Nameyên evînî -3

Nameyên evînî -3

Xwendevanên delal, em beşa xwe a nû bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a sisîyan e.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro du çend fikirên ji nameyên evînî çap dikin, ku Nura Şane amade kirine. Dibe ji wan nameyan hinek ji Nurayê ra hatibin şandin. Wê demê qîmetê wê nameyê bilind dibe, ji ber ku emê hîs bikin, ku rêvebira vê beşê ne tenê bi pênûsê nivîsîye, lê bi dil ruh û hîsan va jî.

***

Xwezî te tam fêm bikira tu bo min kê yî…
-Destpêka hezkirina te eşkere ye, dawî ne eşkere ye. Weke ku her kes zane kengê ji diya xwe bûye, lê tu kes nizane wê kengê ji vê dinê bar ke.

Hêro ne xayîn e, lê dijminatîya wê di hindava malbeta Barzanî da ew gîhande asta xayîntîyê. Ez jî ne mûşrîk im. Em gerek dijî Xwedê dernekevin cana min. Xwedaya min jî, pêxembera min jî tu yî.

***

Her tişt bi dereceya hezkirinê va girêdayî ye ezîza min. Tu êrîş bikî jî, ez nikarim êrîş bikim. Tu wê demê êrîş dikî, gava evîna te xurttir e. Lê evîna min herdem wekehev xurt e. Kêm û zêde nabe. A te dibe. Lê a te jî herdu jî evîn in.

***

Tu zanî, hemû mirovên cihanê jî kêm zêde di pirsa welatparêzîyê da zêde nîşan didin. Ango, ne ewqas welatparêz in, wek didin xuyakirin. Belkî tu niha ji min wek berê fêm nekî, ezê ji te ra tiştekî bêjim. Ez ji rewşa te zêde xemgîn dibim, ne ji rewşa Kurdistanê a îro. Heta belkî ez te ji Kurdistanê pirtir hez dikim, dibe çend caran pirtir. Eger van gotinên min bidine analîzkirinê, derdikeve ez yekî derewîn, xwehez, xapînok û… gelek êpîtêtên ha dikarin derheqa min da bêjin û wê heta dereceyekê jî rast bin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *