Gelek ji me Êzdiyan bi dîrok û serpêkhatiyên bav-kalan nizanin!

Gelek ji me Êzdiyan bi dîrok û serpêkhatiyên bav-kalan nizanin!

Kemal Tolan, berhevkar û xemxwarê kevneșopên Êzdîtiyê

Bi dîtina min, gelek ji me Êzdiyên li bakurê Kurdistanê diman û niha jî li diyasporayê dijîn, baș nizanin ka bav-kalên me yên di wextê împaretoriya Osmaniyê û bi taybetî jî yên ku berî û piştî damezirandina meclîsa Tirkan de dijiyan, çend caran ji ber şer û qanûnên nijadperest û karbidestên Tirkan cîh guhastine, nefî bûne û çiqas ji wan hatine qirkirin?

Kesên ji we birêzan min nasdikin, ew dizanin ku, ez ji beriya 42 salan ve ketime nav zargotina me, a li ser  hebûn tûne bûna ol, dîrok û bi taybetî jî, li ser cîh, war û serpêkhatiyên bav-kalên me,  yên ku  bi destên zilm û zora beg, axa, Kurdên nezan, walî û jendirmên dewletê  hatine qirkirin, erd û malên wan hatine curmkirin berhevkirinan dinivisînim.

Ezê îro jî, dîsa bixêra zargotin û tiștê ku van rûspiyên Êzdiyan(*?-) li ser navên  gund, bîranîn, malbat, beg, axa, bavik û eşîrên Êzdiyan, yên ku di herêma bajarê Amed, Farqînê, Bismil û Çinarê de diman-jiyane ji min ra gotine, pêșkêșî zanîna we hêjayan bikim.

 

Navê Gund Navê hinek eşîr û bavikên ku  lê diman: Navên hinek mêrxas anjî kesên ku li gund jiyane: Ev gunda di nav herêma navçe-bajarê

………….. de ye :

Asinc Şewrikî

Mihemedkî ,

Mihemedkî yê Rêza Gunda

Şêxê Qiziliyan (Şêxê Şêxîsinî, şêşimsî)

Şêx Dawidê Şivan

Ahmedê Aqo- Brahîmê Rizgo

Gencoyê biçûk

Şêx Eliyê Xezalê,

Şêx Xidirê Mîrza

Mala Emerê Feqîr

Seydoyê Evdal

Pitoyê Hesin

Bismilê

 

 

 

 

Başko Şêxubekuri-Anqosî

şêxisînî, şêşimsî

 

Hinga ku begekî bisilman di avêde hatibû xeniqandin, Çelê û Hamid ji virê hatine Asincê

Şêx Nemirê Mirza yê Mîro

Şêx Evdalê bavê Seydo

Bismil
Baxçeçik Tevî Suryanî-

Xendeqî: Axikî , Himeydî

Kelo-Usiv Qasim – Mihemedê Dewrêş (1936), Mihyedîn Aktaş,   Mistêyê Xemoye Qasim,

Mala Koro-Gencoyê Hizêr

Mala Keya (Reşo,Emîn)

Amed
Bosbarê Şewrikî

Qizilî

 

Nemirê bavê Ozmanê Xemê,

Bișar

Amed

 

Cafirkê Berê Asurî- Şedikî  

Kinhê û Bişarê Kolos mala Zoro

Çinarê
Celebdar Xendeqî-Himeydî, Ședikî, Mala Hizerê Sahdo, Șêxoyê Rihanê Çinarê
Çetelê Anqosî-Xendeqî

 

 

Çelê û Hamid, Ezedînê Mistê,

Şêx Evdalê bavê Seydo,

Şêx Nemirê Mirzayê Mîro

Mala Hizerê Sahdo, Gije Xelîl, Rizgo

Farqînê-Silivan
Dareqolê Mihemedkî yê Rêza Gunda Mala Bavê Xelîlê Xeto?

Pîvazî

Aqo yê Rizgo

Sêxê Şêxûbekiriya-Mîrzayê Mîroyê (Dewletê ev ji virê nefîkirine?) Nemirê Mîrza,

Mala Eliye Nûre, Reşîtê Kolo, Hiseynê Hesen

Bismilê

 

Dawidiyê

Deflî?

1-Hemzoyan

2-Merhoyî

3-Tarî

4-Usiv Reşîd

5-Qizili

 

1-Mîroyê Biro

2-Êvdiyê Hollo

3-Kuliyê Şêxo, Mihemed Keya

4-Mîroyê Ussif-Hesene

5-Tahlo (mala Biro), Şêxo, Dawê, ew ji Kanîspiyê rabûn hatine Dawidiyê

Çinarê

 

Dêrik Anqosî Farqînê-Silivan
Dikênî Şediki

Şêxê Şêxisiniya- Xaltî?

Silemane aqo

Mirade Eli- Bavê Ezedînê Mirad

Çinarê
Heyderqul Şedikî

Qizilî

Pêvazî-Xaltî?

Silêmanê pej (Mervê Bişar û Hizniyê Cewer), Mala Qotê,

Şêx Memê û Şêx Ferman

Hisseyînê Hessen ,

Bismilê

 

Kanîsipî Xalti –Qizilî

 

Berê mala Tahlo yê kalikê Dawê li vî gundî bû û dûre têne Dawidiyê, Nebiyê wî Dawê niha  li „bajarê Alholrnê“ dimîne.

Niha Bisilman

Çinarê
Kelemo Hinga  1953 de li çolê hate kuştin pêve têne Çelê û Hamid, Ezedînê Mistê,

Rizgoyê çetelî

Şêx Evdalê bavê Seydo,

Silîvan
Kerxê  Pêvazî

Mala Çelikê ?

Mîhlka-xalti ?

 

Nemirê Mîrza yê ku ji Baximzê hatine û mirîd bûn?

 

Bismilê

 

Qewsanê Şewrikî,

Mihemedkî Rêzê Gund

 

Aqoyê birê Birahîm,

Bavê Xalitê Semto çar bira Hiznî, Elî, Kalo (Ev ji virê hatine Qorixê?)

Çinarê

 

Kifuriyê Metînk Axê Metînka, Mala Silemanê Hecî Teyp lêbû?Êzdî Çinarê
Koçik Şewrikî

 

Berê ya M.Cemîl Paşaşa-Xendeqî: Axikî, Himeydî

Hesin (bavê Pito) û Cindî (ev bavê xalê Mihemed û Sihît Tekçe ji vî gundî hatine Sînanê, dûre Basork,

Seyîd Hesenê hatine (1944 ?) li vî gundî b) ji virê diçîne -Hecrê.-Asincê

 

Hesenê Gulê- Temoyê Bavê Qasim

Rizgoyê Alî Çar ta

 

Bismilê

Mele Eliya Jorîn Şêxê Şêxisinî

 

Miradê Elî bavê Şêx Ezedîn

 

Çinarê
Mele Eliya Xwarî Şêxê Sicadîn(Berekî) Wexta Baximz xirabuye Şêxmîro hatye xortaniya xwe li virê buye Çinarê

 

Melecabirê  

Xaltî : Amerkî,

 

 

Temo Hezarê –(Kemal Temo 1965 hate kuştin ?)

Temoyê Şemdîna şêxê şîxisina anjî Pîrê Ormexalan-bavê Feqîr Eylas (pîrê me?),

Şêxo yê Rihanê- Eyo, Misto.

Niha bisilman

Bismilê

 

Melkîş Şêxê ?

Xalta

Şêxo yê Rihanê (Gelekî bi nav û dengbû û beg?)

 

Şêxmîro heta xortaniya xwe li virê buye ?

Çinarê

 

Merfolatê Niha Bîngolî tê dene Çinarê
Melefiyata Mihemedkîyên Rêze Gundî Mala Rizgoyê Îsa – Bismilê
Mîr Êliya Farqînê-silivan
Mîr Qûliya li ba Sînanê ye Farqînê-silivan
Mîrza Bega Farqînê-silivan
Perîşanê Farqînê-silivan
Pîran Pîranî?

Metinî

 

Dewleta berê gelekî ji mêrxasekî pîrê Êzdiyan acisbuye û gotinê, tû xirabiyê ne gihîne me, tû kîderê bixwazî emê wê derê bidin te. Ewî jî gotiye vî gundê bidine min. Lewma jî navê gund buye Pîran. Hemo Burinaçik. Qerejdax-

Mazîdaxê

 

Qarqartîkê Niha Bisilman Çinarê
Qencoxwaskê Xaltî ?

 

Êzdiyê bi navê Qado hate kust

Bişarê bavê Hizniyê Cewer

Niha Bisilman

Çinarê
Qerepal Şedikî

Mihemedikiyên Rêze Gund

Demekê Bişar û Kinhê mala Zoro lê mane,

Piçûkê bavê Genco ji virê hatiye Asincê

Bismilê
Qizilê Merebiyên xendiqiya Şêx Kemo,

Feqir Emer û bavê Feqir Hesê

Amedê
Salmanê Himeydî Sebroyê mala Hemê Hezarê –Hizerê Sahdo. Çinarê
Sarê Hisseyin Qizilî Piştî ferman ê xalta, Silê û Evdê bavê Enwer ji Ridwanê  hatine virê û dûre Asincê? Bismil
Şêx Çopanê Himeydî

Şedikî

 

Silêmanê Biroyê, Kelê-Himeydî

Sebroyê mala Heme hezarê,

Kinhê û Bişarê Kolos mala Zoro

Sebroyê mala Hemê Hezarê

Çinarê
Seydekê Qizili

Himeydî ?

 

 

Mamedê Bekirê Êmo, ? Hesin ?

Bişarê Kolos

Hizerê Sahdo ji virê hatine Şimzê û Sebroyê mala Hemê Hezir (Bavê Birahîmê Îsa yê Mahmê Sahdo)

 

 

Çinarê

 

 

Seyîd Hesenê Şewrikî

 

Hesin û Cindî di sala 1925 de ji Basorkê têne vî gundî
Sînanê Denî

Şewrikî

 

 

 

 

Hamidê (denî?)

Aqo sînanê(denî?)-Heznî

Hesinê Bayloz (Wexta Hesin û Cindî 1925 de ji Basorkê di revîne û tîne vî gundî mala Şêx Nemirê Mirzayê Mîro, hingê berfa sor hatiye û deh mehan li erdê maye.X Pito)

Bismilê-Batmanê
Tawisî Dawidî Hemzoyiyan? Mazîdaxê
Tilhebuşê Mala Bavê Xelîlê Xeto?

 

Şêxê Sêxubekeriya Xelilê Feto

Şêxoye rihanê

Kolosê Fuqrê, bavê Ereb û Sêlim (Mirîde)

Çinarê

 

Tirbesipî Çinarê
Xirabê Mezirê Dawidî Xirabeye Çinarê

 

Belê xwandevanên hêja, ez gelekî xemgîn im ku, gelek delîl-dokumentên hîn zêdetir bi rêk û pêk li ber destên min tûne ne û hêvî dikim, hûn ji kêmasî û șașîtiyên ku di nava van zargotin  û berhevkirinên min de hebin re bivine alîkar!

 

*Çavkanî:

*- Gelek ji van zargotin, agehdarî û  bîranînên navên gund, malbat, beg, axa û eşîrên Êzdiyên, yên ku di herêma bajarê Amed, Farqînê, Bismil û Çinarê de diman ,  di rûpelên 71-77 , yên pirtûka min “Hebûn û Tûnebûna Êzîdiyan tev romanên zindî ne, sala 2000 de li bajarê Oldenburgê” https://www.facebook.com/photo.php?fbid=1868998093315863&set=p.1868998093315863&type=3&permPage=1  hatine weșandin.

Lê hinek rîspiyên ku di van salên dawî de, di hevpeyvînan û rêya telefonkirinê de agahdariyên xwe dane min jî evin:

  1. Evdoyê Cemîl, yê ku di sala 1932 de gundê Baxçeçikê çêbuye û di herêma Amedê de dima.
  1. Cindî yê Kinhê, yê ku di 01.06.1938 de li gundê Dawidiyê çêbuye û di herêma Çinarê de dima.
  1. Hemo Burinaçik, yê ku di sala 1940 de li gundê Dawidiyê, herêma Çinarê de çêbuye û di sala 1988 de hatiye Almaniya. .
  2. Huseyîn Tolan, yê ku di sala 1941 de gundê Şimzê çêbuye.
  3. Rahmetiyê Pito yê Hesin (Elma) di sala 1922 de li gundê Basorkê(di quntara qêrê qubînê de ye), yê li ser navçeya Bişêrî(Qubînê)ye çêbuye û di herêma Amedê de dima.
  4. Bahrî Bilgiç 1945 ji gundê Baxçeçikê(eșîra Himeydî ye, kurê rahmetiyê Emînê-Mamed Keya ye)
  5. Ibrahim Biten 1943 (ji eșîra Ședikî ya ye, mala wan di sala 1949 de Hatiye)gundê Asincê( kurê rahmetiyê Remo- Kalo ye….)

Ez gelekî spasiya van camêran dikim ku, ewan ev bîranînên xwe bi min ra parvekirin! 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev