Li Başûrê Kurdistanê edebiyata nûjen û nivîskarên navdar-5

Li Başûrê Kurdistanê edebiyata nûjen û nivîskarên navdar-5

Helbestvanên me: Rafîq Sabir

Welat Agirî

Refîq Sabir di sala 1950 de li Qaladezê tê dinê. Xwendina xwe ya beşa edebiyatê li Baxdatê diqedîne. Bi qedandina zanîngehê re, di 1972an de wek rojnamewanekî dest bi nivîskariyê dike û dîsa di 1978an de doktora xwe ya li ser derûnnasiyê li Bûlgarîstanê, Zanîngeha Civaknasiyê temam dike. Mijara Refîq Sabir ya ji bo teza doktorayê “Di hişyarbûna gelê kurd de rol û bandora çandê” bû. Bi kutakirina doktorayê re ji Bûlgarîstanê derbasî Swêdê dibe.

Refîq Sabir di bin atmosfera sîyasetê de mezin bû. Jiyana wî ya Kurdistanê, wek yên hemdemên wî, gelek dijwar bû. Hema bêje hemû zarokên Kurdistanê xwediyê jiyaneke bi kul û keser in lê ya Sabir jiyaneke wisa bû ku ji xweşiya zaroktiyê bêpar mabû û bê gav û bê çare di zaroktiyê de rola mezinekî dileyîst. Herweha evîna welat û evîna gel ji jiyana wî ya bi zor û zehmet re bûbûn gul û çîçek. Dibêje “Bi hezaran Kurd mirin lê ez nemirim, ez mam ku di vê dinê de bûm derdmend û elemkêş”.

Şiîrên wî ên ewil wek eynekê hestên wî radixistin ber çavan. Lêbelê peyra, şiîrên nû û dînamîk pêşkêşî xwendevana kir ku ji bo eserên wî lîmîta zeman û mekan tune bû. Di helbestên wî de stîleke cuda heye û helbest wek avê diherikin. Û divê em vê jî bêjin ku Refîq Sabir yekem kese ku surrealîzm û edebiyata kurdî anî ba hev. Sabir di helbestên xwe de ji klîşe û qalibên teng dûr disekine û helbest bi felsefe û derûniyeke kûr ve hatine dagirtin.

 

Bêbersîv

Kulyên berfê westiyayî westiyayî dibarin :
Li ser şeva herî dirêj
Li ser porê diya min
Li ser zaroktiya min
Li ser pirsên min ên bê bersiv
Dibarin û
Dibarin
Temenê rêwendakar
Siberoja xwe dipîve.
Tu çima vî kevirê şikestî
Ber bi hembêzê ve dikişînî?
Ev gor e, yan mîrasê kevirîn ê wenda bûyî?
Ev text ê meyt e yan rûdêna temenê ku li ber bayê çûyî?
Kulyên berfê westiyayî westiyayî dibarin
Ez zaroktiya xwe dispêrim berfê
Pêşnumaya cesedekî dikişînim ku tariyê şêlo bike
Cesedê ku asoyê ji hev diqetîne
Dixwazim jiyanê mîna lûleya berfê bişidînim
Li valahiya fezayê wer kim
Dixwazim cesedê te bikim pirsek a ebedî
Ruhê te ji gumanê vekişînim
Dixwazim bi cesedê zaroktiya xwe re
Zemên rawestînim
Dixwazim biqêrim
Biqêrim
Biqêrim
Û tu di nav kulyên berfê de dirêjkirî
Mîna destiya tifinga ku aram bûyî û
Şev Teysana xwe dide te
Te xwe dirêj kiriye û bêyî sawa ji xwedê
Bêyî sawa ji zemên
Bêyî sawa xemên reşpêç ên diya min ji bo siberoja min.
Kulyên berfê bê saw dibarin û dibarin
Û ez rêwendayek ê ku
Pêşeroja xwe wenda kiriye
Em devî ne
Ên ku li kêleka daremeytê şîn bûyî
Çewtîkar in
Bi rengê şevê derketîn der
Ne şev ji min fêhm dike
Ne tekane dara li kêleka te
Ya ku bi pelên berfê girtîn
Ne cesedê te wateyekê dide hebûnê
Ne jî pirsên min ên bê bersiv

 

Tu

Dema tu agir bûyî

Ez ne şewitîm

Ne jî germ bûm

Dema tu çemek bûyî

Ne ez xenqîm

Ne jî roda çûm

Lê niha!

Tu wek bahozekî yî

Her roj û rojê çend cara diteqî

Lahzekî jî li ba min namînî

Qe nebe carekê

Tek carekê

Min bi xwe re bibe

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *