Brezîlya û Hîndistan û Kurdistan -1

Brezîlya û Hîndistan û Kurdistan -1

Welat Agirî

Ew rêya, ku miletên van hersê welatan di tê de meşiyane, kêm an jî zêde dişibe hev. Brezîlya welatekî başûrê Amerîkayê ye ku paytext jî, navê xwe ji navê welêt hildaye, Brasîl e. Brezîlya xwediyê du taybetmendiyên berbiçav e ku yek ji wan dilşadiya miletê welat e ku herdem devbiken, dilbiken in û ya dudya jî xwezaya vî welatî ye ku keskahiya erdê û şînahiya ezman zû bi zû nayê dîtin. Brasîlîa herçiqas paytext be jî wek Sao Paulo û Rio de Janerio pêş neketiye. Xasma Sao Paulo bi her alî ve gelek pêş ketiye û gelek cuda ye. Nifûsa Brezîlyayê 208 mîlîonî zêdetir e û ji vê 208 mîlîonî 13 mîlîon li Sao Pauloyê dijî. Divê em vê jî bêjin ku dans û lîstik ji bo vî miletî gelek girîng in ku di şeva înê dest pê dikin heya yekşemê direqisin.

Brezîlya jî wek Kurdistanê welatekî bindest bû. Di salên 1500î de keştiyên Portekîzî ku di bin seroktiya Pedro Alvares de bûn, xwe dighînin Brezîlyayê û ji bo Brezîlîyan dema koletiyê dest pê dike. Di wê demê de li Kurdistanê jî şer hebû, Kurdistan jî hatibû dagirkirin û Yavûz Selîm û Şah Ebbas ji bo dest xistina xaka kurda li Çaldiranê ketibûn herbê. Bindestiya Brezîliyan sêsed sal dikişîne û di 1822an de Prens Dom Pedro azadiya welat îlan dike. Ev tiştekî gelek baş e ku gel di bin seroktiya Dom Pedro de xwe ji koletiyê xilas dike û li ser axa xwe bi serbilindî dest bi jiyaneke nû dike.

Baş e, di wan salan de li Kurdistanê çi diqewimî? Li Kurdistanê jî wek berê dîsa şer û çeng berdewam bû. Babanzadeyan hemberî Osmaniyan Serî hildabûn, Mîr Bedirxan diajot ser suryaniyan û dixwest wan bi temamî hilde bin kontrola xwe, Mihemedê Kor serî hildabû, Êzdînşêr bi alikariya xalanên xwe, xwe ji serhildaneke nû re amade dikir… Li vir em dibînin ku ferqeke mezin ya navbera me û Brezîlîyan heye ku ew jî miletê Brezîl di bin seroktiya Dom Pedro de hev digrin, piştgiriyê didin hev û di encamê de xwe dighînin serfiraziyê. Mixabin ew yekitî di wan salan de, nav kurda de tune bû ku îro jî tune ye. Ev jî ferqeke konkret ya navbera me de ye.

Lêbelê ecêbtiyeke mezin li vî welatî heye ku ew jî derheq zimanê wan de ne. Erê zimanê Brezîlyayê ê ku îro pê diaxivin portekîzî ye û herweha portekîzî zimanê fermî ye jî. Li vî welatî derî ji îngilizî û zimanê din re hatine dadanê ku tu nikarî kesî bibînî, derdê xwe bi îngilizî bînî ziman. Min gelek kesan pirsî ka hela bêjin hûn çima bi zimanê xwe naaxivin û zimanê dagirkerên welatê we bûye zimanê we yê fermî. Mixabin bersîveke wan tune bû û dibêjin ku zimanekî bi navê brezîlî nîn e. Ev jî nîşan dike ku portekîzîyan xwîna wan wisa mêtiye ku ziman miman nehîştine.

Dîsa pirseke din jî heye ku qet ji aqilê min hilnade. Sual ew e ku eleqeke çawa di navbera zimanê gel û pêşketina wî welatî de heye? Wek me behs kir zimanê Brezîlyayê portekîzî ye lê tu were binhêre Brezîlya aliyê ekonomiyê ve niha di dinyayê de welatê çardemîn e. Sao Paulo û Rîo de Janerîo ji Madrîd an jî Lisbonê an jî ji gelek bajarên Avrûpayê kêmtir nîn in. Gelê brezîlî jî gelekî xwendî û dinyadîtî ne. Welat sêsed sal bindest dimîne, pey re azadiyê dest dixe lê bi zimanê serdestên xwe dewam dike.

Ziman ne zimanê wan be jî bi her awayî welat pêş dikeve. Gelo dê merivê bikaribe bêje tesîra zimanê zikmakî ne ewqas zêde ye? Tezeke kurda heye dibêjin bê ziman jiyan nabe. Wele qet ji bo miletê vir xem nîn e û ji jiyana wan xweştir jiyan jî nîn e. Lê heke fikrê min bipirsin ez ê bêjim: Di nav ewqas hebûn û pêşketinê de jiyana wan ne tam e, nîv e. Belkî ew nabêjin, lê ez dibêjim xwezî Prens Dom Pedro beriya her tiştî gelê xwe ji bindestiya zimanê portekîzî xilas bikira.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev