Mem û Zîn -3

Mem û Zîn -3

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina xwe berdewam dikin. Berhema 118an me ji pirtûka Hecîyê Cindî ya bi sernavê “Destan û sitiranên kurdan yên êpîkîyê” hildaye, ku sala 1962an li Moskvayê bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va ji alîyê “Weşanxaneya Edebîyeta Rohilatê” hatîye çapkirin û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê em ji wê pirtûkê destana “Mem û Zîn” bi 5 beşan va raberî we bikin. Îro beşa 1ê ye.

Amadekirina têkstan, pêşgotin û şirovekirin yên Hecîyê Cindî ne. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin. 

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 118 

-Memê, ez dîna xwe didimê tu ketî nav mitalan, dilê xwe ji min sar dikî. Eva bû çil şev û çil roj ez ji bo te serê vê pirê rûniştime ser nexişên kerge, sur û sermayê li min daye, toz û xubara kerîyan li min daye, ez reş bûme; ku tu min nebî, ezê deng bidime cindîyên Cizîrê, ku perçê teyî mezin wê guhê te bihêlin.

Memê gelekî şaş û heyrî ma, tu rê jê dernedixist; go: “Ya Rebî, bavê min digot ezê ji te ra pêncsed xatûnên bi carî bînim, ez seba eva reşe mirdar hatime vira? Min mal û halê xwe, bavê xwe terikandîye”. Bor dîna xwe dayê Memê wê ji kerban biteqe, bi Memê ra kêlimî:

 

-Herê Memê, eva qîza Bekirê Ewan e,

Ewe remildar e, remila xwe datîne,

Gelek rêwîngên mîna te ji rê dadigerîne.

Tu ewê bavêje terkuya xwe û zîn e,

Bi zenguya rastê min bitirsîne,

Bi îzina Xwedê ewê tenişta xwe li erdê bibîne.

 

Memê ew hilda avîte terkuya xwe, bi qest go:

-Were, tu û Xwedê xwe, ezê te bibim, idî qedera min ev e.

Wextê avîte terkuya xwe, bi zenguyan Bor tirsand, Zîna Bekir ji jor da erdê ket, îro ne mirîye, îsal heft sal e mirîye. Memê kete nava mitalan, cara mayîn hat ser wê peya bû, dest kire dil, ava sar lê reşand. Ew hevekî ser xwe da hat, çavên xwe vekir, Memê go:

-Tu elayê xwe, qirar be, wextê min Zînê xatûn anî, ezê te jî bibim tême carîya wê.

Bi wê formê sozê xwe kirine yek.

Memê ajot û çû ber bi şeher. Bor kêlimî, dîsa gote Memê, go:

 

-Memê, eva heye Cizîra Botan e,

Hevîrtirşkên xwe ji xûnê sitirane,

Wextê ro diçe ava, bira li birê nabe xudan e;

Go, tu qapûtê hêşîn serê xwe werîne,

Nezera zarên wane berê maka

Wisan in, ku di behrê da çavên masî dertîne.

Memê qapûtê hêşîn serê xwe dialîne,

Dizgînê ser qarpûzê da dadixîne,

Borî bimbarek e kûçe-kûçe Memê digerîne,

Der xanmanê Qeretajdîn va dertîne.

Xatûn Perî li rewaqa jorîn dibîne,

Xwe li nerdiwana jor da wer tîne,

Go: -Xulamno, hespê birangê min bibine extexanê.

Bi xwe kete bin milê Memê,

Go: -Birao, keremke alîyê dîwanê,

Ser çavan ra bê mêvanê hanê.

Xatûn Perî xwe bi dîwanê ra digihîne,

Heft doşekan dewsa yekê datîne,

Memê di nav da dihêwirîne.

Memê qapût ji serê xwe dertîne,

Xatûn Perî herd çavên xwe dibîne,

Nûr û nedera Memê daye birca hêşîn e.

Radibe merîkî ser Qeretajdîn da dişîne.

 

Xulam çû pey Qeretajdîn, go:

-Mîrê min, xatûn Perîyê digo: “Bira bê, mêvanekî wanî gelek ezîz hatîye”.

Qeretajdîn bi herdu birayên xwe va rabûn ber bi malê hatin.

 

Qeretajdîn bi birayan va hat ji der da,

Selam dane Memê di ser da,

Hêja bûne çar bira, hev ra xeberda.

 

Ewana û Memê sê şev û sê rojan tev hev rûniştin û xeberdan. Ji wan tirê ew roj e, ew sehet e û ew deqîqe ye. Xatyn Perî jî carê êmekekî çê dike, ku bîne ber wana. Lê bi şabûna Memê, nûr û nedera Memê temaşe dikin, nan û av nakeve bîra wan.

Mîr Seydîn dîna xwe dayê şikyatçîyan hevdu xwar, idî pêl li zmanê hev dikin. Ewî merîk şande cem xatûn Perîyê, go:

-Here bêjê bira Qeretajdîn nesekine bê.

Xulam çû, dîna xwe dayê xatûn Perî wê bi kevgîrê êmek li hev dixe, go:

-Xatûn Perî, mîr digo: “Bira Qeretajdîn nesekine bê, şikyatçîyan hev xwar”.

Wextê ewî wisa go, xatûn Perîyê kevgîrek ji pê ra li enîya wî da. Xûna sor ser da hat. Xulam go:

-Welleh, wekî ez bimirim jî, ezê xwe ra rabim li Memê temaşe kim. Xulam çû di dîwanê da sekinî û temaşa Memê kir. Mîr merîkî dinê jî şand, go:

-Kuro, bêje Qeretajdîn bira bê. Mêvanê wî çawa mêvan e, eva sê roj e ewî derge û dîwan hiştine bêxweyî?

Ew xulam hate cem Qeretajdîn û bi camêrî hîvî kir, gotê. Qeretajdîn rabû bi tenê çû cem mîr. Mîr go:

-Axir eva sê şev û sê rojên we ye te derê dîwanê dadaye, şikyatçîyan hev xwar.

Qeretajdîn gote mîr, go:

-Mîrê min, welleh ezîm, bileh kerîm, ji me tirê ne sê roj e, me tirê ev gav e û ev sehet e. Mêvanê min mêvanekî wisan e, ku derê te da bê, tê ji ber va rabî ser xwe.

Mîr go:

-Welleh, mala me hê ji ber tu kesî va ranebûye.

Qeretajdîn vegerîya mal. Mîr nanê xwe hazir kir, meriv şande pey Memê, Qeretajdîn û birê wî.

Qeretajdîn berîka Memê tijî qirûşên hûr kirin, go:

-Wextê çûyînê tu van qirûşan vî alî, wî alî bireşîne, bira xelq ji xwe ra belake, ku nezer ji te negire.

Ewana rabûn li karêtê (fayton) siyar bûn û çûn.

 

Gava Memê çû der da

Selam da mîr bi ser da,

Mîr selam elêk veda,

Sivik-sivik rabû ji ber da.

 

Ewana nan û êmekê xwe xwerin, qasekê ji xwe ra xeber dan, mîr li Memê şaş û heyrî ma. Lê wextê Memê der da çû, mîr ji ber wî rabû, Qeretajdîn hingê dezmala xwe avîte bin doşeka wî.

Ewana gelekî xeber dan, paşê Qeretajdîn gote mîr, go:

-Mîrê min, eva çend roj e Memê hatîye, hê şeherê me nedîtîye, îzinê bide emê herine ser koçk û sera min, bira Memê ji xwe ra temaşe ke.

Mîr îzin da. Ewana rabûn Memê birin, lê Qeretajdîn vegerîya cem mîr, go:

-Mîrê min, ne te digo ez ji ber Memê va ranabim.

Mîr go:

-Kuro, ez ranebûme.

Qeretajdîn ji bin doşeka mîr dezmala xwe derxist û nîşanî mîr da. Mîr go:

-Welleh, ku ez ji ber rabibûm jî, min haj jê nîbûye.

Memê, Qeretajdîn û herdu birayên xwe çûne ser koçk û sera Qeretajdîn, ji xwe ra rûniştin û xeberdan. Lê xanmanê Zîn xatûnê jî miqabilî yê Qeretajdîn bû. Ewê bihîstibû, ku mêvanekî gelek ezîz hatîye mala Qeretajdîn, lê nizanibû ku Memê ye.

Zînê derkete rewaqê (balkonê), li ser xanmanê Qeretajdîn nihêrî, dît ku Memê jî wê ser e. Idî xwe zeft ne kir, wêderê kilamek avîte ser Memê, go:

 

-Gelî carîyan, hûn binihêrin,

Ser xanmanê Qeretjdîn bûye şêwreke giran e.

Yek Qeretajdîn e,

Yek Erfan e, yek Çekan e,

Yê dinê serê min û we va

Tev qurban be, Memê Alan e.

 

Memê dengê Zînê seh kir, dîna xwe dayê Zînê wê li rewaqa pêş sekinîye, kilama davêje ser wî. Memê go: “Welleh, min bikujin, ezê jî kilamekê bavêjime ser Zînê”. Lê Qeretajdîn bi birayan va kilama Zînê bihîstin. Memê go:

 

-Gelî bira, hûn binihêrin,

Texte û sêrî binihêrin,

Gerdenê şar-şemaq, rewaqan

Dengek li min tesele bû,

Nizam dengê horîyan e, yan yê melekan.

 

Wêderê herdu birayên Qeretajdîn xwestin li Memê xin, lê birê mezin nehişt, go:

-Bira bisekine, ka çi ji gilîyên Memo û Zînê tê?

Qeretajdîn gote birayan, go:

-Ya Memo û Zînê xewna şevan e.

Zînê dîna xwe dayê kilam boş in, rabû sifreyên xwe yên kevin top kir, kire barê du-sê deveyan, bi carîyan va bir ser kanîyê bişo û çir ke. Kanî jî der xanmanê Qeretajdîn da bû.

Memê dît, ku Zînê wê xwe xemilandîye, pêşîya bazirgên ketîye, tê ser kanîyê, go: “Welleh, ku evana min vê sehetê jî bikujin, ezê kilamekê bavêjime ser Zînê û bazirganê wê”. Go:

 

-Gelî bira, hat bazirganê giran e,

Serê min, xulaman, îmaman, kar-bar e,

Daye ser diran û lêvan e,

Ew çi ya bac û bertîlan e,

Layîqî Memê Alan e,

Merî ji wê bistîne bac û bertîlan e,

Erfan û Çekan destî li ser soranîyan e,

Qeretajdîn di nav da diçe û tê ye,

Dibê: -Gelî bira, ez bi wî kim, ku ruhê meyî di dêst da ne,

Ya Memo û Zînê xewna şevan e.

 

Qeretajdîn gote Memê, go:

-Memê, ewa tu dibêjî, bûka min e, destgirtîya Çekan e, rabe hespê xwe siyar be, here ser kanîyê, hergê te bac û bertîl ji ewê sitend, xwe wisa bizanibe tu birrayê me yê mezin, em birayê te yê çûk. Lê wextê te bac û bertîl jê nesitend, emê te ji sînorê xwe derxin, rast here mala xwe. Ku tu cara dudan li vir tifiqîyî, emê pirtikên teyî mezin guhê te bihêlin.

Qeretajdîn jî bi kilamkî got, go:

-Memê, Bazirganê te, go, ew nîne,

Ew bûka Qeretajdîn e,

Bêşkertima Çekîn e,

Navê wê Têlî xatûn û Zîn e,

Devê bavê kesekî neketîye

Bac û bertîlan ji wê bistîne.

 

Memê rabû, Borê xwe derxist, zîn kir, lê siyar bû û ajote serê kanîyê:

Memê Bor derxiste der e,

Lê kir zînê albavî û cewar e,

Ajote ser sefer e.

Memê ajote ser kanîyê,

Selam da Zînê zerîyê,

Bor dev kir ava kanîyê.

Zînê selama wî elêk veda,

Go: -Ser serê min bêyî axayê nav û nîşan e!

Go: -Zînê, me ser xanî danîye qal e,

Min li te anîye îtbar e,

Lê ditirsim tu gotina min nekî.

Zînê go: -Memê, aqilê xwe serê xwe bîne,

Devê Bor ji avê dermexîne,

Ew jina tu dibêjî, van deran tunîne.

Hindav da rabû Zînê serbest e,

Dest bire tok û benîya bi qest e:

“Ha, go, axayê min, dilê te çi dixwest e?”

Rabû Zîna giran e,

Dest bire tok û benîyan e

Sê zêr ji serê xwe qetandin,

Go: -Te ra yek bac e, yek bertîl e.

Ev yeka jî nîşanîya çekan e,

Lê xercê Cizîrê heft salan e.

Memê bac û bertîl da nav tilîyan e,

Ajote ber bi hersê biran e,

Hersêkan ji Memê girt saweke giran e.

(dûmayîk heye) 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev