Immanuel Kant

Immanuel Kant

Ali Gurdilî 

Immanuel Kant, di kalitiya imrê xwe de di nameyekê de dinivîsîne ku temamiya xebatên xwe, spartiye sê pirsan ku ew jî ev in:

1- Em dikarin bi çi bizanibin?
2- Em dikarin çi bikin?
3- Em dikarin ji çi bawer bikin?

Tiştê balkêş ew e ku meriv dikare bibêje di hemû dewr û dewranan de, pirsên wî li ser kar in û berbelav in. Çimkî, piştî Kantî jî gelek ramangir û feylesofan, heman pirsan ji xwe kirine û xwestine ku xwe bigihînin, bersivên ayan.

Pirsa yekem, bi zanînê re têkildar e: ‘Dinya çawa çêbûye?’, ‘Ez çawa dikarim bi tişteke bizanibim?’, (Ji bo Kantî ev pirs girîngtir bûye) ‘Ez çawa dikarim derheqê wî tiştî de xwe bigihînim zanayiyeke misoger û zelal?’

Pirsa duyem, bi tevger û kirinên me re têkildar e: ‘Ez çawa dikarim jiyana xwe versat bikim?’, ‘Ez çawa dikarim bi ser bikevim?’, ‘Ez çawa dikarim bi xelkê re zêdetir aşt bim?’ û hwd.

Pirsa seyem, bi baweriyên me re têkildar e: ‘Gelo meriv dikare bibêje ku hêzeke raserê me heye?’, ‘Îradeya me azad e yan na?’, ‘Li gerdûnê herhebûnî heye gelo?’ û hwd.

Xweş xwiya ye ku ev sê pirsên sereke di roja me de jî li ser kar in û berbelav in. Lêgerîna bersiva wan jî, wesfekî gerdûnî nîşan dide û berdewam e.

Çavkanî: Dîroka Felsefeyê – Ali Gurdilî

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev