Pirsa we û bersîva me – 58

Pirsa we û bersîva me – 58

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê Nura Şane bersîva pirsekê ha da:

 

Pirsa Narîna Bîtlîsî û bersîva Nura Şane

 

Pirs: Wek ez zanim, kurdan berî zêdeyî 100 salan jî nav û paşnavên xwe bi awayê kurdî bi kar anîne û nivîsîne. Lê em dibînin îro hema bêje hemû kurd, xênji kurdên Sovyeta berê û çend nivîskarên Kurdistanê, nav û paşnavên kurdî bi kar naynin. Gelo dagirkarên welatê me di pêkanîna asîmîlyasyona sipî da tesîr li ser nav û paşnavên me jî kirine û bi ser ketine?

 

Bersîv: Belê, tu rast dibêjî. Em dikarin van nimûneyan bînin: Ahmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Melayê Batê, Dewrêşê Evdî, Evdalê Zeynikê, Bişarê Çeto, Rizayê Xêlit, Emê Gozê, Elikê Battê û gelekên din.

 

Ev yek di navên nivîskarên gotaran yên di ”Hawar”ê da çapbûyî da jî xuya dibe, wek: Cemîlê Tacdo, Hesenê Mistê, Smaînê Serhedî, Evdirehmanê Rojkî, Sibhîyê Diyarbekirî, Masûmê Hamîdî, Remoyê Qenco, Silêmanê Ferho, Xelîlê Gênco, Bişarê Segman, Hisên Emînê Perîxanî, Yehyayê Seyda, Qadirê Ferman û yên din.

 

Ev cûrê nivîsara navan niha hema bêje tenê li bal kurdên Sovyeta berê maye, wek: Erebê Şemo, Xelîlê Çaçan, Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Nadirê Kerem, Kinyazê Îbrahîm, Ezîzê Zîyo, Rizganê Recevî, Ezîzê Gerdenzerî, Şeroyê Biro, Eznîva Reşîd, Aslîka Qadir, Zadîna Şekir û h.w.d. Hela di ser da, serokê radyoya kurdî Xelîlê Çaçan navên dengbêjên ermenî jî dikire di nav qalibê kurdî da, ku destûra wî tunebû jî, lê wî ew yek ji bo wê yekê kir, ku guhên kurdan hînî cûrê kurdîyê bin. Wek: Aramê Tîgran, Karapêtê Xaço, Davîtê Xilo û yên din. Lê bi fermî navên ermenîyan ne bi navê bavê wan va dihate nivîsar, wek Aram Mêlîkyan, Karapêt Xaçatryan û h.w.d dihat nivîsar.

 

Gelo ji kurdên dervayî Sovyeta berê çend kes niha bi vî awayî dinivîsin? Yê ku ez zanim, tenê Hesenê Metê, Zinarê Xemo, Şahînê Bekirê Soreklî û çend kesên din in.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev