê. Zêdetir ji 300 gundên çiyê ku xwedan nifûseka 45-50 hezar êzîdîyan bûn, hemî ketin ber êrîşên top û şûran, mal hatin şewitandin û talankirin. Xelkên sivîl; pîr, jin û zarok hilkişiyan bilindahiyan, xwe di şikeftên mezin ên bin erdê de veşartin, lê hatin keşifkirin. Esker agir berda şikeftan, av bera ser wan da, hin şewitîn, hin xeniqîn, yên mayî bi rebeniyeka mezin derketin, teslîm bûn. Eskerên osmanî jin û keç ji xwe re birin û yên mayî; pîr, zarok û mêr hatin kuştin. Ewliya Çelebî di Seyahetnameya xwe de vê buyerê pirr bi xurdekarî dinivîse.[6]

Gelo pêwendiyeka ezilkirina Mîrza Paşa, bi rikeberiyeka kevn a navbera wî û Melek Ahmed Paşa, ji ber qetlîama êzîdiyan a sala 1640ê heye, ne diyar e. Li gor agahiyan, berî ku bibe paşayê Musilê, Mîrza Beg mîrê Şêxan e. Ewliya Çelebî gava behsa vê qetlîamê dike, navê Mîrza, an êzîdiyên Şêxan nade.

Qencî û mêrxasiyên Mîrza Beg ên ku Naîma behsa wan dike jî di dema seferên ser safewiyan de; 10-11 sal berî tayinkirina paşatiya Mûsilê bûne. Çima wê wextê ji bal Sultan Murad ve nehat xelat kirin, çima di dema Sultan Mehemedê IVê de ew hat xelatkirin, ne diyar e.

Sultan Mehemed di 1642’yê de ji dayik bû, piştî daxistina bavê wî Padîşah Îbrahîm di encama serîhildaneka li dora qesrê, di 1648ê de, 7 salî bû sultan.

Di 1650-51ê de, ew 9-10 salî bû. Li dora Qesrê ji bo bidestxistina postên serokwezîriyê, wezaretan û yên îdarî yên bilind, di nav burokrasiya eskerî, dînî û û îdarî de rikeberî, plangêrî û pevçûnên mezin hebûn. Dayik û jinên sultanan ji ber îmtiyazên ku kurên wan, an mêrên wan ji xanedaniya osmanî, lê ew bi eslên xwe cariye bûn, piştre bi dayikbûnê an jinbûna şehzade û padîşahan serkêşiya van entrîkayên serayan dikirin. Ji wan Turhan Sutan û Kösem Sultan di wan salan de gelek meşhûr bûn bi bizavên xwe yên li ser desthilatê. Paşa, wezîr û axayên bi eslên xwe dewşirme û yenîçerî, her wiha eskerên ocaxên yenîçeriyan ên li dora wan ku hemû bi çek û rutbe bûn û li paytext Stenbolê navendeka xurt a desthilatê bûn, bi hukmê xwe yê zorê desthilat duguhertin, wezîr û sedrezam dadixistin, diqewirandin, dikuştin, heta padîşah hildidan û dadixistin. Di navbera wan navendên berbiçav û şêxulîslam, miftî û qadî, mîr, paşa û wezîrên îdarî û eskerî de, yên ne dewşirme yên tirk, kurd, çerkez, abxaz, arnawud, ereb, mîratxurên xanedanî û begîtiyên kevn ên Anadoluyê yên ku tevî dewleta osmanî bûbûn û postên giring stendibûn hevrikiyên mezin hebûn.

Dewra rişwet û gendeliyê bû, li paytextê, an li eyaletan tu post bêyî ki bi navê bexşîşan û diyariyan bi bedêlên mezin bên dayin, ji bo tu meqam an postê tayin nedihat kirin. Paşa û wezîrên ku bi bedêlên mezin post dikirîn, hêzên xwe yên eskerî û îdarî dibirin ser eyaletên bidestxistî, vê carê wan ji bo ku rişweta dayî û jê zêdetir ji xwe re hildin, ew dever bi bac û xeracên mezin ve gire didan, zilm li koçer, reaya, gundî û bajariyên eyaletê yên misilman û xiristiyan dihat kirin, tehdîd û talan, kuştin tim li ser wan bûn.

Her paşa, mîr û wezîrê ku post ji paytextê an ji eyaletan diviya, diçû Stenbolê, xwe dispart yek and çend aliyan, rişwet dida an li gel wan diket nav tifaqa bidestxistina desthilatan.

Wê demê Turhan Sultanê, paşa, axa û wezîrên yenîçerî dabûn dora xwe, Kösem Sultanê jî beşên din. Ew li dora hev diçûn dihatin, geh aliyekî, geh yê din darbe li hev didan, lingên merivên hev dişemitandin.

Diyar e Mîrza Begê Dasinî yek ji terefdarên Sedrezam Qere Murad Paşa ye. Sedrezam li hemberî yenîçeriyan e, li gel Kosem Sultanê ye. Lê ji ber guhertinên zûbizû û yên balansa desthilatan, ew mecbûr dimîne zû ji postê sedrezamiyê vekişe, pêşniyarê ji Kosem Sultana bapîra Padişah Mehmedê 9 salî re tîne ku Melek Ahmed Paşayê Abxazî bike sedrezam. Welê dibe.

Di vê navberê de, li gor Naîma, di dema mayina xwe de ya li Stenbolê, Mîrza Beg gelek bêxwedî û bêderfet dimîne. Nikare tu postî bi dest xe. Kes guh nadiyê, ew li gel komek merivên xwe yên kurdên êzîdî li alî Uskudarê/Anadoliyê[7] dimîne. Lê diyar e zêdetir pêwendiyên wî bi wan derûdoran re hene ku li hemberî yenîçeriya ne. Yenîçerî bi guman li wî jî dinêrin û hesaban jê dikin.

Ev agahî di Tarîxa Naîma de diyar in. Em li gor agahiyên ji wir, berdewam bikin:

‘’Mîrza Paşa, gelek wext lavayî li wezîran, bi taybetî li axayên [yenîçeriyan] kirin, li ber wan geriya, giriya, lê ji ber ku hêza wî ya peydakirina hediyeyan (bexşîş û rişwetan) tunebû, kesî li ruyê wî nenihêrt, ew tayini tu memuriyetê(meqam û postî) nekir.

Bi 40-50 merivên xwe re li Uskudarê rûdinişt. Ji bo ku derbasî Stenbolê bibe aqçeyên (pereyên heqê) qeyikan peyda nedikir, alavên xwe difirotin û debara xwe dikir. Hetta neqil dikin ku di werza meyweyan de ji bo kirrîna meyweyan qudreta wî nemabû, gumgumê xwe yê qehwê firotibû, pê petêx (gundor) û zebeş kirîbûn û dabûn merivên xwe da bixwin. Ji bo pereyê nanekî gelek caran arzuhal didan, lê qebûl nedibûn û ew bi vî sedemî meyus bûbû.

Wê demê du kesên din li Uskudarê hebûn ku di rewşa Mîrza Paşayê Dasinî de bûn. Yek jê Nesîmî Efendîyê ku ji postê defterdariya Qeremanê hatibû daxistin, yê din jî sîpahîyê bi navê Yegen Begê Aydinî bû. Ew jî ji erbabên xwedan xizmetan bûn, ji ber miselletbûn û rişwetxwariya axayên yenîçeriyan wan nedikarî tu xizmetê bidestxin, heta nedikarîn meaşên (ulûfeyên) berê ên sîpahiyên xwe bistînin. Wan jî li xanên Uskudarê, di nav sefalet û zilletê de, heta hemî alavên xwe firotin û xwarin bê encam man. Di encamê de Mîrza Paşa, Nesîmî Efendî û Yegen Beg bi hev re biryar da ku merivên xwe bigirin, derkevin Anadoluyê û çûn.

Dawiya şa’bana 1061ê (destpêka agustosa 1651’ê) bû. Ku axayên yeniçeriyan bihîst ev welê bi stuxarî û rikgirtî çûne, ketin tirsa ku ew biçin xwe bigihînin merivên serîhilder ên Hesen Paşayê Abxazî yê ku li Stenbolê rikeberiya yenîçeriyan dikir. Ketxuda Beg (Kudde Ketxuda Mehmed Begê ketxudayê sedrezam Melek Ahmed Paşa MC) zûbizû qasî 500-600 siwarî anîn ba hev û derbasî Uskudarê kirin. Ji begên arnawudiyan Oxrî Beg, Mistefa Şah Silêmanê ji merivên Muxtar Beg, Delî Dîlawer Axayê Bolûyî, Burnaz-Şahînê ji axayên wezîran û gelek kesên wek van ku hemû şagirdên Ketxuda Begê bûn, hatin amadekirin. Dîsa waliyê berê ê Eyaleta Wanê, merivekî sadiq ê Ketxuda Beg ê bi navê Mehemed Emîn Paşa, wek serdarê hemuyan hat tayinkirin û hemû derxistin pey Mîrza Beg, heval û hevkarên wî da li ku derê ew gihaştin wan wan binpê bikin, serê wan bipelêxin.

Refê Mîrza Beg û hevalên wî ji Lefkeyê (Osmaneliya Bîlecîka nuha) wêdetir, li nev çeltugê (erdê birincê) danîn û bêhay ji seyên har ên li pey xwe, bi xwe biliyabûn. Şopajo serê êvarekê gihaştin wan û gotin: ‘Hun bi ku ve diçin? Wan zeft kin!’ Dor li wan girtin. Wan bersiv da got; ‘Em diçin wîlayetên xwe, eger em biçûna cem Abxazî em ê bi vê riyê de nehatana, ser bi Sapancayê ve biçûna.’ Lê tu feyde neda wan, êrîş hat birin ser qefleya xafilgirtî.

Mîrza Begê Dasinî zînê hespê xwe daxistibû û ew xistibû vehesiyanê, loma ancax firset dît rake rima xwe û xwe bavêje ser pişta hespê bicilik. Tirkê bi navê Mistefayê Şah Silêman, rimek avêt ji Mîrza Begî de, lê wî rim ji ser xwe dehfand û got:

‘Binêre Mistefa Axa! Di salên sefera Bexdayê de me ew qas qencî bi te kir, me çend caran tu ji destên qizilbaşan (safewiyan) rizgar kirî. Min xercirax dan te. Ma bersiva qenciyê ev e?’

Mistefa Axa guh nedayê got:

‘Tu bavê min ê haq jî bî, li ser tembîha efendiyê xwe ez ê te bikujim, emanê nadim te!’

Û hemleya xwe du-car kir. Lê Mîrza Beg rima xwe welê di pişta wî rakir ku buhustekê ji alî din derket û ew kuşt. Wî çendên din jî daxistin xwarê. Mêrxasên kurd ên merivên wî jî şûr kêşan, ketin nav şerî, gelek meriv kuştin, lê ew jî bi şûrên zilmê hatin kuştin. Mîrzayê Dasinî ji bo xwe xelaskirina ji nav çembere, bi serê xwe ajot. Ji du sed kesan zêdetir bi rim û tivingan bera pey wî dan, wan dor lê girt. Mîrza Beg gelek merivên din jî kuştin, lê hespê wî di çiravekê (bataxekê) de asê bû. Mehmed Emîn Paşa û Dîlawer Axa ku ew jî birîndar bûbûn dor li wî girt. Wan bang kir bi ahd û sond got:

‘Wellehî em tu zerarê nadin te. Em ê sax selîm te bibin Stenbolê. Destê xwe ji şerî vekêşe!’

Mîrza Beg jî îdî bêçare bû, xwe teslîm kir. Ew zeft kirin girêdan. Nesîmî Efendî û Yegen Beg jî li meydana şer birîndar bûbûn. Ew jî hatin zeftkirin û girêdan. Wan dît ku pirraniya kurdan li meydana şer telef bûne, yên zeftkirî jî Mehemed Emîn Paşa bi şûr telef kirin, tenê Mîrza, Nesîmî Efendî û Yegen Beg destgirêdayî li hespan siwarkirin. Hesp û alavên hemiyan da talankirin. Wî meriv li pêşiyê xist rê, şand Stenbolê, bi xwe jî vegeriya ber bi paytextê ve.

Li Stenbolê bi pêşniyariya Ketxuda Beg, ji bal wezîr (sedrezam Melek Ahmed Paşa MC) ve ferman hat derxistin ku ev ferman li ku bigihê wan, yên girtî serê wan bê birrîn û tenê serê wan li gel xwe bên anîn.

Li alî Maltepeyê ferman gihîşt, li wê derê; li nêzî Kemîklî Baba (ziyaretgeh, tekya) serê hersiyan lê dan, laşên wan li wê derê veşartin. Serê wan anîn li Babu’l Humayunê avêtin meydanê. Ev rewşa han bi xelkê gelek zehmet hat, yên ku bala xwe didan seriyên li meydanê, destpê dikir nifir li axayên ocaxên yenîçeriyan dikir, digot:

‘Ma cirma van bêçareyan çi bû? Yên ku bûn sedem Xwedê bela xwe bide wan. Înşallah di nêz de cezayê xwe bibinin!’

Lê axayan qet xemxurî nekir, ji belafiroşiyê, tecawizê fîrewniyê dest nekêşa, karên qirêj ên ku cegera gelek xelkên din disoht, kirin.’’

[1] Naima Tarihi, Cilt 5, 2130-2133, Naima Mustafa Efendi, wergera ji osmanî Zuhurî Danışman, Zuhuri Danışman Yayınevi, 1969, İstanbul

[2] Günümüz Türkçesiyle Evliya Çelebi Seyahatnamasi, cilt 3, kitap 1, YKY, 2006, İstanbul.

[3] Seferên ser safewiyan ên ber bi Şarezor û Bexdayê de.

[4] Sala 1639’ê; gava Sultan Muradê IV. sefer bir ser Bexdayê û bajar zeft kir, pişt re jî Peymana Qesra Şêrîn a tayinkirina hidûdên navbera osmaniyan û îraniyan hat îmzakirin.

[5] Osmanlı Vilayet Salnamelerinde Musul, ORSAM, Orsam kitapları no 5, r. 222, Ankara, Kasım 2012.

[6] Günümüz Türkçesiyle Evliya Çelebi Seyahatnamesi, weşanên YKY, cildê 4. İstanbul.

[7] Wê demê Uskudar, ne Stenbol, bajarekî din hesab dibû.

 

Ji alîyê redaksyona Riataza da:

Di nav gelê me da çend êl-eşîretên mezin hene, ku him di nav kurdên êzdî da hene, him jî di nav kurdên misilman da. Wek: Rojkî, Sîpikî, Şerqî. Lê êl-eşîreta Dasinî tenê di nav kurdên êzdî da heye. Balkêş e, ku ji bajarê Dihokê ra herwiha ”Dihoka Dasinîyan” jî tê gotin. Ew jî balkêş e, ku di stiraneke me da gotina ”dena Dihokê” derbaz dibe. Xuya ye li Dihokê qumaş den kirine, ango reng kirine.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *