ÎHSAN AKSOY: HOSTAYÊ QELEMÊ Û MÎRÊ HENEKAN

ÎHSAN AKSOY: HOSTAYÊ QELEMÊ Û MÎRÊ HENEKAN

Latif EPÖZDEMİR 

Beri çend rojan bîrewer û rayedarê Kurd Îhsan Aksoy çû ser dilovanîya xwe. Her wek tê zanîn Îhsan nexweş bû û li Almanya tedawî didît. Îhsan Aksoy her çend dildarê Kurdistanê jî bû, lê, mixabin ku wê ne li goristanek axa Kurdistanê hate veşartin. Helbet mafê malbata wî heye ku biryara goristanê bidin. Ez dizanim ku Îhsan jibîr kiribu, yan jî bawer ne dikir ku wê wiha zû koçê dawî bike, lewra wesyet ne kir ku li ser axa Kurdistanê veşêrin. Îhsan di dilê gelek Kurdhezan de xwedî ciyeke giring bû. Ew nivşên berî 12’yê Êlunê, mêrxasî û zîrekîya Îhsan gelek bi başî dizanin. Jîyana Îhsan a wan rojan hêjayê pesindayînê û kubarîpêkirinê ye. Îhsan Aksoy ajîtatorek jêhatî bû. Ew hostayê kelaman û mîrê henek û laqirdîyan bû. Bi henekan gelek bi başî rexnebaranî dikir, kesî ne dida şermê, şermezar ne dikir û dilşikestî nedihişt. Dema di TRT/Kurdî de dest bi bernameya “Mirovek û Jiyanek” kir min lê pîrozbayî kir, kengê rêya min bi bajarê Mêrsînê biketa, ez teqez diçûm serdana wî, me rojên rabirdî yad dikir. Heyfa Îhsan Aksoy ku derdora xwe ji xwe hişte bêpar.

KURTEBÊJEK DERHEQÊ ÎHSAN AKSOY DE

Îhsan Aksoy di hevpeyvînek li gel Basnûçe de, derheqê jîyana xwe de wiha dibêje:

Ez li Agiriyê di sala 1944’an de hatime dinyayê. Dibistana seretayî li wir min xwend û pişt re ez çûm Enqere. Di sala 1966’an de me bi navê Yeni Akış kovarek derxist. Di kovarê de me, li ser Kurdan û wêjeyê, nivîs çap dikir. Di sala 1969’an de Komeleya Şoreşger ya Rojhilat ya Çandî (DDKD) hate damezrandin. Ez ne endamê damezrandinê bûm, lê ez namzetê wan bûm. Min karê perwerdahiyê pêk anî. Di sala 1971’an de jî muhtıraya leşkeri qewimî û em jî hatin girtin. Em dihatin sûcdarkirin ku me komele avakiriye da ku em Tirkiye parçe bikin. Me li wir cara ewil parastineke siyasî kir. Bo berxwedanê me hem bi nivîskî hem bi devkî ev parastin kir û me qala heq û mafên Kurdan dikir. Pişt re doz bi dawî bû û biryar derket. 11 sal û 4 meh ceza li me hate birîn. Bi ser de jî, lazim bû piştî cezayê 4 salan em li wir bihatana sekinandin. Navên wek İsmail Beşikçi, Musa Anter, Tarık Ziya Ekinci, Canip Yıldırım, Mümtaz Kotan, İbrahim Güçlü, Ümit Fırat jî hebûn wê demê û em tev girtî bûn”. 

ÎHSAN AKSOY 12 ADARA SALA 1970’YAN DE, Lİ DADİGEHÊ, XWEPARASTİNA SÎYASÎ DİKE

Îhsan Aksoy qal dike û dibêje ku di dema 12 Adarê de me bi hevalan re biryar girt ku em di dadigehê de xweparastinên sîyasî bikin da ku doza rewa ya Kurdan bi bîr û raya cîhanê bidin bihîstin. Aksoy wê biryarê wiha qal dike. ”Li dadgehê me dixwast ku em bi awayekî sosyalistî parastina siyasî bikin. Lê di nava me de hin cûdakarî derketin û min û hin hevalên xwe, me li ser heqên Kurdan û bi rêbazeke sosyalist parastina siyasî kir. Dozger wê demê digot ‘Kurdî tuneye’ û tenê 30 pêyv berhev kiribûn û digotin hema ew e. Mümtaz Kotan jî wan re digot, “Eger hûn di vê rê de herin wê demê tirkî jî tune ye.” Di dadgehê de gelek tiştên pêkenok jî derketin. Mesele Musa Anter got, “Hun dibên Kurdî tune ye, tenê 30 pêyv e. Mirîşk bile pi 30 pêyvî dizanin.” İsmail Beşikçi jî alikariya nivîsandin û fikrî dikir bo parastinê. Piştî ku dadgeh bi dawî bû û ceza li me hate birîn, Wezîrê Tenduristiyê yê wê demê Selahattin Cizrelioğlu ku ji Amedê bû bi erebeya xwe hat wê derê. Hevalên wî hebûn di nava me de. Musa Anter, Canip Yıldırım hevalên wî bûn. Xwest ku cihekî rehettir bidin me. Dema ku doz testîq bû em birin girtîgeha nava kelehê. Em 3 salan di hundir de man piştre afûya gelemperî derket û em wisan hatin berdan.”

PARTİYA SOSYALİSTA KURDİSTANA TURKÎYÊ AVA DİBE

Îhsan Aksoy di gel Kemal Burkay, yek ji damêzrênerên Partîya Sosyalîsta Kurdistana Turkîyê (PSKT) bû. Aksoy biryar dayîn û sazkirina PSKT wiha bibîr tîne.

“Piştî derketinê gelek derketin derveyî welêt. Yek ji wan jî Kemal Burkay bû. Beriya wê, piştî ku em di 74’an de azad bûn. Di 75’an de Kemal Burkay, çend heval hatin û gotin “lazime em partiyekê avakin.” Li ser nêzikahiya sosyalîstî me bi 7 hevalan re PSK (Partiya Sosyalîstên Kurdistan a Tirkiye) avakir. Di heman demê de jî bi navê Özgürlük Yolu / Rêya Azadî, me kovarek derdixist. Di wir de nivîsên min jî dihatin çapkirin. Pişt re hin partiyên din jî hatin damezrandin. Derdora Rizgarî hebû. 78’an de jî PKK derket. Berê wan ji xwe re digotin UKO’cî (Artêşa Netewî ya Rizgariyê). Me jî, bi navê DHKD (Komela Çanda Gel a Şorişger) komeleyek ciwana avakir. Di heman demê de, ji ber ku ji me re kar jî lazim bû, dibûye ez bixebitim. Şerafettin Elçî wê demê wezîr bû û wî ji min re li Edenê karek peydakir û min li wir dest bi memûrtiya tûrîzmê kir. Ez demekê li wir xebitîm û pişt re çûm Agiriyê. Li wir jî me bi navê Demokrasi rojnameyek derxist.

Di vê navberê de li ser meseleyên şexsî di navbera min û partiyê de hinek saşî çêbûn û ez ji partiyê veqetiyam. 

XEBATÊN ÎHSAN AKSOY PİŞTÎ CUDABUYÎNA Jİ PSKT’Ê (PSK)

Îhsan Aksoy, piştî ku ji PSKT’ê cuda dibe, dîsan li gor mecal û guncanên xwe hewil dide ku xeteke nu a sîyasî ava bike û her wiha li ser wê xetê rêxistinek bikar bîne. Îhsan bi kelecanîyek mezin dest bi kar û xebatan kir. Lê mixabin ji ber hin sedeman ne karî mexseda xwe bîne cî. Pêşniyaz û pêşbînî û projeyên Îhsan Aksoy li gor daxwazîya dilê wi, birê ve neçûn. Îhsan AKSOY vî qonaxî jî wiha qal dike.:

Di sala 1980’î de me famkir ku dengê lingên faşîzmê tê. Wê demê Mehdî Zana jî şaredarê Amedê bû. Wî gazî min kir û got derkeve ji welat. Ji ber ku şaredar bû û hin hevalên wî hebûn, di derbarê dahatûyê de hin tişt ji wî re gotibûn. Got min bihîstiye ku talûkeya mezin tê û lazime ez jî derkevim. Min jî got pere tune ne. Pişt re dîsa Şerafettin Elçî hin pere ji min re peyda kir û bi ser Îranê ve derbasî Elmanyayê bûm. Li wir jî komek heval KOMKAR avakiribûn û pişt re hinek ji wan veqetiyabûn û me bi hev re Komeleyek bi navê Mala Gelê Kurd avakir û li wir me rojnameyeke mehane ya bi navê Gaziya Welat derxist. Dû re xizmekî min hin pere dan min û me li ser navê Mitfaxa Kurdî restorantek vekir. Navê restorantê ARARAT bû. Min û maliya min me 17 salan li wir kar kir. Min garsonî dikir û xanima min jî, aşvanî dikir. 

BAŞÎ Û ŞAŞÎ Lİ TENİŞTA HEV

Îhsan Aksoy dibîne ku kar û xebat bê hêz û bê piştevan û bê rêxistin nagûncê û pêş nakeve. Mala Gelê Kurd û Gaziya Welat jî nema dikarin bimeşin. Aksoy ji karê xwaringehê jî nikare wan dezgeyan bimeşîne. Lewraye ku hinek xwe ji van karan dûr dixe, heta belku dikarin bêjin dilsar dibe û ji bîr û ramanên xweyên seretayî jî, hinekî dûr dikeve. Tam di vê demê de pêşnîyarek tê, Aksoy qebul dike. PKK li Îhsan Aksoy teklifa hevkarîyê dike. Aksoy di derheqê vê pirsê de jî wiha dibêje:

Pişt re hin heval ji derdora PKK’ê hatin û gotin bo Serxwebûnê ji me re binivîse. Hema gotin tu dikarî nivîsên rexneyî ji bo me jî binivîsî. Min heta salekê jî bo Serxwebûnê nivîs nivîsîn. Ne ku min fikrên wan bi temamî dipejirand, lê, li hember têkoşîna wan, ez rêzdar bûm. Grûba PKK helbet kedeke mezin dan û bi çekan rewş anîn vê astê. Ew jî rastiyek me ye. Ji ber ku Tirk ji demokrasiyê dûr in, min dizanî ku ew (PKK) neçarî çeka mane. Her wiha 17 sal bi wî awayî derbasbû û di 2004 ‘an de ez vegeriyam Tirkiyeyê.“

Îhsan AKSOY piştî ku vedigere meskenê berê, cîwarê xweyê qedim, li wir jî pesindayîn û rastnasdan û rewanîşandana sîyaseta PKK hê jî, dimeşîne. Aksoy, serborîya xwe dinirxîne û weha dibêje:

“Ez her tim li dijî çekdariyê bûm. Rast e riya demokrasiyê dirêj e. Ji ber ku siyasetmedar û berpirsên Tirk hê nehatine asta demokrasiyê. Lê dîsa jî ez mînakekê bidim: heger 19 bajar, gund û derdorên wir Kurd rabin bi awayekî demokratîk dengê xwe rakin, tu artêş bi top û tivingan nikarin dengê wan bibirin. Dinya nikare çavên xwe lê bigire. Dinya dizanê ku em heqên xwe dixwazin. Lê her sazî, rêxistin, komele û hwd. xwedî emrekî ne. Wê werin û herin. Dibêjin her tişt duguhire û tiştê ku neguhire tenê guherîn e. Lê divê êdî beşên Kurdan li hev bên. Astengiyên me yên mezin hîn jî hene. Zimanê me tenê di karên rojane de pêk tê. Bo xwendin û nivîsandina Kurdî pir wext lazim e. PKK jî êdî gihîştiye asteke din. Tevî şervaniyê têkoşîna demokrasiyê jî dike. Ew jî gihîştinê û di nava wan de bo her fikrek, qadro gihîştin. Dibêjin dîrok, bo kesên ku dereng bimîne cezayên giran dibire. Em gelek dereng man û cezayekî giran dikêşin. Em hê nû destpê dikin.” 

VEGERÎNA TURKÎYÊ HİŞÊ BERÊ JÎ VEDİGERÎNE

Îhsan Aksoy dema ku li Almanyayê dima, helbet rastî gelek astengî û zehmetan bû. Tiştên ku dixwest bike jî, ji îmkan û karîna wî der bûn, lê di her hal de, kelecanîya wî jî berdewam bû. Ev car Îhsan xwe da ser tayê PKK’ê ku eger ne rewş û rêveçuna wan roja bûya, eger tenêmayîn û bêpergalîya wan rojan nebuya, Îhsan ji raman û raya xwe a berê belku dûr neketa. Lê, di jîyana Îhsan Aksoy de ev kurteqonax gelek balkêş e. Îhsan Aksoy yek ji damezrenerê PSK ye, paşî cuda dibe, dixwaze rêxistinek nu çêke, lê serketî nabe, paşî teklîfa PKK’ê qebul dike û di organa wan a resenî-fermî de, demeke dirêj miqaleyan dinivsîne. Dem diguhire, neçar vedigere Turkîyê, rewşa dibîne ku rewşa devre û ya hundir ne weka hev e, careke din vedigere ser hişberîya berê. Ev guhertin bi zelalî di van gotinên Îhsan de xwe eşkere dike:

“Her tişt di carekê de çareser nabin. Bo Tirkiyeyê astengiyên mezin hene. Artêşa wan hê pir bi bandor e. Lê bi ya min namzetiya YE’ê divê bê parastin û li ser wê kar bên kirin. Û helbet divê Kurd ji mixalefetê nemîne. Bo heq û mafên xwe divê mixalefeta xwe bidomînin. Ya me du tiştên girîng hene; yek, pirsa Kurdistanê divê bê legalîzekirin. Divê em ji meseleyên wek ‘Rojhilata Başûr’ filan derkevin. Ew der Kurdistan e û divê ew her bê legalîzekirin. Ya duduyan jî perwerdahiya bi zimanê Kurdî ye. Divê em zorê bidin van. Xêncî wan helbet bo mafên din jî her mixalefeta demokrasiyê bê meşandin.”

Îhsan Aksoy li federalîzmê xwedî derdikeve û wek rêyek here baş dibîne. Lê a balkêş ew e ku federasyonê jî wek guhertineke din a pergala demokrasîyê de dibîne. Ya balkêştir ew e ku Îhsan berî van gotinan bi çend salî, wek li jor daxuyaye, pesnê PKK’ê dikir û şerê çekdarî a PKK’ê rewa dida nîşan. Helbet em dikarin bêjin ku dema Îhsan vegerîya Turkiyê hiş û bir û ramanên wî ji ber bi eslê xwe ve ricû bûn. Aksoy pêvajoya nu wiha şirove dike.:

Niha tiştekî eşkere heye. Xwestina demokrasiyê navê wê li ser e. Divê di nava aştiyê de bê meşandin. Federalîzm jî di rêya xwestina demokrasiyê de dimeşe. Divê her tişt di rêya demokrasî û aştiyê de bê xwestin.

Her ku kapîtalîzm pêş ve diçe, mane ya sînoran namîne. Federalîzm û daxwazên din ne mihîm in. Navê wê tu çi dêynî dêyne. Yên bi lez, heqê perwerdahiyê û legalîzebûna Kurdistanê ye. Tiştên din meriv hema çi navî bixwaze dikare lê bike. Dîsa eyan e ku meseleya Kurdî, meseleyeke navneteweyî ye. Yek heqê însanî ye. Ya din Kurd li çar welatan belav bûne. Kurdistana Başûr êdî bi serokatiyên wek Emerîka, Elmanya, Fransayê re rûdine. Dema ku Mele Mistefa derket ser çiyan, li asteke din bû, lê niha gihîştiye cihekî din. Millet bi hezar salan dibin dewlet. Rêyeke zor û dirêj e, lê êdî Kurd gihîştine cihekî pir baştir.“

ÎHSAN AKSOY PİŞTİ VEGERÎNÊ CARA PEŞÎN PKK’Ê REXNE DİKE

Destebiratîya Îhsan Aksoy û Şerefedîn Elçî ji berê ve tê zanîn. Elçî gelek caran arîkarî û piştevanîiya Aksoy kirîye. Helbet ev minetek e. Lê Îhsan jî wek dîvêt bersîva van piştgirîyan kirin û li dawîyê çû di KADEP a Şerafeddin Elçi de cih girt. Helbet Îhsan ji PSK xeyîdîbû û Şerefedin Elçî jî, ne hezkirîyê PSK’ê bû. Bi pêşnîyara PSK’lîyê berê Nazif Kaleli Îhsan jî xwe geyand partîya Şerefedin Elçi. Ev qonax jî qonaxek balkêş bû di jîyana Îhsan Aksoy de.

Helbet mirov jî di sîyasetê de nabe ku bi hestên xwe yên derûnî tevbigere. Sîyasetmedar lazim e her tim bi ramyarî û bir û bawerî têbikoşe, tevbigere. Her kes dizane ku Îhsan mirovek hestîyar bû, xwedî gîyanek welatperwer bû. Lewraye ev şaşî zêde xesarek mezin nedan kesayeta Îhsan Aksoy.

Lê, dema ku hişê wî yê berê xwe vedigerine, Îhsan Aksoy careke din vedigere ser ray û ramanên rast û rewadar. Helbet Îhsan mirovek dûrbîn û xwedî mejîyek şixûlkar bû. Aksoy piştî ku bi yekcarî li Turkîyê cîwar bû, dît ku him li Başûr û him jî li Bakur PKK karên nebaş dike, ev car jî PKK û helwesta wê rexne kir.

“PKK li wir jî (mebest Başur e) mixalefetê dike. Nahêle gelek tişt bi awayekî baştir bimeşe. PKK pir mezin bûye, di nava gel de jî xwedî cihekî mezin e. Lê xuyaye di nava wan de yektayiyek nîn e.  Divê ew midaxîlî siyaseta parçeyên din nebe. Yanê divê bo başûr nebe asteng û daxîlî siyaseta wir ya navxweyî nebe. Helbet dikarin li wir xwe bi rêxistin bikin û saziyên xwe vekin, lê divê bo siyaseta wir ya gelemperî nebe asteng.“ 

ÎHSAN AKSOY BEREVACÊ PKK’Ê, DEWLETBUYÎNA KURDİSTANÊ GELEK GİRİNG DİNİRXÎNE

Di heman qonaxê ku başûrê Kurdistanê di nav gengeşîya avakirina dewleteke serbixwe de ye, Îhsan Aksoy jî, yek ji çavdêrê vî qonaxî ye. Aksoy, di hevpeyvîna ku di BasNûçeyê de bi Rawîn Stêrk re dike, derheqê dewletbûyîna Kurdistanê de wiha dibêje:

“Dema ku dewlet were damezrandin wê moraleke mezin bide Kurdên cîhanê.

Ya duduyan, di koma milletan de wê temsîlkariya Kurdan çêbibe. Wê demê dinya neçar dimîne ku bi şiklekî din nêzikî meseleya Kurd û Kurdistanê bibe. Li qada navneteweyî, wê derfet û deriyên mezin derkevin bo Kurdan.

Ya sisêyan, Kurd êdî tên ser xwe û dibin millet. Bazareke wan çêdibe. Bazara bazirganiyê, ya ziman, ya çandî… bi her awayî bo wan li cîhanê, li Rojhilata Navîn bazarek mezin derdikeve.

Kurdistan welatekî dewlemend e. Di bin erdê de dewlemendiyên mezin hene. Di demeke kin de Kurd dikarin xwe bigihînin menzîleke mezin. Dibe ku di demeke pir kin de Ewropa bibêje bibin endamê me jî. Wê artêşa te çêbe. Dewlemendiyên te hemû di destê te de dimînin û bo pêşketina bi her awayî ew pir girîng e.

Wekî din jî helbet li parçeyên din wê di warê bazirganiyê de, di warê dîplomasiyê de, di warê çandî û polîtîk de şax bêne vekirin û Kurdên parçeyên din wê bi yên Başûr ve têkildar bin. Di warê ticaretê de jî wê derfetên mezin derkevin. Helbet Kurd wê bi Kurdan re bidin û bistînin. Û di warê psîkolojîk de jî wê Kurd bigîhîjin asteke pir bilind. Êdî serê ku her hatiye tewandin wê bilind bibe. Li qada fûtbolê wê Kurd di nava pêşbirkên cîhanê de cih bigire. Li her qadê navê Kurd û Kurdistanê bicîh dibe û ew jî bixwe baweriyek mezin e.” 

ÎHSAN AKSOY: SERDEMA NÛ SERDEMA KURDAN E

Siyasetmedar û nivîskar Îhsan Aksoy pêş mirina xwe, axirîn car di serdema nû a Kurdan de dîtinên xwe wiha anî zimên:

Êdî ji bo Kurdan derfetên mezin derketine û di sedsala 21. de wê Kurd di her qadê de bala cîhanê bikşînin, lê divê di nava hêz û partiyên Kurdistanî de lihevhatinek pêk bê û hemû Kurd li destkeftiyên Kurdistana Başûr xwedî derkevin.

Sedsala 21. teqez ya Kurdan e. Wê Kurd di her alî de xwe bigihîjinin asta ku gerdûn lê ye. Niha li her aliyê cîhanê zaneyên Kurd hene. Di zanîngeh û akademiyên Rojava de, li qada dîplomasî û siyasetê, li qada zanistê û wêjeyê, hunerê, li her deverê Kurdan xwe gihandiye asteke pir baş. Helbet ku ew jî tê wê wateyê, ku sedsala 21’yan a Kurda ye.” (Serkanî: Hevpeyvîna Rawîn Stêrk/ BasNûçe).

Ez bi dil û can pir xemgîn im ku wê êdî bi henekvanîya xwe, bi hostabûna xwe, bi dilovanîya xwe ve, Îhsan ne di nav me de be. Îhsan Aksoy bawermendek bû, nivîskar û çalakvanek bijare bû. Bîranînên wî hêjayê rêzgirtinê ne.

Îhsan li himber nexweşîya xwe a kanbax ne karî zêdetir li ber xwe bide, koçbar bû, me bi cih hişt. Ruhşad be, di nav ronahîyê de razê. Oxir be, Kekê Îhsan, oxir be.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev