
Xaylaza Reşîd
DINYA RAZA
Şeve şeve dinya raza
kete xewa hingorî
Kerr bûn refê quling qaza
xatûna vekirin guhar morî.
Legleg hêlûna da teliyan
Gula serê xwe berjêr kir
Beq jî gola da ne weqiyan
dergûşa dayîk hişyar nekir.
Kaniya nekire xuş e xuş
Qey bê westiyan seqirîn
Cewika naên guş e guş
Hiş bûn dengê xwe birîn.
Şev e teriyê erd hilçinî
Stêrka esman belek kir
Heyv ça sinîk sero binî
Li dinyayê temaşe dikir.
Yanga hişyar tenê ez im
Heyvê bivîn halê min
Min lê kirin lome gazin
Xeyala revandiya xewa min.
KURDISTANA MIN
Kurdistana min ziyarete
Ava wê li ava qudrete
Gelê kurd lê ma hizrete.
Kurdistana min zêryayî
Sal û dewran tu giryayî
Dijmin bi zor tu hildayî.
Der û berê te strîne
Dil û hinavê te birîne
Kê tê bi zor te hiltîne.
Emê bi van helbesta
Bi xwîna cangorîyê kelebesta
Te xilazkin li bin desta…
TU QUREYÎ
Tu qureyî ea zanim
Ca bizvire ey ”xanim”
Gelo hêjayî hêsira min
Yan qesta têyî xewna min…
TE BIR
Te bir, te bir, xewa min te bir
belgiyê min jî te revand bir
Şeva kur da, berbang te bir
Min keniya yî, aqlêm te bir…
XWEZÎ…
Xwezî ba bûma,
Min ê lezekî tuncika te ra bilîsta,
Dîsa biçûma û dûr ketama
dengê te yî şîrin dûr va bibihîsta
Xwezî û xwezî, xwezî ba bûma.
Ji pirtûka ”Kaniya dilê min”
Riataza