Pirsa we û bersîva me – 57

Pirsa we û bersîva me – 57

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernaê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide. 

Vê carê Nura Şane bersîva du pirsan ha da:

 

Pirsa Bêrîvana Misto û bersîva Nura Şane

 

Pirs -1:Bo çi li Kurdistana Başûr rêfêrêndûma bo serxwebûnê dikin, lê li Kurdistana Bakur nakin? 

 

Bersîv -1: Ji ber ku di pirsa we da hûmor heye, emê jî bersîveke bi hûmor bidin.

-Ji ber ku piranîya kurdên Kurdistana Başûr dixwezin bizanibin ka gelê li wir serxwebûnê dixweze an na, lê piranîya kurdên Kurdistana Bakur ji berê da zanin, ku ew serxwebûnê naxwezin. 

 

Pirsa Semendê Perîxanê û bersîva Nura Şane

 

Pirs -2:Sebebê xurtbûna dengbêjîya kurdên Sovyet di çi da ne?

 

Bersîv -2: Sebebekî xurtbûna dengbêjîya kurdên Sovyet ew e, ku ew ji sazbend û dengbêjan ra dibêjin “hosta”, kurdên Kurdistanê ji wan ra dibêjin “mitrib”.

Sebebekî din jî ew e, ku Xwedê dengê xweş dide wan, ew qebûl dikin û eynî Xwedê dengê xweş dide kurdên Kurdistanê jî, lê ew qebûl nakin, ji ber ku pêxemberê wan sazbendî û dengbêjî li wan qedexe kirîye û gotîye heram e. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev