Şivanê Ziman û Çanda Kurdî: Erebê Şemo Şamîlov

Şivanê Ziman û Çanda Kurdî: Erebê Şemo Şamîlov

Mela Mihyedîn, lêkolîner

Di dewra Komarên Sovyeta Sosyalîst de ji alîyê Kurdên çepgir ve li Sovyetê gellek xebatên li ser wêje, ziman, çand û dîroka Kurdan hatine kirin. Yek ji wan xebatkar û rewşenbîran jî Erebê Şemo Şamîlov e.

Wêne: Erebê Şemo Şamîlov

Erebê Şemo 21ê Tîrmeha sala 1897an li gundê Kurda yê bi navê Sûsizê, li qezaya Qersê, herêma Dîgorê de, di maleke kesîb de tê dinê. Wî zemanî bajarê Qersê di destên Rûsa de bû. Jîyana wî ji biçûktayî heta nefesa dawî di nava xebat û kar de derbas dibe.
Erebê Şemo
, di nav gelê xwe dê bi nasnavê Şivanê Kurd an jî bi nasnavê Şivanê Kurmanca tê nasîn. Navê berhema wî jê re bûye nasnav û li ser maye.

Şivanê Kurd ji bo xebatê berê xwe dide Erziromê û li wê derê di karê çêkirina rêya trênê de dixebite. Li vî bajarê kevnare Bolşevîkan nas dike û doza wan ji nêz ve dişopîne. Ev xebatkarên çepgir dê têsîreke mezin li jîyana wî bikin û dê bi saya wan derîyê sosyalîzmê li ber wî vebe.

Di şerê hemcîhanê yê yekê da Erebê Şemo îdî dibistan temam kiribû û di qezaya Qersê da, li Alaya Kazakan ya Ordîya Rûsan da dibe wergervanê Tirkî-Rûsî.

Di dewra Herba Cîhanê a Pêşîn de Bolşevîk bi hêz dibin û qeweta xwe roj bi roj zêdetir dikin.

Bolşevîk li dijî Çar Nîqolayê II. dest bi xebatan dikin û gelî li dijî Çar bi rêxistin dikin. Wî zemanî Erzirom û Qers navenda xebatên çepgiran bû. Şemo jî dikeve nava van ciwanên çepgir û ji bo sosyalîzm bi ser bikeve dest bi xebatan dike. Ji ber xebatên wî yên çepgirî Şemo sala 1916an tê girtin û wî diavêjin girtîgeha Qersê.

Gava Şemo ji zindanê derdikeve ji alîya Partîya Sosyalîst ve ji bo ku gundîya bi rêxistin bike tê peywirdekirin. Şemo lê dixe û diçe gundê xwe û li wê derê dest bi propagandaya sosyalîzmê dike.

Wextê sal ber bi tîrmeha sala 1917an ve diçe Şemo terka welatê xwe dike û bi leşkerên Rûsan re berê xwe dide Stavropolê. Di Tîrmehê de Şoreşa Bolşevîkan (Şoreşa Tîrmehê) dest pê dike û Erebê Şemo jî di nava vê şoreşa sosyalîst de cihê xwe digire.

Piştî ku Şoreşa Bolşevîkan bi ser dikeve û Çar têk diçe, li Rûsyayê dewletek sosyalîst tê damezrandin. Li gorî gotina gotîyan: di nava Kurdan de yê pêşî piştgirî dayî şoreşê û tevlî refê Leşkerê Sor bûyî Fêrîkê Egît Polatbêkov e û yê duduyan jî Erebê Şemo ye.

Bi serketina şoreşê re Rûs hêzên xwe ji Herba Cîhanê a Pêşîn dikşînin û bi dewleta Rûmê Reş (Osmanî) re Fermana Brest-Lîtowskî îmze dikin. Li gorî vê fermanê bajarê ku Şemo lê hatî dinê ji Rûmê Reş re dihêlin. Êdî sînor ketîye navbera wî û welatê wî de.

Şemo piştî şoreşê ji bo Beşa Zimanên Rojhilatî li Enstîtûya Lazaryanê (Moskov) qeyda xwe çê dike û dest bi xebatên xwe yên zanistî dike. Nivîskarê me bi xebatên xwe yê rewşenbîrî rewşa Kurdan ronaktir û geştir dike.

Li Akademîya Dîroka Çandî a Dewletê lîsansa xwe ya bilind temam dike. Di navbera salên 1930-1931î de li Zanîngeha Xebatkarên Komûnîst ên Rojhilatê de xwendina xwe berdewam dike. Sala 1931-1932yan de ji Enstîtûya Lenîngradê a Felsefe, Zimannasî û Edebîyatê de ji beşa Kurdolojîyê Îcazeta xwe werdigire û dibe Doçent.

Wexta ku xwendina xwe temam dike ji Moskovê bi rê dikeve û tê Komara Sosyalîst a Ermenistanê û li vê derê Şemo dikeve nava xebatên sîyasî. Li Êrîwanê hem ji bo Partîya Komûnîst û hem jî ji bo çand û zimanê Kurdî dest bi xebatan dike. Ew û Isajak Marogulov jî wek alîkarê wî, ji bo alfabeya Kurdî dest bi xebatan dikin. Ji alîyê van her du camêran ve Alfabeya Latînî ji bo zimanê Kurdî tê adaptekirin.

Herçiqasî Mîr Celadet (Hawar 15 Gulan 1932) ji bo zimên xebatên baş kiribe jî cara pêşî alfabeya latînî ne ji alîyê wî ve hatîye amadekirin, ev xebat cara pêşî bi destê Erebê Şemo û bi alîkarîya Marogulov (1929) ve hatîye kirin.

Alfabe ji bo Erebê Şemo destpêk bû. Gava alfabe temam dibe Şemo xebatên xwe hûrtir û kûrtir dike. Ji bo rojnameya Rya teze jî gellek xebatan dike. Berhemên wî yên bi navê: “Kolxoz û Kara Wê Ji Gundîyan re”, “Emrê Lenîn” û “Tarîxa Şoreşa Oktobir” di rojnameya Rya teze de weşîyane.

          Wêne: Alfabeya Erebê Şemo  Wêne: Hejmara Pêşîn a rojnameya ”Ryateze”

Keda Erebê Şemo pir e di karê amadekirina kadroyên kurdan de. Ew di wan salan de gelek xort û keçên kurd bona xwendinê dişîne Moskovê û Lênîngradê. Sala 1930î, gava bajarê Êrîwanê de Zanîngeha Pişkavkazê ya Kurdî tê vekirinê, ew dibe serokê wê û xebateke mezin dike bona amadekirina mamostayên ziman û edebîyeta Kurdî.

Şemo romana xwe ya pêşî bi navê Şivanê Kurmanca dinivîse. Ev berhem di dîroka Wêjeya Kurdî de wek romana pêşîn tê qebûlkirin. Ev roman ji zimanê Kurdî ji bo zimanê Rûsî tê wergerandin, ji zimanê Rûsî jî ji bo zimanê Fransî tê wergerandin.

Ev berhema hêja li bakurê welêt ji Fransî hatîye wergerandin û gelê me ne orjînalê wê, wergera wê (Kurdî, Rûsî, Fransî, Kurdî) dixwendin. Ev çar-pênc sal in ku ji alîyê Mistefa Aydogan ve orjînala wê ji alîyê Weşanxaneya Lîsê ve hatîye çapkirin û kurdên me niha bi rehetî dikarin orjînala wê bixwînin.

Ji bo berhema Şivanê Kurmanca nivîskarê Rûs Maksîm Gorkî dibêje: “Gelê Kurd bi zimanê nivîskarê xwe, bi zimanê Erebê Şemo diaxive”. Serokê radyoya kurdî ya Rewanê ji destpêkê heta sala 1981ê (24 salan) Xelîlê Çaçan Mûradov dibêje: “Pirtûkên wî “Şivanê kurmanca” û “Hikyatên cimaeta kurda” çend cara bi zmanên rûsî, ermenî, almanî, tirkî, azirî, gurcî, erebî, farizî, fransî, îngilîsî, macarî hatine çapkirinê. Erebê Şemo hetanî 7-8 zmanan zanibû. Sala 1959an bi sênaryoya wî fîlma “Kurdên Ermenîstanê” tê kişandinê”. Mehmed Uzun jî di derbarê romana wî de dibêje: “Ev berhema wî ya pêşîn ji jîyan û serpêhatîyên wî pêk tên. Şemo di vê romana xwe de li ser Kurdên ku koçberî Qafkasîyê bûne sekinîye”.

Wêne: Çapa pêşî a Şivanê Kurmanca (1935)
Wêne: Çapa dawî a Şivanê Kurmanca (2015 – Weş. Lîs), amadekar: Mustefa Aydogan

Li Sovyeta Sosyalîst piştî Lenîn, Josef Stalîn tê ser kursî û dibe serokê dewletê. Karê Stalîn ê pêşî tasfîyekirina heval û şirîkê Lenîn e. Di wê dewrê de gellek kes tên tasfîyekirin. Katibê Partîya Komûnîst Aşot Hovhannîsyan jî tê girtin, di nav nameyên Hovhannîsyan de hin nameyên Şemo jî tên dîtin. Ji ber vê sedemê Şemo jî tê girtin û wî dişînin Sîbîryayê. Li wê derê ji bo dewletê 19 salan di karê çêkirina rêyên trênê de dixebite.

Dema cezayê wî xilas dibe careke din vedigere Êrîwanê. Di rojnameya Sovetekan Hayastan (Ermenistana Sovyetê) de cih didin vegera wî: “Bolşevîk û Nivîskarê Kurd Erebê Şemo Vegerîya”.

Li Êrîwana bi navê Radyoya Êrîwanê qenalek tê damezrandin û di vê qenalê de her netew bi rehetî dikarî netewa xwe bide nasîn. Di vê radyoyê de beşa zimanê Kurdî jî hebû û Kurdên ku nêzî sînorê Ermenistanê frekansê xwe li gorî vê radyoyê eyar dikirin û lê guhdarî dikirin. Şemo jî gellek caran dihat beşdarî programên li ser çand û zimanê Kurdî dibû. Ew radyo ji destpêkê heta sala 1981ê (24 salan) bi serokatîya Xelîlê Çaçan Mûradov va hate rêvebirin û hemû karê wê radyoyê bi serokatîya wî hatîye kirin. Piştî wefata Xelîlê Çaçan, radyo ji 90 deqeyî dakete 30 deqe, satelite a Kurdistan guhdarî dikir, rakirin, dewsa 11 xebatkarn 2 xebtakar kar dikin û dengê wana eva gelek sal in digihîje tenê kurdên Ermenîstanê.

Ew wek endamê Akadêmîya Kurda ya zanyarî li Bexdayê hatibû hilbijartin.

Li kûçeya Abovyan (Êrîwan) li ser mermerê xanîyekî bi Rûsî wisa hatîye nivîsandin: “Ji sala 1963yan heta 1978an nivîskarê Kurd, xebatkarê gel Erebê Şemo Şamîlov li vir jîyaye”.

Wêne: Mermerê Xanîyê Erebê Şemo

Erebê Şemo Şamîlov 21ê Gulana sala 1978an di heştêûyek (81) salîya xwe de li Êrîwanê koça dawî dike. Gora wî li qebrîstana Panteonê ye. 

Wêne: Gora Erebê Şemo li Qebristana Panteonê (Êrîwan)

Berhemên wî: 

Roman:

  • Şivanê Kurmanca (1935)
  • Berbang (1958)
  • Jîyana Bextewar (1959)
  • Kela Dimdimê (1966)
  • Hopo (1969)

Çîrok:

  • Kurdên Elegezê (1936)
  • Hîkayetên Gelê Kurd (1967)

Pîyes:

  • Koçeke Derewîn (1930)
  • Kurdên Ermenistanê (1959)

Bîyografî:

  • Emrê Lenîn (1930)

Gotar:

  • Terîqa Rêvolûsîya Oktyabrê (1930)
  • Kolxoz û Kara Wê Ji Gundîyan re (1930)
  • Pirsa Derheqa Feodalîzme Nava Kurda da (1936)
  • Çirûskên Şoreşa Oktobirê (1972)
  • Şerê Tarîlka (1972)

Xebatên din:

  • Kurdên Qefqasya (1930)
  • Derwêşên Kurd (1930)
  • Li Ser Îzafîyeta Zimanê Kurdî (1933)
  • Berîya Şoreşa Tîrmehê Rewşa Sosyal a Kurdan (1934)
  • Berevok (1976)
  • Gotinên Pêşîyên Kurdan
  • Alav (Berhema çapnebûyî)

 

Xelatên wî:

  • Nîşana Ala Sor
  • Nîşana Biratîya Gelan
  • Madalya Bîranîna 100 Salîya Vlademîr Îlyîç Lenîn
  • Madalya 50 Salîya Leşkerên Sovyeta Sosyalîst

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktiya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetiya Zanistên Civak werdigire. Demek dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên Nûbihar, Barê û Wêje û Rexneyê de derketine.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *