KONFÊRANSA LI SAN-REMOYÊ -2

KONFÊRANSA LI SAN-REMOYÊ -2

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê beşek ji cildeya 2an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin profêsor M. Lazarev ya bi sernavê ”Împêrîyalîzm û pirsa kurdan (di salên 1917-1923)” raberî we dikin. Îro em beşa duduyan a berhema bi sernavê ”Li Konfêransa San-Remoyê” raberî we dikin. Beşa pêşin me berî heftêyekê çap kiribû.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 117 

Pirsa kurda bi vî awahî li konfêransa San-Remoyê hate danînê. Derheqa wê yekê da dema enenekirina pirsa ermenîya jî hate xeberdanê, gava gilî hate ser çap û sînorên dewleta ermenîya. “Ez nikarim wê berpirsyarîyê hildime ser xwe û razî bibim, ku Ermenîstana Mezin bê damezirandinê,- Lloyd Corc got,- eger DAY mandatê hilnedin”. Lê ji ber ku zelal bû, ku DAY mandatê hilnadin, Lloyd Corc gerekê ber xwe neketa, ku axên kurda wê bikevine bin destê Amêrîkayê. Û paşê ewî gotina xwe mak kir: “Ji wê demê, ku Amêrîkayê fikra derheqa hildana mandata li ser Ermenîstanê ji serê xwe derxist, ez gelekî şikber im, ku dikarin dewleta ermenîya ya serbest ji deryayê heta deryayê saz bikin û biparêzin. Her biryardayînek, ku pêkanîna wê bi wê yekê va girêdayî ye, ku dikare di dilikê Asîya Biçûk da emelên şêr tevrabin, zoraya hevalbenda bide sistkirinê, û ez bawerim, ku dewletên hevalbend wê xwe li wê riya ku pir xerc dixweze negirin. Ev bîr û bawerî bi piranî derheqa wan navça da nin, li ku piranîya binecîya bi dijminayî berbirî rewşa sazbûyî dibin û li ku şertên cî destûrê didin rabine şerê partîzanîyê (ango, qesta serekwezîrê Brîtanîyayê Kurdistan bû.- M. L.). Bi bawerîya min, derheqa wê yekê da qet gilî jî nikaribû hebûya, ku hevalbend di hundurê Anatolîyayê da rabûna şer bikirana. Ew yek tenê di navçeyên rex derya dikaribû bibûya, li ku binecî dijminatîya xwe hindava hukumdarîya Tirkîyê da nîşan didan”(75).

Bin vê bîr-bawerîyê da merî dikare fêm bike, ku komên Brîtanîyayê yên serkarîkir eşkere bi neqencî berbirî fikra sazkirina dewleta ermenîya ya mezin li Anatolîya Rohilatê û Pişkavkazê dibin, û hesab yek e, ewê di bin mandata Amêrîkayê da bûya, an jî wê dewleteke serbixwe bûya. “Ermenîstana Mezin ” dikaribû hemû planên sîyaseta Brîtanîyayê li Rohilata Navîn serobin bikira. Kurdistana “qeşmerîyê” jî (kûkla) bona wê bû, ku bi destî wê bikaribin derkevine dijî vê yekê.

Çi ku derheqa pirsa kurda bi xwe da ne, daxazkarîyên dewletên Antantayê, ku li dokûmêntên konfêransa San-Remoyê da hene, gelek zelal hatine gotinê û ne hewcê şirovekirinên ciddî ne. Hal û dem usa li hev hatin, ku cara pêşin di nava dîrokê da pirsa kurda di civîneke navnetewî da bi resmî hate nirxandinê û hate biryarkirinê, ku kurd gerekê bi xwe qedera jîyana xwe kivş bikin. Lê li ser erafê navnetewî û di nav peywandîyên navnetewî da dîharbûna vê faktora nû, ku kemala wê ya dîrokî hebû, ne ewqasî bi saya serê wan guhastinan pêk hat, ku di nav civaka kurdî da dibûn (em bêjin, ku gelek serhildanên kurda di wê derecê da rola xwe lîstin jî), çiqasî ku ew rewş mecbûr dikir, ku piştî şerê hemcihanê yê yekê pêşda hatibû. Pirsa kurda di dema perçekirin û parevekirina axa Rohilata Nêzîk da, ya bi cûrê împêrîyalîstîyê û dagîrkarîyê, dihate safîkirinê. Ango, ew dijî daxaza dilê binecîyên kurd bû. Bi gilîkî mayîn gotî, derheqa bi heqî safîkirina pirsa kurda da qet xeberdan jî nikaribû hebûya. Di wê derecê da kurd di rewşeke diha xirab da bûn, ne ku tirk, ku Antantayê dixwest pirsa wê jî bi wî awahî safî bike, lê civaka tirka diha pêşketî bû, ne ku ya kurda, lema jî di nav wan da hêzên usa hebûn, ku gilîyên wan li wira jî dikaribû derbaz bûbûya û bi ser keta.

Lê bi rastî, biryarên konfêransa San-Remoyê usa tevlihev, bi dûman-dûxanê va nixamtî û bi tewlebazîyên dîplomatîyê yên mayîn va hatibûne binperdekirinê, ku pêkanîna mafên kurda, ku derheqa wan da bi dengekî bilind dihate gotinê, di praktîkê da nikaribû bi ser keta. Berî her tiştî welatparêzên kurd, hemû binecîyên mayîn hêvîşikestî dibûn, ku Kurdistan dikare bi sîyasî yekgirtî be. Di wan biryara da temamîya Kurdistana Rohilatê (Îranê), perçekî Kurdistana Bakûr hatibûne derxistinê, û dibe Kurdistana Başûr jî bihata derxistinê, eger ew bi “dewleta kurda ya serbixwe ra” nebe yek. Paşê, cûrê dayîna serbestîyê ji bo kurda bi rêyeke sext û dirêj va girêdayî bû û şertên wê jî ne zelal bûn. Usa hatibû kivşkirinê, ku derbazbûna ji “avtonomîyayê” an jî ji “avtonomîya” berbi serxwebûnê tiştekî ne eseyî bû û dikaribû pêk nehata. Hela di ser da jî, ew hema di destpêkê da ji alîyê sê dewletên Antantayê da dihate kontrolkirinê, yên ku bin bahana parastina miletên kêmjimar, îzina tevbûna nava karê Kurdistanê yê hundur girtibûne destê xwe. Û, ya dawî, di projeya derheqa pirsa kurda da hatibû kivşkirinê, ku Kurdistanê dikarin bi aborî û sîyasî perçe bikin. Bi gilîkî, ew proje ji sedî sed ya dagîrkarîyê bû.

Pêkanîna projeyê perçekî Kurdistanê dikire kolonîya, perçek jî dikir nîvkolonîya dewletên împêrîyalîstîyê. Perçebûna Kurdistanê wek berê dima, lê Kurdistan jî jimara welatên kolonîyal bi yekê va zêde dikir û împêrîyalîzmê jî hewil dida, ku kontrolîya xwe ya rastene li ser bide testîqkirinê. Navkirinên “avtonomîya” û “serxwebûn” rolek ne dilîstin, ji ber ku bi sîstêma mandatîyê ra tevayî dikaribûn fikra hukumdarîyê-dagîrkarîyê yên kevin anegorî dema nû bikirana.

Lê daxazên împêrîyalîsta yên sûbyêktîv bi prosêsên dewrana nû yên obyêktîv ra diketine hev û dijberîyek derdikete holê. Cêribandinên, ku nava biguhêrînin û naveroka mêtodên serkarîkirina gelên bindest nûjen bikin, û pêşî li rûxandina sîstêma împêrîyalîzmê ya kolonîyalîyê bigrin, ku îdî destpê bûbû, berga tiştekî ne girtin. Hilbet, ev yek derheqa Kurdistanê da bû jî. Û bi wê ra tevayî riya gelê kurd berbi azadîyê û serxwebûnê diha sext û dirêj bû, ne ku ew di dema sîstêma Vêrsalîyê da xuya dibû.

Li konfêransa San-Remoyê pirsa Tirkîyê hema bêje hate safîkirinê. Ya sereke -hevalbenda derheqa parevekirina mandatên “dereca A” da li hev kirin (ango, axên ereba yên Împaratosîya Osmanîyê). Felestîn û Îraq (bi Mûsilê va) diketine bin hukumê Îngilîs, lê Sûrîya û Libnan jî-bin hukumê Fransayê. Fransa bona wê yekê, ku ber Îngilîs daxwer û Mûsil dayê, 25 selefê (%) nefta Mûsilê sitand. Hevraqayîlbûnên bi problêmên mayîn ra jî heta derecekê hatine safîkirinê, ku bi peymana aşîtîyê ya bi Tirkîyê ra girêdayî bûn. Piranî ew derheqa qedera Anatolîyayê da bûn, ku perçekî Kurdistanêyî mezin jî dikete navê. Bingeha serekên Antantayê hebû ser wê bawerîyê bin, ku hetanî destpêkirina konfêransa aşîtîyê rewş di wê navçê û dora wê da wê di alîyê başîyê da biguhere. Hêvîke mezin danîbûne li ser êrîşkirina Yûnanistanê ya hezîrana sala 1920î, ya ku nêt danîbû pêşîya xwe tevgera kemalîsta bihincirîne. Li rohilata Asîya Biçûk Ermenîstana daşnaka piştgirîya Antantayê dikir. Têkçûna nasyonalîsta gerekê ew problêm bida hilanînê, ku Tirkîya dikaribû derkeve dijî şertên peymana aşîtîyê, ya ku wê ser wê wek dewleteke serbixwe giran rûnişta.

Împêrîyalîstên Antantayê xewnerojk didîtin, ku “pirsa rûsa” da wê guhartinên usa çê bibin, ku ji wan ra wê dest bide (ew pirs bi pirsa Almanîyayê ra tevayî gerekê li konfêransa San-Remoyê da bihata lênihêrandinê). Êrîşkirina polonîyayên sipî û paşê jî ya Vrangel gerekê dîwana Sovyetî hilweşanda û rewş li navça Derya Reş bida guhastinê, ya ku wê pêkanîna planên zevtkarîyê him li navça Devtangên Derya Reş, him jî li rohilata Asîya Biçûk bida hêsakirinê.

Awa, dîplomatîya Antantayê gerekê ji xebata kirî razî bima û bi çavekî xwebawer li paşeroja xwe mêze bikira. Projeya peymana aşîtîyê teslîmî Tirkîyê kirin û ew di pressayê da hate enenekirinê. Pressayê guhdarî datanî li ser wan xala jî, yên ku derheqa problêma kurda da bûn, û gelek şaşî, berxwederxistin û xeletî jî çap dikirin. Ji bo nimûnê, rojnama almanî “Doyche Tagescaytung” 30ê nîsanê sala 1920î nivîsî, ku perçekirina Tirkîyê bona sazkirina “komara Kurdistanê ye bin hukumdarîya Îngilîs û Fransayê”(76). Rojnama swêdî “Hufvudstadsbladet” dinivîsî (20ê nîsanê sala 1920î), ku Îngilîs pêşnîyar kirîye mandata Ermenîstanê bidne Kanadayê, lê Fransa û Îtalîya pêşnîyar dikirin wê bidne welatekî neytral -Norvegîyayê, an jî Hollandîyayê, û eva dawî bi wî şertî razî dibû, ku karê fînanskirinê ji ser wê bê rakirinê(77).

Tiştekî balkêş e, ku gava pirsa kurda û safîkirina wê li ser temamîya axa Kurdistanê li konfêransa San-Remoyê bi resmî bû têma enenekirinê, ji gişka zeftir rûsên ji gvardîyavanên Sipî ber xwe ketin. Bi malûmatîyên rojnama swêdî “Svenska Dagbladet” (23ê nîsanê sala 1920î), rêxistinên penaberên rûs yên li Parîsê “dij bûn ku Batim bona Kurdistanê bibe bendera aza (!). Batim bin destê Rûsîyayê da ne, û ewê wêya nede ne Kurdistanê, ne jî Gurcistanê”(78). Rastîyê jî, “mala bûkê dawet e, mala zavê haj pê tune…”. Lê rojnama “Berliner Tageblat” (1ê hezîranê, sala 1920î), gava qala dakutana bolşêvîka li Rohilatê dikir, dinivîsî: “Piştgirîke (ya bolşêvîkîyê.- M. L.) usa soz dane komara nû ya Kurdistanê, ku eger ew bi ser keve, ewê ji bin hukumdarîya Îngilîs derkeve û wê bikeve bin hukumdarîya Rûsîyayê”(79).

  1. N. Mîlyûkovê dûrdîtî rewşa li navçê sazbûyî diha bi aqilane qîmet kir. “Nyu Steysment” ji miqala wî ya li rojnama “Novaya Rossîya””(Rûsîya Nû”), ku li Parîsê çap dibû, perçek anîye, li ku serekê kadêta nivîsîbû: “Rûsîya, heta ya bolşêvîkîyê jî, ji bo Ermenîstanê parastvana diha baş e dijî Tirkîyê, ne ku parastvanên wê yên Antantayê. Ermenîstan gerekê ji wê yekê dersê bistîne û ez bawer im, ku ewê diha zû ew derc kirîye, ne ku ew di praktîkê da pêk hat”(80).

Lê em van gilîya daynine alîkî û guh nedine “fikrên” mihacirên rûs, ji ber ku kemala wan tunebû. Fikrên Îngilîs û Fransayê, ku tevgelên perçekirina Tirkîyê yên sereke bûn, hindava bîr-bawerîyên li San-Remoyê, yên derheqa van pirsa da, weke hev nîbûn. Di parlamentoya Brîtanîyayê û pressa Îngilîs ya bûrjûwazîyê da guhdarîya sereke datanîn li ser safîkirina pirsa Tirkîyê, di nav wê da ya kurda jî. Û ew yek femdarî ye, ji ber ku ji wan pirsa diha zef kar hebû. Rexne tenê di hindava nekivşbûna statuya navçeyên kurda yên wilayeta Mûsilê da bûn, ku di praktîkê da dikaribûn bigihîştana Kurdistana “serbixwe”. Ji bo nimûnê, “Deylî Kronîkl”, ku bang dikir Mûsilê zevt bikin (30ê tîrmehê sala 1920î), nivîsî: “Gerekê bidne ber çava, ku bakûra Mesopotamîyayê, xwesma Mûsil û der-dorê wê, cîyên here baş in bona eskerên ser sînor li wan deran bi cî û war bikin”(81).

Biryarên konfêransa San-Remoyê yên derheqa pirsa Tirkîyê da, ku li Fransayê hatine îmzekirinê, bi dilekî kovan hatine qebûlkirinê. Undakirina Mûsilê û ew yek, ku mafê Fransayê li ser tevgelîya di nav karê serkarîkirina Felestînê da ji dêst derdiket, berk hate rexnekirinê. Elametîya pûblîsîstê bi nav û deng û zaneyê problêmên Rohilata Nêzîk Vîktor Berar di senatê da (28ê tîrmehê sala 1920î) gelekî hewaskar e: “Di sala 1916a Sûrîya, Kîlîkîya, Mesopotamîya, perçekî Kurdistanê û heqekî meyî miletîyê li Felestînê hebûn. Niha, gava careke mayîn qayîlnivîsara sala 1920î hate girêdanê, em dibînin, ku maqûl Klemanso di rê da Mesopotamîya û Kurdistan ji dest xwe berda, Mûsil da Îngilîsa, û ewî usa anî serê Felestînê, ku ew welatê întêrnasyonalîst bû welatê bin hukumê Îngilîs”(82). Romannivîsê di wê demê da navdar Pier Loti, ku derheqa kawbûna rohilatê da bi nivîsarên xwe ser geleka ra bû, pirtûkeke bi sernivîsara “Fransa me ya ezîz li Rohilatê şehîd ket” çap kir. Lê dîplomatîya Fransayê nikaribû pêşîya bi wî awahî safîkirina pirsa Tirkîyê bigre, ji ber ku ewê bibûya menîya tevlihevîyên cihê-cihê di nav meydana navnetewî da.

Awa, têksta peymana aşîtîyê ya Antantayê bi Tirkîyê ra berê da hatibû amadekirinê û li ser wê li hev kiribûn. Pêş da cîyê îmzekirina wê jî hatibû kivşkirinê -perrê bajarê Parîsê -Sevr. Tenê dima ku zorê li hukumeta Stembolê ya Damed Ferîd paşa bikin, ku wêya qebûl bike (û ew yek problêm nîbû) û tevgera kemalîsta ji holê rake, ya ku hêza bi tek-tenê bû, ku dikaribû nehêle wê peymanê di jîyanê da bi ser xin. Bona wê armancê 22ê hezîranê sala 1920î Yûnanîstanê bi piştgirîya Îngilîs destbi êrîşê kir. Ordîya Yûnanîstanê bi lez pêşda diçû û usa xuya dibû, ku tu tişt nikare bibe asteng, ku Antanta planên xwe li hemû perçên Împêratorîya Osmanîyê pêk bîne, di nav wan da ser axên kurda jî.

Çavkanî:

  1. Lloyd Corc D. Rastî derheqa hevraxeberdanên aştîyê da. Cild II, rûpel 447.
  2. Bultena N. K. Î. D. ya 30.04.1920, hejmar 8, rûpel 22.
  3. Dîsa li wir, 13.05.1920. rûpel 1.
  4. Dîsa li wir, 17.05.1920, hejmar 12, rûpel 3.
  5. Dîsa li wir, 10.07.1920, hejmar 22, rûpel 28.
  6. Dîsa li wir, rûpel 28.
  7. Dîsa li wir, 30.07.1920, hejmar 26, rûpel 29.
  8. Cummîng Henry H. Franco-Brîtîsh Rîvalry în the Postwar Near East. L., 1938, rûpel 71. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev