Ji nimûneyên zargotina me – 117

Ji nimûneyên zargotina me – 117

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema 117an me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çîrok-hikyateke di wê da cîwarbûyî raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

ÇÎVO

Hebû mêrek, jinek, kurekî wana.

Rokê mêrik pale berevkirin, çûn zevî çinîn. Mêrik go:

-Lawo, here wextê teştêye, here nanê pala weyne.

Go: -Bavo, qeda kêra xwe bide min, ezê xwera pê pîpka çêkim, hêdî-hêdî herme mal, nanê pala bînim.

Ewî bavê xwe xapand: kêra bavê xwe jê sitend û çû mal, go:

-Dayê, zû bike, bavê min kêra xwe şandîye, gotîye: “Bera gayê sor şerjêke, zû taştê ji palara çêke, bişîne”.

Dê got: -Lawo, emin, gakin, emê çawa ga şerjêkin.

Go: -Dayê, eger îna nakî, binêr, eva kêra bavê mine, bavê min eva kêra şandîye.

Ha, hanka jinikê gilîyê wî îna kir û seva dême goşt bê şerjêkirinê, wê demê gazî çend xorta kirin, ga şerjêkirin. Ha, hanka tendûr dada û dest bi çêkirina xarinê kir bona pala.

Ro hate nîvro, mêrik lê nihêrrî, tu xeber ji mal nehat. Ewî gote pala, go: -Hema ji xevata xwe venekişin, ez herime mal, nîn bînim.

Ew hat, nêzîngî gund bû, lê nihêrrî ser mala wî dû-dûxan usa bûye, meriv şaş dimîne. Hat, çaxê ku nêzîng bû, go:

-Ev çiye, çi hewale?

Jina wî go: -Çawa çi hewale? ne te gotîye: “Gê şerjêkin, bişînin”.

Go: -Ê, jinê, tu xwedê, tu rebîyê xwe, min ji kesîra negotîye, min ji kêra gotîye, gê şerjêkin.

Go: -Ne te kêr dabû Çîvo, wekî “zû gê şerjêkin, bişînin”.

Wêderê mêrik hêrs bû, kosevêrê (darkolk) tendûrê hilda, Çîvo wer kir, go: “Wey min xêr te nedîyo, kingê min go gê şerjêkin?”.

Çîvo kosevêr hilda, revî û çû nêzîngî parta bû, kire hewar, got:

-Hey hewar, rom û Îran hev qirr dikin, bavê min go: “Parta, partî bişewitînin û birevin”.

Ewî te usa got, ewana part şewitandin, çûn.

Mêrikê te hat, lênihêrrî pale rast tên, go:

-Hûn kuda diçin?

Go: -Çawa, em kuda diçin? ne te agir dabû Çîvo, “bira parta bişewitînin, birevin, wekî rom û îranê hev qirr kirin”.

Ew metel ma, go:

-Xwedê mala we xiravke ser mala minda.

Sekinî êvarê, ewî jina xwera go:

-Em çawa bikin, emelekî bînin serê Çîvo. Çîvo mala me xirav kir.

Jinikê go: -Emê bixapînin, emê bêjin çevê dya te birrijin, were bikeve tendûrê, germ bive. Kete tendûrê, şev rabe pelekî lêxe, bikuje, hemîn wî çaxî Çîvo xwe dabû piş dêrî, ew gilîyê wana yek-yek seh dikirin.

Bû êvar, ew hat, ewî go:

-Ezî nexweşim,- kire inte-int, go, ax, of, ez qolincî bûme, pişta min dêşe.

De, go: -Çevê dya te birrije, were bîstekê bikeve tendûrê, belkî tu pak bivî, pişta te germ bive.

Ewî te kete tendûrê. Şev eva raneza, dê û bavê xwe xewra kirin, çû. Çiqas ferê wana hebûn, kûpê wan, dîzikê wan kire tendûrê, gişk kirine tendûrê. Xwe çû, da piş derî.

Bîstekê şûnda mêrik go:

-Jinê, jinê, rave Çîvo razaye.

Ewî hanê pelek jorda hilda tendûrêda avît. Go: “Ax, go, çawa bû qirçe-qirça parxanê wî”.

Ewî go: -Ne ezim, go ferê tene.

Ewî go: -Jinê, fera jî çûn.

Sivê Çîvoyê te çû, maleke meta wîya li cîyê dûr bû. Çû, go:

-Metê!

Go: -Çîye?

Go: -Lê navêjî, ser birê xweda herim, ser mala birê xweda herim. Kire pinge-ping, girya. Sêr kirin, go:

-Metê, bavê min mirîye.

Ew jî girîya, li xwe xist:

-Wey li min, wey li min, birayo!

Evanê te sibê rabûn, kereke jinikê hebû, kade, bîşî kirine barê kerê û berbi mala Çîvo rêketin, çûn.

Çûn, nêzîkî merrzelekî bûn, hilda gote meta xwe, go:

-Metê, here ser tirba bavê min bigirî, a ya hane, ezê herme bêjime dya xwe bira ew jî bê cem te.

Bira ew kera xwe bajo, here.

Wî çaxî bavê Çîvo hatibû êş, lê nihêrrî, jinik wê li ser merrzel “birayo dike, bavo dike”. Evî te çû, go:

-Xûçê, hewalê te çîye?

Lê nihêrrî xuha wîye.

Go: -Birayo, ez qurbana teme, ne tuyî saxî. Mêrik go: -Çima, ez mirîme?

Go: -Duhva Çîvo hatîye, gotîye: “bavê min mirîye, go, gote min, here ya han tirba bavê mine, here ser bigirî, go, dya min jî bê cem te”.

-Ê, go, lê hela hê emelê Çîvo nizanî. Çîvo kera te jî bir.

Çîvo usa ker hînkiribû, heçî gava destê xwe bavîta belegoşka xwe, bixuranda, ker dizirîya. Çû derkete nava gundekî, çû der çend mala, mêvan xwey nekirin. Çû der kasib, go:

Xûçê, îşev mêvana xwey nakin?

Go: -Birayo, ez qurbana teme, çî me heye, ez te xwey bikim?

Jinik çû avê, ewî te ha-hanka kera xwe kire pişkewrikê (ciyê şevereş), xwe jî çû, xwe veşart piş stêrr. Lê nihêrî xortekî qazek anî da jinikê. Lezekê şûnda hine birinc, eva te anî ha-hanka birinc çê kir, qaz qeland, da ser û bir hilda. Anî ha-hanka hine pişrûk çêkir, ew xorta hat, ketine heneka. Nişkêva derî lê ket, mêrê wê ji ber dîwêr hat, go:

-Eze nexweşim, hi, hi, kire inte-int, nale-nal. Pişrûk anî ji mêrê xwera vala kir, ewî xar.

Çîvo piş stêrda korta xwe xurand, kerê kire zirînî. Mêrik metel ma, go:

-Keçê, eva çîye?

Go: -Ê, gava din yek hatîye, gotîye: “Mêvana xwey nakin”. Ewe, îja ketîye piş stêrrda.

-Ê, go, evdê xwedê, go, were, te çima xwe veşartîye, were vira.

Ewa hat, tev wî çend parî ji pişrûkê xarin. Çîvo pelegoşka xwe xurand, kerê kire zirrînî.

Mêrik go:

Çi divêje kerê te?

Go:

-Nîn bixwe, go li wî neke.

Careke din belegoşka xwe xurand, kerê kire zirrînî.

Ewî got:

-Xwedê hevînekî, ker çi divêje?

Çîvo got:

-Divê: “Hûn çima pişrûkê dixun, pelawa ser bi kişmîş waye, weynin, bixun”.

Jinikê got:

-Wê gava din ez çûme ber avê, qîza axê birinc dişûşt, hinek da min, min anî çêkir.

Çîvo û gêvîn pelaw xarin.

Çîvo dîsa belegoşka xwe xurand, ker zirrî.

Gêvîn got:

-Xwedê hevînekî, ker çi divêje?

Çîvo got:

-Divê bese pelawê bixun, qaza qelandîye waye, weynin bixun.

Jinikê got:

-Pî, ez îro çûbûme ber avê, qazeke birîndar roda dihat, min girt, anî çêkir, qe nedihat bîra min ez bînim.

Wana xarin, xelazkirin.

Çîvo dîsa belegoşka xwe xurand, ker zirrîya.

Gêvîn got:

-Xwedê hevînekî, binêr çi divêje?

Divê:

-Nahêle, em kula xwe bimrin.

Divê:

-Na, bêje, ezê gilîyê wî biqedînim.

Çîvo got:

-Divêje “tendûrê dadin, sîtile av germkin”.

Ha-hanka mêrik çû av anî, tendûr dada, av germ kir.

Çaxê av hazirbûnê, dîsa Çîvo pelegoşka xwe xurand, ker zirrîya.

Gêvîn got: -Ker çi divêje?

Çîvo got: -Ker divêje “ew ava kelandî bivin bere xumdin”.

Ewana av birin, bere xum dan, yarê jinikê jî têda bû, têda şewitî.

Sivê mêrik çû ber dêwêr. Jinikê gote Çîvo:

-Kurrê kerê, te kurê axê kuşt, bive here bavêje.

Çîvo got: -Ezê çima bavêjim, ez navêjim.

Jinikê got: -Tu xudê, kincê wî, kembera wî, gişk ji tera, bive here, bavêje.

Çîvo meyt anî da ser kerê, çû nêzîngî gundekî bû, lê nihêrrî gund xirmanê gênim sorkirine, didine bê. Xeyalek (xîyar) da destê yê mirî, çend gez lê xistin, ker ber bi xirmana gênim kir, xwe ji para egle kir, dest avîte doxîna xwe.

Ker kete ser xirmana gênim. Xayê xirmanê gazî kir, got:

-Syarê kerê, mehêle kera te têkeve ser xirmanê.

Çend cara gazî kirê, yê mirî ker ser xirmana gênim, gênim dernexist. Evê te jî hêrs bû, got:

-Kurrê kerê dîne, ker bere ser gênim daye, li mêrik xist, ew ket.

Çîvo doxîna xwe girt, got:

-Wey li min, bavo, te bavê min kuşt?

Mêrik got: Canim, bavê teyî mirî bû.

Çîvo got: -Canim, çawa bavê min mirî bû, evê xeyalê wî dêst, çend gez li xeyal dane, çawa mirye?

Anî, xûna wî bêş kirin, çil bar nan. Her malekê ji mala xwe barê gakî nan hazir kirin û dane Çîvo.

Çîvo rêket berbi mala xwe. Ew çû mal.

Bavê wî lê nihêrrî çil bar nan, go, Çîvo anî hat.

Ewî êvarê gote mêvanê xwe, go:

-Filankes, ewî ku ew kuşt, bavê min bû, evê niha jî kalikê mine. Hûn gava şev cîyê xweda derên, kalikê min jî wê bimire.

Ewana go: -Canim, tu dîn nînî, em cîyê xweda derên?

Go: -Ez zanim, ez ji wera divêjim, gava kalikê min jî bimire, ezê we gişka bikujim.

Evî te ji êvarda haqa çîrok ji wanra gotin, wekî şev hat derbaz bû, paşê anî başqe-başqe cîyê wan danî.

Ê, ewana westîyayî bûn, gişk razan, ewî plûr çêkir, doxînê wan vekir, her yekî kevçîk bê mene kir nav derpîyê wana.

Evana şev xwe hişyar bûn, yek got: -Canim, ez ciyê xweda derketime, ewî gote hevalê xwe, hevalê wî got: “Ez jî derketime”. Wisa, ewî her çilî dey li hev kir, gişka go: “Canim, em gişk derketine”. Evana go: “Ravin, birevin, wê me bikuje”.

Çîvo lê nihêrrî kurrepist ketîye nav wana, nişkêva kire qîjîn, go:

-Wey la min bavo, kalikê min jî mir.

Ewana her yek ji xwera revîn, çûn.

Ewî sivê anî, gote bavê xwe, go:

-Bavo, eva ji tera çil bar nan, çil ga, çil weris, çil têrr, çil cil.

A usa jî ewî te da bavê xwe, go:

-Bavo, eva jî pêş zyana teva.

Ewe îdî.

Got: Hemîdê Hesen, ji gundê Şawlika, li ser cimhûriyeta Ş. Naxçiwanê. Hemîd bi xwe dersdare.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev