Nameyên evînî -5

Nameyên evînî -5

Xwendevanên delal, em beşa xwe a nû bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a pêncan e.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro çend fikirên ji nameyên evînî çap dikin, ku Nura Şane amade kirine. Dibe ji wan nameyan hinek ji Nurayê ra hatibin şandin. Wê demê qîmetê wê nameyê bilind dibe, ji ber ku emê hîs bikin, ku rêvebira vê beşê ne tenê bi pênûsê nivîsîye, lê bi dil ruh û hîsan va jî.

 

***

Nura ezîz xwezî wek wan roya bûya… Û xwezî min ji evîna te dîsa riya xwe şaş bikira, trêneke din siwar bûma…

 

***

Nura ezîz. Ez zanim tu behsa wan deman dikî. Heta min texmîn kir weke ku bo te pir hêsa ye ji min dûr bikevî. Tu texmîn dikî ku ez qet behsa rewşa xwe a wan deman nakim? Û ezê nekim jî, a hate serê min, bira neyê serê gurê çiyan. Niha ezê nikarim bêjim jî di çi halî da bûm, ji ber ku niha ne di wî halî da me.

 

***

Dibêjin li ser rûyê min qerçimok tunene, lê nizanin ku ew li ser dilê min in.

 

***

Ji hemûyan pirtir di vê rewşê da ji wê ditirsîyam, ku ji Nura xwe bixeyîdim. Lê yek sanîye jî di serê min ra derbaz nebû, ku jê bixeyîdim.

 

***

Xaliq mezin e. Wê li me bê rehmê, heger ez sebir bikim?  Bi hêvî me. Meriv ewqas hev hezbike û bikaribe wisa ji hev dûr bisekine?
Jar im di jiyanê da, evîna te ez kirime pepûk. Meriv çawa nîşkêve da dibe mirovê herî bextewar û herî xemgîn?
Di vê temenê da lazim e jiyana min aram û bi rêk û pêk be wek li welatên pêşketî. Ne ku wek li rojhilatanavîn wisa serûbin û tarûmar. Niha weke ku her tişt mirîye. Ruh mirîye, hiş mirîye, fikir mirîye. Ecêb e, lê bo çi dil ne mirîye?

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev