Ecêba ser ecêbê: Îbrahîm Tatlises bi kurdî distirê!

Gelek sîyasetmedar, nivîskar, hunermend, dengbêjên kurd ku bi tirkî sîyasetê dikin, bi tirkî dinivîsin û distirên û dema carekê tenê bi kurdî binivîsin û bisêwirînin, êdî bo gelek kurdan tirkîya wan tê jibîrkirin û bi her awahî pesinê kurdîya wan û kurdbûna wan didin. 

Hinek kesên vê vîdêoyê mêze dikin, ji kêfxweşîyê dibêjin: -Hela vê ecêbê mêze bikin! Îbrahîm Tatlises bi kurdî distirê!

Di rastîyê da tu ecêb jî tune, ji ber ku kurdek li Kurdistanê kilameke bi kurdî distirê…

Ecêba duduyan jî ew e, ku Karapêtê Xaçoyê ermenî li Ermenîstanê tenê bi kurdî stiraye û tu kilameke ermenî ne stiraye!

Ecêba ser ecêbê jî ew e, ku Îbrahîm Tatlisesê kurd dengbêjê tirkan e, lê Karapêtê Xaçoyê ermenî dengbêjê kurdan e!

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev