Salnameya 2018an a ”Apec”ê derket!

Salnameya 2018an a ”Apec”ê derket!

Ali Çiftcî

Ev çend sal in em weke Weşanxaneya Apecê vê salnameya kurdî û swêdî diweşînin. Herwekî di salnameyên dunyayê de me jî xwest ev salname bi hinek xisûsiyetan be: bi rojên navên keç û lawan, bi rojên girîng ku di dîroka kurdan de giraniyeke xwe çêbûye.

Lê di navê mehên kurdî de aloziyek heye. Bi kêmanî di navên şeş mehên kurdî de alozîyeke mezin heye. Me li gelek salnameyên kurdî mêze kir, lê em negêhîştin encamekê ku kîjan rast û kîjan ji aliyê etîmolojîk û pedagojîk ve baştir e. Lê me tiştekî din kir. Em vegeriyan ser sêra berê û kurmanciya malê ku demsalan li sê peryodan par dikin û welê dibêjin. Ev babetê binavkirina mehan hîn jî di hinek zimanan de maye. Di swêdî de jî förhösten, mitthösten û senhösten heye. Herwekî di kurmanciya malê de dibêjin, payîza pêşîn, payîza navîn û payîza paşîn. Me ev forma bilêvkirina mehan çêtir dît û ji xwe Mîr Celadet Alî Bedirxan jî di Hawarê de bahsa evê yekê dike (hejmar: 2, rûpel :7).

Wêneyên vê salnamê ji aliyê Seyda Goyan û Dûrzan Cîrano ve hatine girtin.

Ev kesen ku li Swêdê bixwazin salnamê bi dest bixin dikarin li kitêbxaneya kurdî, Komeleya kurd li Spångayê, Federasyona komeleyên Kurd li Swêdê û li Apecê peyda bikin. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev