Kejê Bêmal: Gelek sebebên hezkirina min ya ola Êzdayetiyê hene

Kejê Bêmal: Gelek sebebên hezkirina min ya ola Êzdayetiyê hene

Baweriya Kurdan beriya Îslamê Êzdayetiyê bû

Rast e, meyl û bala min, li ser olên kevnare ye. Belam, yên ku bala min dikşînin, bêtir olên Kurdistanê ne; nexwe ne hemû olên Rojhilata Navîn in. Bi vê yekê ve girêdayî, lêkolînên min yên li ser Êzdayetî û Ehl-e heq (Yarsan/Yaresanî) e. Lêkolîna min ya Yarsaniyan (Kakaiyan), hêjî berdewam e. Ez difikirim ku li ser Nasturî, Şemsperestî û Zerdeştiyan jî lêkolînan bikim.

Di nav lêkolînên xwe de, rast e ku ez herî zêde li ser Ola Êzdayetiyê rawestiya me. Du sebebên min ê vê yekê hene: Sedemê yekemîn ew e ku dazanîn û kitêba pîroz ya Êzdayetiyê (Mishefa Reş) bi temamî bi Kurdî ye.

Sedemê duyemîn jî ew e ku Êzdayetî, ola bav û kalên Kurda ye. Û helbet jenosîd/kokhilanîn û niheqiyên ku hêjî li wan tê kirin, sedemê min yê bingehîn in. Herweha, ez dixwazim bidim zanîn ku li ser navê ol/dîn, wisa hatiye xwestin ku koka bav û kalan ji holê were rakirin. Wekî tê zanîn baweriya Kurdan, beriya Ola Îslamê, Ola Êzdayetiyê bû.

Heke îro nifûsa Êzdiyan li Kurdistana Başûr xilas bûbe, ev yek nîşana wê niheqî û komkujiyên ku Kurdan li bav û kalên xwe kirine, ye. Lê beyî ku pê bizanibin pirraniya wan dua, îbadet û lawlawên xwe bi uslûba baweriya Êzdayetiyê bikar tînin. Ji ber vê yekê ye ku ez pirr zêde hewqas li ser Êzdayetiyê radiwestim û balê dikşînim ser vê olê.

Ji bilî vê yekê sedemekê din jî, duayên ku bi zarê dayika min ya helbestîk têne kirin, e. Ez gelekî bisiûd im, ku min wan duayan bi dengê derwêşan guhdar kiriye. Ez hêvîdar im, ku ev yek bibe nesîbe we hemûyan. Êzdayetî, oleke mexdûr û mezlûm e. Ji ber nêrîna min ya siyasî û sekna min, piştgiriya vê olê jî bo min şanaziyeke mezin e.

Gelek sebebên hezkirina min ya ola Êzdayetiyê hene. Mesela evîn, biratî, alîkarî, hurmeta bo mirov û xwezayê û motîfa Tawisî Melek, ku li gor baweriya min lêpirsîna yekemîn ya felsefîk e, sedemên sereke ne. Herweha, ez ji dostaniya wan jî gelekî dilşad im.

Civaka Êzdî, yek ji wan civakên cîhanê yên herî mêwanperwer e. Divê em vê yekê jî bibêjin: nasnameya netewî ya Êzdiyan, Kurd e. Êzdiyên ku ne Kurd in, tune nin. Di civakeke din de, hûn nikarin rastê Êzdiyan bin. Min xwest, ez vê yekê jî destnîşan bikim.

Kejê Bêmal

Çavkanî: – Hevpeyvîn bi Kejê Bêmal re – Ali Gurdilî

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev