Mem û Zîn -2

Mem û Zîn -2

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina xwe berdewam dikin. Berhema 116an me ji pirtûka Hecîyê Cindî ya bi sernavê “Destan û sitiranên kurdan yên êpîkîyê” hildaye, ku sala 1962an li Moskvayê bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va ji alîyê “Weşanxaneya Edebîyeta Rohilatê” hatîye çapkirin û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê em ji wê pirtûkê destana “Mem û Zîn” bi 5 beşan va raberî we bikin. Îro beşa 1ê ye.

Amadekirina têkstan, pêşgotin û şirovekirin yên Hecîyê Cindî ne. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin. 

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 116 

Memê rabû ji bêx derket çû. Çû alîyê xezina bavê xwe xurcek tijî zêrên findiqî kir û çû nav sûkê. Çû cem zînker, go:

-Ez çi bidime te ku tu zînekî wisa min ra çêkî, hê tu benî adem lê siyar nebûye, temamê wî lal, dur û kevirên qîmetlî tê da quremîş kin.

Zînker sed zêr xwest. Memê dusid zêr dayê û çil rojan wede kivş kir. Paşê çû ser terzî, bi qîmetê sêsid zêrê findiqî kinc dane ser û vegerîya nav borên bavê xwe.

Çil borên bavê wî hebûn; temam yên mêrxasîyê bûn. Memê destê xwe da ser pişta kîjanî, boran pişta xwe bin destê wî da danî. Memê aqilê wî ji boran nebirî, hat ku derê, dîna xwe dayê borê avê kişandinê bi xwe ber bi wî tê. Memê destê xwe da ser pişta wî, ewî pişta xwe çar tilîkan bin destê Memê da bilind kir. Memê gazî seyîsê hespan kir, gotê:

-Kuro, bavê min di mehê da çi dide te?

-Ê, go, mîrê min, meha min deh zêr e.

Memê go:

-Ezê di mehê da panzdeh zêran bidime te. Tu evî borî bibe dewsa yê mezinî li jorê girêde, nava çil şevan da wisa bikî, avê saxirîyan kî, ku bijîyan ra bavêje, bijîya kî ji saxirîyan ra bavêje.

Seyîs got:

-Mîrê min, ku qet tiştekî jî nedî, dîsa ez borcdar im xweykim, çimkî ez seyîsê bavê te me.

Cab dane Al paşa, go:

-Welleh Memê karê xwe dike, wê here.

Al paşa rabû çû alîyê extexanê, bi her çar lingan li borê Memê qeyda pola lêda. Paşê çû dergê bajêr dada, kilît anî, danî bin doşeka xwe:

-De, go, idî wê di ku da here?

Sekinî. Çil şevên Memê temam bûn. Memê çû dît ku çawa lazim e, wisa hazir kirine. Ewî zîn û kincên xwe hildan û anî mala xwe. Paşê ber bi Bor çû. Dîna xwe dayê çawa lazim e, wisa Bor çê bûye. Memê Bor derxiste der va, bi zîn û bûsat kir, lê siyar bû, lê nizanibû ku Borî bi her çar lingan va qeydkirî ye.

 

Memê Bor derxiste der e,

Lê kir zînê Al bavî cewar e,

Ling li rikêfê, go:

-Ya Xwedê, pêxember e,

Borî bimbarek bû ser sûrê ra firqas kir yekser e.

 

Cab dane Al paşa, go:

 

-Welle, Memê çû.

-Ê, go, kuro, Borî qeydkirî, dergeyî dadayî, ew çawa bû?

Al paşa bi cimaeta xwe va rabû pey Memê ket. Dîna xwe danê Memê wê ketîye rê û dajo. Al paşa bi kilamkî go:

 

-Memê lawo, were meke bêîtbarî,

şeherê Muxurzemînê mehêle hîvîya min kalî,

Ezê ji te ra bînim pêncsid xatûnên bi carî.

 

Memê go:

 

-Bavo, çi bikim vê malê, vê dewletê,

Idî te ra rûnanîm ser goşê sobetê,

Naxum fîncana qahwê, ya şerbetê,

Ya û min û we çû heta roja qîyametê.

Ew dayka Memêyê delal e,

Ser sûretê sor da hêsiran vedimale,

Go: -Memê lawo, meçe şîrê xwe li te bikim helal e.

 

Çawa kirin û nekirin Memê venegerîya. Bor bi qeydê ba wisa diçe, çawa teyrê bazî. Lê çend giregirên Al paşa jî siyar bûn û dane pey Memê; go:

-Welleh emê tevî Memê herin; xwe xûna me ji ya wî ne sortir e?

Al paşa bi cimaeta xwe va rûniştin, ji pa ra li Memê temaşe kirin.

 

Kilama Al paşa:

 

-Memê lawo, were meke bêîtbarî,

Ezê ji te ra bînim pêncsid xatûnên bi carî,

Were şeherê Muxurzemînê mehêle hîvîya min kalî.

Go, ez nizanim nezer nahêle Memê Zînê bibîne,

Wê welat ber bi welat bigerîne,

Cara mayîn çavên dê û bavê pêxîne.

Ya Rebî, tu bikî yalê keremê,

Ezê şêwr misiletê daynim vêderê,

Zanim nezerê çi bîne serê Zînê û Memê.

 

Memê ajot, çû. Ewan siyarê giregirên bavê wî jî dane pey. Memê piş xwe va nihêrî siyarên bavê wî wê pey ketine, go: “Welleh ezê bisekinim, bira ewana bên, ezê bêjimê bira vegerin, gune ne, hemîn ez diçim, ewê bêne çi?”. Memê sekinî, siyar gihîştinê.

 

Kilama Memê:

 

-Gelî giregirên bavê mino,

Hûn carekê vegerin kok û bino,

Lê anemetî we be kalebavê mino.

 

Memê ku wisa got, siyar temam vegerîyan. Memê jî ajot û çû. Sê roj û sê şevan Memê Bor bi qeydê va ajot. Nizanibû Borî qeydkirî ye. Qeyda lingê Bor birî, Bor gotê:

 

-Herê Memêyê min dînî delal e,

Eva sê şev, sê roj e tu

Li min duxurî mîna teyar e,

Tu qet nabêjî qeyda lingê Bor dixwer e.

Go: -Memê min î serbestî,

Eva çend sal e li min dixurî bi destî,

Qet nabêjî qeyda lingê Bor digestî;

Malxirab, çerm xwar, maye hestî.

Go: -Herê Memê minî kur î,

Ev sê şev e tu li min dixurî,

Qet nabêjî qeyda lingê Bor dibirî.

Banz da erdê Memêyê delal e,

Ji ber xwe hilkişand têlkêş, zilfeqar e,

Avîte nava qeyd û çîdar e,

Qeyd birî mîna xiyar e.

Go: -Ez bi wî kim, yekê cebar e,

Ez li vira bûme xirabmal e,

Borê minî gele bedhal e.

 

Bor got:

 

-Memê, mekişîne tu xeman e,

Lingên min bipêçe bi dezmalan e,

Min av qe selefêd çavkanîyan e,

Min tîmarke nazik-nazik bi tilîyan e,

Ezê te bigihînime Cizîra Botan e.

 

Memê lingên Bor pêça, zînê wî ji piştê hilda, gema wî ji dêv derxist, berî nava mêrgê da û bi xwe çû ser kanîyekê ji xwe ra raza. Rojek, dudu, sê, çar, wextekê Memê rabû ber bi Bor çû. Dîna xwe dayê Borê wî dîsa mîna berê anede doxme bûye, tûka sipî dewsa birînan şîn bûye. Ewî Bor anî, bi zîn û bûsat kir, lê siyar bû. Memê sî û heft rojan bê sekinandin ajot. Çû derkete deşta Cizîra Bota. Lê Memê nizanibû ew çi cî ye, çi war e. Bor gote Memê, go:

 

-Serê xwe hindav da hilde mêzeke bi tûş e,

Deşta Cizîrê deşteke bi pûş e,

Qeretûkê wê kifş dike,

Ew cotkar e yan teyrekî qereqûş e?

Memê minî devdînî aqilkurîn e,

Bor bi zengûya rastê ditirsîne,

Borî bimbareke nava feyzil eynê ra

Cem cotkarekî va dertîne.

 

Wextê çavên Memê li cotkarî ket, Memê şikirîna xwe anî, go: “Eva nêzîkî çil roj û çil şevî ye ez rê têm, hê çavên min li evd û însanan neketîye, lê vê sehetê min cotkarek dîtîye”. Memê bi kilamkî got:

 

-Cotkarî, tu wî kî îlahî ye,

Ezê bidime te du kulm zêrê findeqî ye,

Were bêje min pirsa rastîyê ye,

Ka riya Cizîra Bota li kî alî ye?

Cotkarî got:

-Bi wî kim îlahî ye,

Ezê bêjime te rastîyê ye,

Ew riya tu li ser î ya Cizîr bi eynî ye.

 

Memê du kulm zêrên findeqî dane cotkarî û kete rê, ajot çû. Êpêceyî çû, careke dinê ser cotkarî da vegerîya, go: “Canim, Cizîr hezar Cizîr, min nepirsî axayê wê, mîrê wê, salix û sûlixên wê”. Memê ku vegerîya, cotkarî go: “Welleh eva vegerîya, wê min bikuje”. Çimkî qirara welatê wan wisa bû, ku bi şarîatê pêşî pere didane merîyan, paşê merî dikuştin. Ku yekî dijminê wan bûya jî, dîsa pêşîyê pere didanê, paşê dikuştin. Digo, berê xûna wana dikirîn bona guneh bûnê, paşê dikuştin. Memê ji dûr va gazî cotkarî kir, go:

-Qurba, çi ra direvî? Ezê çend pirsan ji te bikim. Were ji min ra bêje ka mîr û axayên Cizîrê kî û kî ne?

Go: -Mîrê Cizîrê mîr Seydîn e, erfat û egîtên wê Erfan, Çekan û Qeretajdîn e.

Ewî wisa got, Memê dîsa kulme zêr dane cotkarî, ajot û çû. Bira cotkarî ji xwe ra şa be, gayê xwe berdan û bi lez çû mala xwe. Wê rojê jî Qeretajdîn bi herdu birayên xwe va hatibûne rav û nêçîrê. Qîza Bekirê Ewîn jî remildar bû, navê wê jî Zînê bû, ewê jî li remilê nihêrî bû, ku Memê wê îro bê. Ew jî hatibû ser pira Zembelîyê sekinî bû, digo: “Memê bê, ezê bêjimê: Zînê ez im, qet meçe nav Cizîrê, hema min hilde û ji vir bibe”.

Memê ajot, rê da çû, dîna xwe dayê sê siyaran wê daye ser xezalekê, dikin û nakin nikarin xezalê bigirin. Memê Bor avîte ser xezalê, wê sehetê xezal girt. Qeretajdîn û herdu bira xwe pê ra gîhand û gotine Memê, go:

-Qurba, eva nêçîra kê ye, ku te girt?

Yek ji wan, yek ji Memê, Memê dest avîte Qeretajdîn, bi destekî ji ser zîn hilda, go:

-Ezê te li erdê xim, eleparçe bikim.

Erfan û Çekan gotine birayê xwe, go:

-Canim, were em herin, mêrik heyfa wî li me hatîye, ji me ra nêçîr girtîye.

Memê jî go:

-Qurba, ez merîkî xerîb im, min tu xirabî bi we nekirîye, gunehê min li we hatîye, min ji we ra xezal girtîye.

Memê nêçîra wan dayê. Ewana ajotin çûn. Memê jî ber bi Cizîrê çû.

 

Memê ajote ser pira Zembelî ye,

Dît ser pirê zerîyek rûniştîye,

Memê selam da zerîyê.

Zerîyê go: -Ser çavan bêyî Memê Alan e!

Memê go: -Tu çawa zanî ez Memê me?

Go: -Ez wisa zanim tu Memê yî,

Eva çil şev û çil roj e tu rê têyî,

Qey xatirê min zerîyê yî.

Memê go: -Zerîyê, ha zerîyê,

Agir têkeve binê panîyê,

Lê kanê gustîlka min a li tilîyê?

Go: -Wextê Memê min vira peyda bû,

Hiş û aqil ji serê min winda bû,

Gustîlk ji tilîya min winda bû,

Gustîlk ji tilîya min kete pira Zembelî û winda bû.

Zîna qîza Bekir go:

 

(dûmayîk di hejmara 118an da)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev