Rêwîtiya ber bi kurdên Beloçîstanê

Rêwîtiya ber bi kurdên Beloçîstanê

Welat Agirî

Di zivistana 2011an de ez li Îslamabadê, payitextê Pakistanê, mêvanê hevalekî tirk bûm. Ew heval merivekî camêr, mêvanperwer û damokrat bû ku ne mînanî piraniya welatiyên xwe. Di şeveke sar a zivistanê de, me bi çaya germ dil û hinavên xwe ji sur û sermayê diparast û helbet mijara axaftina me kurd û tirk bûn. Zor û zilma tirka, qedexeya li ser çand û ziman, serhildanên kurdan û kurdên Sovyetê û Ewropayê…

Gote min, got tu çima behsa merivên we yên li Beloçîstanê nakî. Min go merivên me yên li Beloçîstanê kî ne? Got ma haya te ji kurdên Beloçîstanê nîne? Min go wele ez zanim ku di nav kurd û beloçan de têkiliyên tarîxî hene, pismamên hev in, lê ez nizanim ka kurdên Beloçîstanê çi kes in û ji ku ne.

Ji wê rojê pê ve, min dil hebû ku biçim Beloçîstanê û wan kurdên ku hevalê min behs dikir bibînim. Lê mixabin heta sala 2016an min fersend nedît ku derkevim rêwitiya Beloçîstanê ku ev eyaleta Pakîstanê gelekî durî payitext e.

Beriya derketina rêwîtiyê, gotî ji we re hinekî qala Pakîstanê bikim ku birastî Pakîstan bi her awayî welatekî dewlemend e. Heya sala 1947an Pakîstan perçekî Hîndistanê bû ku ji girava Hîndistanê re digotin “subcontînent”. Di vê giravê de Hîndistan, Pakîstan, Serîlanka, Bangladeş, Maldîv û Nepal bi cîh bûn. Di sala 1947an de gelên girava Hînd, di bin seroktiya Gandhî de, ji bindestiya Îngilizan xilas dibin. Bi destxistina azadiyê ve, ew tifaqa wan ya berê jî namîne û serdema cihêbûnê dest pê dike.

Mihemed Elî Cînnah misilmanên Hîndistanê organîze dike ku yekîtiyeke misilmanan bîne holê û wana ji hîndûyan veqetîne. Di wê dem û dewranê de, di navbera Gandhî û Cînnah de çend civîn pêk tên û Gandhî weha dibêje Mihemed Elî: “Were bi şûrekî min bike du kerî lê vê giravê neke perçe perçe, bihêle bira milet bi hev re bijîn”. Lêbelê Mihemed Elî Cînnah guh nade gotinên Gandhî, qismen bi ser dikeve û perçeke giravê ji Hîndistanê tê qetandin û navê vê perça nû dikin Pakîstan yanî welatê pak û paqijan.

Pakîstan welatekî federal e û li vî welatî pênc eyelet hene ku li her eyaletê herî kêm du nijad dijîn. Çawa Kurdistan tê gotin meriv zane ku welatê kurda ye, herweha Tacîkistan welatê tacîka ye lê miletekî bi navê pakî li ser rûyê dinê nîne. Li vî welatî ji deha zêdetir miletên cuda hene ku di bin konê Pakîstanê de hatine cem hev û ev welata ava kirine. Dema li wir bûm, min gelek caran gotiye Pakistaniyan “Divê navê welatê we bibe Dewletên Yekbûyî yên Pakistanê ku bi dehan dewlet di dewletê de hene”.

Her eyaletek xwiyê payitextekî ye lê payitextê federal Îslamabad e. Pakîstan di sala 1947an de ji Hîndistanê diqete û payitextê vê dewleta nû jî Karaçî ye ku di wan salan de şehrekî bi navê Îslamabad tunebû. Îslamabad bajarekî artificial ango çêkirî ye. Di sala 1960î de dewlet qirar dide ku payitext li ser deşteke mezin û li aliyê bakur ava bike. Pakîstanî dibêjin ku di wan salan de her der dar û daristan bû, dewletê di nav daristanê de bajarek ava kir. Îslamabad qet naşibe bajarên Pakîstanê ên din. Payitext çêkirî ye, endazyar û avahîsazan qelem û kaxiz dane ber xwe û şehir xêz kirine. Şehir sector bi sector hatiye beş kirin ku di her sectorê de rêya wesaîtan, cîhê avahîyan, cîhê sûk û bazarê, cîhê parqan kifşe û bi her alî ve rûniştvanên xwe kêfxweş û serfiraz dike.

Îslamabad payitextekî gelek rengîn e û rengîniya bajêr ji reng û rûçikên welatiyan tê. Dibe ku hûn bêjin çi eleqa bajêr û reng û rûçikê welatiyan heye? Wek me jorê jî behs kir pênc eyelet hene, ku heke em Keşmîrê jî bijmêrin dibe şeş, tu ji ziman û erf û edeta bigre heta bejn û bal û reng û rûçikên wan jî ji hev cuda ne. Mesela peştûn çûr in, sîndî reş in. Îca Îslamabad kombînasyoneke wan rengan e. De me got, ev payitextê federal e û bixwazî nexwazî jî rêya karker û memûra, talebe û esnafa, feqîr û dewlemenda pê dikeve. Li Pakîstanê kesên ku şal û îşlik li xwe dikin gelek kêm in, şalvar û qamîsên wan heye û ji bo her eyaletê jî neqş û nîgarên cil û bergên wan cihêreng e. Li Îslamabadê jî kes ji erf û edetên xwe tawîz nade yanî yekî beloçî tucar şalvar û qamîsên sindiyan xwe nake. Îcar di vê hal û rewşê de, komên gelek rengîn derdikevin holê. Ya ecêb jî ew e ku ev komên ziman, erf, edet, xwarin, vexwarin, rabûn, rûniştin ji hev cuda, bê pirsgirêk bi hev re dijîn û kes zilm û zorê kesî nake…

Em ê nivîsên xwe ên din de rêwîtiya xwe ya ber bi kurdên Beloçîstanê bidomînin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev