Tu zanî ez kî me?

Tu zanî ez kî me?

Îbrahîm Osman

 

Çavkaniya kana hebûnê,

dergûşa şaristaniyê me.
Bizrê min bi lêdana zêrîn re, ji çirûska nûranî peyda bû.
Afirîna aqût a miskîn im,

bi evînî diherikim girava jînê.
Min roj naskir jê re kemberbest bûm, agir dît bi pîrozî parast.
Min dendik xist binê axê, qudret û bereketa zayinê naskir.
Beriya her kesî min navê Xwedê li ser celbê nivisî û jê re şikir kir.
Li ser textê qewman bûm şadeyê zemewenda Adem û Hewa.
Min betanê dilê xwe kir çarox,

pê lawikê xweyî xerîb rêwî kir.
Min bi xwîn û xwîdana xwe dîwarê Quba Felekê li jor lêkir.
Nebî Nûhê tofanê xwegirtiyê min bû,

darên keştiya xwe ji parsûyên min çêkir.
Mûsayê mehkûmê Freun, dexîlê min bû, gopalê sêhrê min da dest wî.
Îsayê Nasrayî, ewilî ji kaniya hizr û bîra min ava qudretê vexwar.

Min êşên Yaqûb, Eyûb û Usiv di landika bextê xwe de lorandin.
Min mîkutê qewman da destê Birahîm Xelîl, li dijî zulma Nemrûdan serî rakir.
A ez ew im, ê ku 72 qurnan,

ji bo 72 miletan dua xêrê kir î.
Ê 72 ferman bi destê sultan, Mîr û paşayan lê rabûyî ez im.
Ê 72 caran şikyayî, lê netewyayî ez im.
Ê 72 demsalan ji warê xwe derbeder bûyî û pekiyayî ez im.
Ê di 72 agiran de şewitî lê wek zêrîniya xwe safî mayî ez im.
Ê 72 nebiyan, 72 mezheban li reqsa şewata wî temaşe kirî dîsa ez im,
Ez im ê ji bîra Xwedê derketî.
Min ji te re got, min serî da, lê netewand.
Vaye ez heme, li ser koka xwe me û dîsa diherikim.
Êzdî me, ezdayî me, nûr û ronayî me.
Ey çepel, dinya te tarî û reş e.

Ev hezar û çarsed salin tu li pê selwanekî pêwasî kes nizane bezê guhê wî ji ku ye dimeşe.
Eger hêza te hebe, hezkirinê bikuje, ronkayê bifetisîne, zayinê rawestîne, herikînê bicemidîne.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

Şirovekirin hatine girtin.