
Delala Memê Recevî
Neke
Neke bêbexto neke,
Evîna xwe ser min ferz neke,
Dilê min dax kirî
Careke din dax neke.
Neke bêbexto, neke,
Dilê wêran t’alan neke,
Evîna kuştî dîsa nekuje,
Dilê xwe bê evînda
H’ed neke.
Neke bêbexto, neke,
Neç’îra dilê min nekuje,
Evîna min sêwî nehêle,
Min bê h’ub sewdeser neke.
Were,
Dergê dilê min dadaye
Ser evînê dil h’eznîye
Were min pêpes neke.
Were li min veger’e
Her şev bê deng têyî
Xewa ç’e’vêd min
Bê deng dir’evînî,
Diçerçirînî,
Min dêşînî,
Dil û kezeb
Jorda tînî,
Min t’ev êşê
Dihêlî t’enê
Û bê deng diçî.
H’eta k’engê
Tu min bêşînî ?
H’eta k’engê ?
Tu dilê min
Vajî bixûnî
H’eta k’engê?
Were li min veger’e,
Min nav bêdengîya
Evîna bê h’ub nekuje,
Were li min veger’e,
Steyrka min
Ji e’zmanê dilê xwe
Nevêje,
Were li min veger’e
******
Steyrkêd e’zmîn
Wek dilê bengî,
Diç’ûrisin
Li e’rşê e’zmîn.
Her yek dileke,
Dilek bi evîn,
Her yek r’uheke
R’uhek bi jîn.
Carna dixeyîdin
Ji evîna k’ûr,
Û jorda tên xwar
Nav bêdengîya dûr.
Riataza