KONFÊRANSA LI SAN-REMOYÊ -1

KONFÊRANSA LI SAN-REMOYÊ -1

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê beşek ji cildeya 2an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin profêsor M. Lazarev ya bi sernavê ”Împêrîyalîzm û pirsa kurdan (di salên 1917-1923)” raberî we dikin. Îro em beşa pêşin a berhema bi sernavê ”Li Konfêransa San-Remoyê” raberî we dikin. Beşa duduyan emê piştî heftêyekê çap bikin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 116

Di destpêka adara sala 1920î biryara Şêwra Antantayê ya tewrebilind hate hazirkirinê, li ku hatibû nivîsar, ku bi sazkirina Ermenîstanê ra tevayî “dibe serxwebûna Kurdistanê jî bê naskirinê”(66). Projeya peymana aşîtîyê bi Tirkîyê ra bi konfêransa hevalbenda ya li San-Remoyê ra (18-26 nîsanê, sala 1918a) hatibû qayîlkirinê.

Di bersîva hevalbenda da, ku wana 24ê adarê sala 1920î dabû prêzîdênt Wîlson, dihate gotinê, ku sînorên Tirkîyê yên başûr gerekê ne tenê bi hesabhildana faktorên êtnîkîyê, lê herwiha yên aborî û gêografîyê jî bêne kivşkirinê”(67), û bin vê da merî dikare fêm bike, ku dixwezin bi kêmanî Kurdistana Başûr ji Tirkîyê bidne qetandinê. Civîna konfêransê ya pêşin di 19ê nîsanê da bi vî awahî destpê bû. Hema wê rojê jî bi pêşnîyara Lloyd Corc problêma Kurdistanê bi hûrgilî hate enenekirinê.

Berî gişka Kerzon ser wê meselê bi hûrgilî xeberda. Ew pirseke dijwar e, ewî xeberdana xwe wa destpê kir, ji ber ku Kurdistan wek perçekî Împêratorîya Tirkîyê bi eşîretên şervan va dagirtî ye, yên ku dijminatîya cînara û hukumeta Tirkîyê dikin. Ew problêm şanê dewletên Awropayê jî dikeve, ji ber ku Kurdistan cînara Ermenîstanê ye jî. Lê qedera wê “bi xaldey û nestorîyanên xaçparêz va girêdayî ye”(68). Kurdistana Başûr perçekî wilayeta Mûsilê ye, “ya ku diha baş e bikne bin kontrola mandatîyê ya Brîtanîya Mezin”.

Dikarin varyantên safîkirina pirsa kurda yên cihê-cihê hebin. Ji wana yek-perçekî welêt bikne bin parastina Îngilîs û Fransayê. Eger ji wê tiştek dernekeve, gerekê Kurdistanê ji Tirkîyê cihê bikin û wêya bikine dewleta avtonom. Lê Kerzon ser wê bawerîyê ye, ku di vî alî da wê dijwarîyên mezin hebin. Ji wan dijwarîyan yên sereke di nav kurda bi xwe da nin, ji ber ku ew bi xwe jî nizanin, ku çi dixwezin: gelo kurd gihîştine wê “derecê”, ku “dewleta wan ya avtonom” bê sazkirinê? Ew nikare di nav wan “kurdekî ciddî û bi nav û deng” bibîne. “Her kurdek serekê eşîra xwe ye”. Şerîf paşa jî nikare wek nûnerê Kurdistanê bê naskirinê. Kurd derc dikin, ku ew nikarin bêy piştgirîya dewletên mezin bi ser kevin. “Ewana wê bi dil û can parastina Îngilîs ra qayîl bin û ewana, bê şik, parastina Fransayê ra jî razî ne”. Eger li hev neyê bighîjine serbestîyê, û Îngilîs û Fransa jî razî nebin wana bona parastinê bikne bin baskên xwe, diha rind e kurda bin hukumdarîya tirka da bihêlin, ji ber ku ewana îdî “fêrî” wan bûne.

Pişt ra Kerzon derbazî problêmên Kurdistana Başûr bû, ku çavê Brîtanîyayê li ser bû. Eger serxwebûna Kurdistanê neyê îlankirinê, gerekê îzinê bidne binecîyên wilayeta Mûsilê, ku ew bi xwe wê pirsê safî bikin, ku bin kontrola Brîtanîyayê bimînin, an bi wê ra bibine yek. Ya dawî diha nêzîkî aqilan e, ji ber ku dest nade wilayeta Mûsilê perçe bikin. Gerekê bê kivşkirinê, ku zehmet e di peymana aşîtîyê da wê pirsê safî bikin. Dawîyê Kerzon got, ku lazim e aşûrîyên nestorîyan, ku di kampa Baakubê da nin, vegerine cî û warên xwe.

Nûnerê Fransayê Bertelo di wê civînê da pêşnîyar kir safîkirina pirsa kurda paşda biêxin. Serekwezîr û wezîrê karên der va yê Fransayê A. Mîliyeran(69) tenê da kivşê, ku bi bawerîya wî Kerzon dixweze kurda bin mandata Brîtanîyayê da li wilayeta Mûsilê bihêle(70).

Fikra xeberdana Kerzon di pirsa kurda da mînanî ya sîyasetvanên Roavayê yên wê demê ne. Tê ber çava, ku haya wana rind ji kar û barê wan dera tuneye (ew yek xwesma hindava Kerzon da tiştê baxşandinê nîne, yê ku wek zanekî Rohilatê tê dîtin), plana ferih di alîyê pêşdakişandina problêm û rêyên safîkirina wê tune, bi gilîkî, hemû pêşnîyar jî tevlihev û ne zelal in. Tê texmînkirinê, ku pirsa kurda bona dîplomatîya Awropayê karekî nû ye. Lê bi wê ra tevayî, Kerzon gelekî baş zanibû, ku çi dixweze. Ewî dixwest Kurdistanê heta-hetayê ji Tirkîyê biqetanda û wêya bikira deşta hukumdarîya dagîrkarîyê; ya duda, nehêlin, ku fransiz bi tenê bibe xwedî-xudanê Kurdistana Tirkîyê; ya sisîya, çiqas dikarin cîyê lingê xwe li Kurdistana Başûr mehkem bikin, an jî wêya bikine asteng (berbend) bona kesek nikaribe destdirêjaya mal û milkên Brîtanîyayê li Îraqê û Devtenga Farizistanê bike. Bona pêkanîna van armanca varyanta “Kurdistana serbixwe” jî dest dida, an bi dewleteke cihê (bêy Kurdistana Rohilatê, Îranê), an jî bi mîrîtîyên kurda yên nîvserbest va. Lê vira gilî ne derheqa serxwebûna tam da ne (ji ber wê jî têrmîna bi dûmanê nixamtî -“avtonomîya” dihate bikaranînê), lê derheqa wê da ne, ku ewê bi awakî çawa bikeve bin hukumdarîya dewletên Roavayê.

Berbirîbûna komên Fransayê yên serkarîkir hindava kurda da jî wî awahî bûn, ango yên dagîrkarîyê bûn, lê hela di ser da jî bi çavê karsitendinê li problêma kurda ya nûxuliqî dinihêrîn û di wê derecê da ji îngilîsa dihatine cudakirinê. Li Kurdistana Başûr, ku îdî ji dest wan diçû, wana dixwest ji xwe ra kefîl bikin, ku bibine xweyparê (şirîkê) nefta Mûsilê. Ewana ji Kurdistana Roava û Bakûr, ku nikaribûn cîyê xwe lê mehkem bikirana, dixwestin dest bavîtana mal û milkên Kîlîkîyayê, Sûrîyê û Libnanê. Dewlemendtîyên Tirkîyê û kontrolîya bi tenê li ser wê perça Kurdistanê têra wan ne dikir.

Dawî, ser bingehê berjewendîyên dagîrkarîyê di herêma (regîon) kurda da, Îngilîs û Fransa xwe gîhandine hev û platformek saz kirin û bi wê dîplomatên Brîtanîyayê û Fransayê digotin qey pirsa safîkirina problêma kurda dîtine. Gilî derheqa sazkirina dewleteke bûfêrîyê da ye (an bi avtonomîya fire, an jî bi serxwebûna formal va) li ser axa Kurdistana Tirkîyê, ku di hêla eskerî, sîyasî û aborî da gerekê ji alîyê wan dewleta da bihata kontrolkirinê.

Li konfêransa San-Remoyê îngilîsa bêy zehmetîke mezin projeya xalên peymana aşîtîyê bi Tirkîyê ra amade kirin, ku derheqa Kurdistanê da bû. Fikra wan xala ev bû:

  1. Li Stembolê wê komîsyona ji nûnerên Îngilîs, Fransayê û Îtalîyayê kar bike, ya ku gerekê piştî şeş meha pey xebitandina peymana aşîtîyê bi Tirkîyê ra navnîşa “avtonomîya cî” bona wan navça amade bike, ku kurd lê dimînin -ji başûrê Ferêt girtî hetanî başûrê sînorên Ermenîstanê, ji bakûr hetanî sînorên Sûrîyê yên bakûr û Mesopotamîyayê. Ew navnîş gerekê parastina aşûrîyên xaldey û gelên mayîn yên kêmjimar, ku li ser wê axê dijîn, bide ber çavên xwe. Herwiha wê komîsyona ji nûnerên Îngilîs, Fransayê, Îtalîyayê, Îranê û kurda bê amadekirinê bona “perwerdekarîya” li ser sînorê Tirkîyê, xwesma sînorê Tirkîyê-Îranê.
  2. Hukumeta Tirkîyê borc hildide ser xwe piştî sê meha ji roja ku biryar gihîştîye ber destê wê, bersîva herdu komîsyona bide.
  3. Eger piştî salekê pey wê yekê ra, ku peymana aşîtîyê bi Tirkîyê ra ketibe qamê xwe, “gelê kurd” ji navê piranîya miletê xwe bona axên li jorê kivşkirî berbirî Şêwra Koma Mileta bibe û bixweze ji Tirkîyê cihê bibe, û eger Şêwr bê ser wê bawerîyê, ku hunurê wî gelî heye “serbest” bijî û Şêwr biryarê bide, Tirkîya gerekê wê daxazê pêk bîne û wan axa bide kurda. Hûrgilîyên wê di navbera Tirkîyê û serekên wan dewleta da, ku ew îmze kirine, wê cihê bi hev ra bêne qayîlkirinê.
  4. Eger usa bibe, dewletên hevalbend wê dij dernekevin, ku kurdên wilayeta Mûsilê jî bighîjine “dewleta kurda ya serbixwe”(71).

Ew proje du cara li civînên konfêransê da hate lênihêrandinê û nerazîbûnên mezin pêşda ne anî. Lê dîsa jî hinek neqayîlbûn hebûn. Awa, di civîna 21ê nîsanê da Bertelo hindava sînorên Kurdistanê yên ji Ferêt berbi rohilatê berxweketina xwe dîyar kir: ewî digot, ku ew bona berjewendîyên Fransayê yên aborî zirar e. Biryar hate qebûlkirinê: 1. Projeya Brîtanîyayê bipejirînin, lê usa ku mafên Fransayê yên hindava pirsên aborî da ziyanê nekişînin, ku bi peymana San-Remoyê ya di navbera Îngilîs, Fransayê û Îtalîyayê da hatîye îmzekirinê, kefîlkirî ye; 2. Eger endamên “Komîsyona kurda” di pirsekê da li hev nekin, wê demê ewê bona lênihêrandinê bidne serekên hukumetên welatên, ku berjewendîyên wan di wî karî da heye(72).

Li civîna 23ê nîsanê da dora berjewendîyên aborî yên Fransayê û Îngilîs li Kurdistana Başûr gotebêj gumreh bû. Fransiz (Bertelo) bona wê yekê ber xwe diket, ku dikare biqewime di komîsyona da, di hêla alvêrê û tiştên mayîn da mafên wan li wan navçeyên Kurdistana Başûr da bêne nuxsankirinê, yên ku wê derbazî bin destê Îngilîs bibin, an jî wê bikevine nava dewleta kurda ya paşdemê. Kerzon hewil dida wana aş bike û dida bawerkirinê, ku Îngilîs tenê de`wa Suleymanîyê dike, wek “perçekî wilayeta Mûsilê”. Perçê Kurdistanê yê mayîn “ne di çarçova berjewendîyên aborî” yên Îngilîs da nin. Lloyd Corc di ser da zêde kir, ku Îngilîs borcdarîyê hilnade ser xwe, ku wê wî perçê Kurdistanê yê sereke da qeyde-qanûn bêne parastinê. Bertelo pirsî: “Gelo ew tê wê manê, ku daxazkarîyên Brîtanîyayê ji Mûsilê berbi bakûr têne kêmkirinê?”. Kerzon bersîv da: “Erê!”. Vansîtart lazim hesab kir bide konkrêtkirinê, ku altêrnatîva projeya Brîtanîyayê ya derheqa pirsa kurda da heye: an avtonomîya Kurdistanê, an jî “serxwebûna, ku dikare pêk bê”(73).

Lı wê cıvînê projeya peymana sêalî ya dı navbera Fransayê, Îngılîz û Îtalîyayê da hate testîqkırınû. Dı wê da xalek hebû, li ku dihate gotinê, ku seba xatirê hilanîna dijberîya di nav dewleta da dikare “Kurdistana serbixwe bê naskirinê”. “Berjewandîyên taybetî” yên Îtalîyayê li Anatolîya Başûr, Fransayê li Kîlîkîyayê û para roavayê ya Kurdistanê, ku ser sînorê Sûrîyê ye û diçe dighîje Cizîr-îbin-Omerê, û Brîtanîya Mezin -ji rohilata çemê Dicle, bi resmî dihatine naskirinê. Fikrên wê peymanê yên bingehîn ev in: naskirina prînsîpa wekehevtîyê dema sazkirina komîsyonên navnetewî bi fûnksyonên sîyasîyê, fînansîyê û cendirmîyê, û herwiha “bona parastina binecîyên kêmjimar, qedirgirtina dîn û zimanê wan” (xala 1ê); eger hukumeta osmanîyê an jî “hukumeta kurda” bixazibin alîkarîya ji der va bistînin bona karên serokatîkirina li cîya, an jî cendirmeyên li navçeyên, ku dikevine nava “berjewendîyên taybetî” yên Îngilîs, Fransayê an jî Îtalîyayê, tevgelên peymanê yên mayîn wê dernekevine dijî wan “berjewendîyên taybetî” (xala 2a); alîyên lihevhatî gerekê li zona pêşîya pêkanîna wan “berjewendîyên taybetî” nebine asteng, lê dikarin bi awakî aza kirîn-firotanê bikin, herin-werin û tiştên mayîn (xala 3a); alîyên li hev tên, gerekê li zona “berjewendîyên taybetî” di hêla dîplomatîyê da piştgirîya hevdu bikin (xala 4a); aksîyayên rêyên hesin yên Anatolîyayê û Bexdayê derbazî komên fînansîyê yên Îngilîs, Fransayê û Îtalîyayê dibin (xala 5a);(74).

Çavkanî:

  1. ASDR, f. AMH, cêrga A, dokûmênt 190, belge 121. Kerzon ji de Robek ra, 6ê adarê sala 1920î.
  2. DBFP. Îst Serîes. Vol. VIII. L., 1958, hejmar 4, rûpel 32.
  3. Peyva “an jî” li vir qet ne di cîyê xwe da ne, ji ber ku nestorîyan û xaldêy ji komên ji hev cuda ne û xaldêy bi êtnîkî aşûrî ne.
  4. Ew di çileya paşin sala 1920î da kete dewsa Klemanso, yê ku di hilbijartinên prezîdentîyê da dabû der û wek ku Lloyd Corc bi heqî daye xuyanîkirin, ew têkçûn ji ber wê bû, ku bazirganên fransiz ji wî ne razî bûn bona ku wî Mûsil bi nefta wê va ji dest xwe berdaye. (Lloyd Corc D. Rastî derheqa hevraxeberdanên aştîyê da. Cild II, rûpel 274).
  5. DBFP. Vol. VIII, hejmar 5, rûpel 43-44. Nivîsên sekretarê Brîtanîyayê ji civîna Şêwra tewrebilind ya Antantayê, 19ê nîsanê sala 1920î.
  6. Dîsa li wir, rûpel 44-45.
  7. Dîsa li wir, hejmar 8, rûpel 77.
  8. Dîsa li wir, hejmar 13, rûpel 133.
  9. Dîsa li wir, rûpel 141-142.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev