
Welat Agirî
Bextiyar Elî, nivîskar û şaîrekî navdar ê kurd û di sala 1960î de li Slêmaniyê tê dinyayê. Endamê Yekîtiya Nivîskaran û yek ji damêzrênerê kovara Rehendê ye ku ev kovar li Swêdê dihat weşandin. Di nav pirtûkên wî ên helbestan de Guneh û Karneval (Helbest, 1992), Karkirin di Daristanên Firdewsê de (Helbest) yên herî naskirî ne. Dîsa romanên wî Mirina Tekanê Duyem (Roman, 1997), Dawîtirîn Hinara Dinyayê (Roman, 2002), Êvara Perwaneyê (Roman, 1998), Bajarê Muzîkvanên Spî (Roman, 2006) çar romanên wî ne ku herî zêde ji aliyê xwendevanan ve tên xwendin. Gelek gotarên giranbiha jî ji aliyê Bextiyar Elî hatine nivîsandin.
Di romanên wî de monolog (tekaxivîn) taybetmendiyeke serdest e. Ji bilî vê, Nivîskar di berhemên xwe de bi awayekî serkeftî dinyayên parelel çêdike ku yek ji van dinyaya ferazî ye û ya din jî heqîqî ye. Nivîskar bi harmoniya fîzîkî û derûnî xwendevana derdixe rêwîtiyê. Bextiyar Elî bi bikaranîna fikrên felsefîk û rexnegirî hewl dide ku edebiyata kurdî hêj zêdetir nêzîkê rê û rêbazên nû bike. Baş tê xuyan ku berhemên wî di bin bandora rexnegirî û fîlosofîya Rojava de hatine nivîsandin.
Bi awirên wêjezanan Bextiyar Elî
Pirtûk (Hinara Dawî ya Dinyayê) serincrakêş e, yek ji metnên herî têrûtijî ji rojhilat e ku ji mêj ve nebûn ku em bixwînin. Mirov di cih de têdigihîje ka çima li welatê xwe nivîskar çawa gihiştiye wê astê ku bibe kultek. Çawa mumkin e ku pirtûkeke wisa, nivîskarekî wisa xwe demeke ewqasî dirêj ji bazarên me yên pirtûkan veşêre? Em ê hîna gelekî ji wî bibihîsin û bixwînin.
Stefan Weidner ji rojnameya Süddeutsche Zeitung
Ji bo gelek kesên ji welatê wî ew wijdanê miletekî rasta gelek felaketan hatîye. Ew xurtî bi vê romanê re heye ku bibe ji wan pirtûkên ku divê mirov bixwîne.
ORF TV
Nivîskar me bi gavên wêrek di nava zemanên ji hev dûr de ji figurekî dibe figurê din, û bi vê jî ji çarenûsekê ber bi çarenûsa din ve. Dema mirov vê romanê dixwîne, weke ku mirov bikeve nava gelek deriyan – û di nava her deriyê de çîrokbêjiyeke nû ya di nava çîrokê de dest pê dike, bi xêra vê jî mirov her diçe bêhtir ber bi dilê sincirî ê romanê ve dadikeve. ›Hinara dawî ya dinyayê‹ xwediyê hemû xisletan e ku heq weke edebiyata mezin a dinayayê bê qebûlkirin.
Claudia Kramatschek, ji kanala televizyonê ya dewletê WDR 3
Bextiyar Elî yek ji mezintirîn nivîskarên wejeya cihanê ye.
Elî Eşref Derwêşyan
Serokê Komeleya Nivîskarên Îranî
Heger di sedsalên li pêşiya me de kesek bixwaze civaka Kurd a roja me ya îro, xwendina romanên Bextiyar Elî wê bibe tişta ku divê ew bikin…
Merîwan Kaniye
Rexnegirê wêjeyê yê navdar ê Kurd
Riataza