Pêwendîyên civakî-aborî li bal kurda -1

Pêwendîyên civakî-aborî li bal kurda -1

Me di 117 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka A. Bûkşpan ”Kurdên Azirbêcanê”, beşa pêşin a bi sernavê “Pêwendîyên civakî-aborî li bal kurda” raberî we bikin.

Ev berhema zanyarî sala 1932an li paytextê Azirbêcanê – Bekûyê bi rûsî ronahî dîtîye û heta îro jî bi kurdî çap nebûye, lê min ew wergerandiye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 118

Eger V.Gûrko-Kryajîn şaş kirîye, dema cûrê jîyana malhebûnî yê kurdên Azirbêcanê (yên herêma Kurdistana Sor a berê) beramberî cûrê jîyana afxanîya kirîye, û eger ew şaşîtî ji dest wê yekê ye, ku ew serra-berra bi jîyana binecîyên navçeyên ku kurd lê dimînin ra bûye nas, lê ewî di hindava pêwendîyên civakî-aborî yên wî miletî da şaşîyên mezin berdane, û ew şaşî dikarin wan meriva bixalifînin, yên ku bi lêkolîna pêvajoya pêşdaçûyîna bi riya nekapîtalîstîyê ya di şertên Sovêtîyê va mijûl dibin. V.Gûrko-Kryajîn li ser bingehê lêkolînên xwe (wek em hatine bawerkirinê, bi tevayî tu tiştekî îzbatîyên wî bi rastîyê ra tunene) hatîye ser wê bawerîyê, ku pêwendîyên civakî-aborî di nav kurda da yên bi cûrê eşîrtîyê ne.

Rast e, V.Gûrko-Kryajîn ew pêwendî bi nav kirine wek yên jihevçûyî, ku dewra xwe îdî buhurandine. Ev taybetî di wê yekê da ne, wek ku xudanê nivîsê destnîşan dike, ku di jîyana eşîrtîyê da, wek nimûne, di “oba” da, “em texmîn dikin, ku cûrê jîyana eşîrtîyê difelişe, destbi cûrê jîyana pêşketî dibe, li ku dîwan di dest milet da ne”.

Em wê jî bêjin, ku fikrên V.Gûrko-Kryajîn yên pişt ra hinek cîya dijî hev in. Dema ew sîstêma jîyana “oba” ya kurdên Êrîvanê himberî ya kurdên Azirbêcanê dike, dinivîse, ku cûrê jîyana kurdên Azirbêcanê diha dêmokratîk e, ne ku yê Êrîvanê. Lê berê V.Gûrko-Kryajîn fikrên lap eksî vê gotine.

Usa dertê, ku diha dêmokratîkbûna “obe”yên Azirbêcanê bi saya serê dîwana Sovêtîyê ye. V.Gûrko-Kryajîn bi vî awayî fikrên xwe mak dike: “Em dibînin, ku bal kurdên Azirbêcanê, xwesma piştî hukumê Sovyêtî, cûrê jîyana “oba” bi teherekî mayîn e (himberî cûrê jîyana kurdên Êrîvanê.- A.B.). Vira jî milet ne bi tek-tûka, lê bi koma (qefla) dewsa mala kona bi kar tîne. Berê dema navçê dixwest zozanên wê hebin, ewê ji koçera an jî bega ax kirê dikir. Piştî testîqbûna dîwana Sovêtîyê, ew axê ji dayîrên ku karê parevekirina xwelîyê va mijûl dibin, distînin û ew gorî jimara neferên malê û heywana perçekî axê ji koçera û milkedara distînin û didine wan”.

Em îdî derheqa wê yekê da nabêjin, ku xudanê nivîsê tu tişt nabêje derheqa pêvajoyên nû yên di nav sîstêma “oba” da, ku xudêgiravî (qaşo) hetanî niha jî bal kurdên Azirbêcanê wek berê mane û ji bo wê yekê îzbatîyên usa tîne, ku kenê meriva tê.

Wek ku ji miqelên V.Gûrko-Kryajîn xuya dibe, salixên (malûmatîyên) derheqa kurdên Êrîvanê û sîstêma “oba” ya wira da ewî ji xebata Yêgîyazarov ber girtîye, ku ewî sala 1878a nivîsîye û, bi gotina wî, lê hela nehatibû çapkirinê. V.Gûrko-Kryajîn ne daye ber çeva, ku di navbera weşandina miqalên wî û xebata Yêgîyazarov da weke nîv sedsal heye. Ewî ew yek tê berdaye, ku di nav wê demê da, him li Ermenîstanê,- herêma kurdên Êrîvanê da, him jî li Azirbêcanê Şoreşa Oktobirê bûye û “oba” Êrîvanê jî di nav wê demê da gelek guhêrîye.

Me dikaribû guh neda evê şaşîyê, eger ew bê hemdî xudanê nivîsê bûye, an jî eger ewî bigota, ku ew bawerîyên wîne. Lê vira xeter di wê yekê da ne, ku temamîya sîstêma bûrjûazîyê, Marksîstîya qelp, oportûnîstîyê, ku heta van dema jî tesîra wê li ser karê rohilatzanîyê hebû, rola Oktobirê û kemala Şoreşa Oktobirê him di jîyana Rohilata welatên dereke, him jî ya navçeyên paşketî yên Rohilata Sovêtîyê fêm ne dikirin û qîmet ne dikirin. Em dibînin, ku cûrê jîyana nû ji guhdarîya V.Gûrko-Kryajîn û hevalbendên wî der mane. Hema ev yek xudanê nivîsê tîne ser wê bawerîya şaş, ku temamîya rola Şoreşa Oktobirê li ser Kurdistana Azirbêcanê ew bû, ku “obên” Azirbêcanê yên nû diha dêmokratîk in, ne ku yên di salên 80î yên sedsala XIXa li Êrîvanê hebûn.

V.Gûrko-Kryajîn, ku ewê îzbatîyê bi testîqbûna dîwana Sovêtîyê li Azirbêcanê va dide girêdanê, dinivîse, ku “niha wek ku xuya ye, serkarîkirina “oba” ketîye destê endamên şêwra gunda”.

Bi gotina V.Gûrko-Kryajîn hema ev e serdestîya jîyana cûrê eşîrtîyê – “oba”, di dema Sovêtîyê da, di dewrana piştî Şoreşa Sosîyalîstîyê da.

Pişt ra V.Gûrko-Kryajîn ev fikrên xwe yên sereke berdewam dike.

Emê li jêr dîsa vegerine li ser azirûkirina van pirsa.

Lê niha em bala xwe bidin çika V.Gûrko-Kryajîn rewşa kurdên Azirbêcanê ya berî dîwana Sovêtîyê, berî Şoreşa Oktobirê çawa tîne ber çeva. Derheqa vê yekê da ew ha dinivîse: “Berî dîwana Sovêtîyê di van navçeyên gelek paşketî da pêvajoya sazkirina malhebûna bi cûrê eşîrtîyê serdest bû û, bi gotina Êngêls, “cûrê jîyana eşîrtîyê tam ji bin destê milet derketibû û ketibû bin destê derebeg û milkedara, yên ku zordarî li milet dikirin û hukumê xwe li situyê milet dialandin”.

Ev gotinên Êngêls (“Proîsxojdênîyê semiî, çastnoy sobstvênnostiî î  gosudarstvo”, îzd. Pêtrogr. Sovêta R. î K. D. 1918g., str. 69) (“Xuliqandina malbatê, arzîtîya teknevsî û dewlet”, weşanxana Pêtrogradê ya Şêwra R. û K. D. sal 1918, rûpel 69), ku V.Gûrko-Kryajîn di nivîsa xwe da bi kar anîye, tu şikberîyê nahêle, ku bi bawerîya wî kurdên Azirbêcanê berî dîwana Sovêtîyê di nav rewşa here xirab da bûn, dihatine talakirin û şêlandinê.

Mixabin, di bin destê me da serkanîyên nivîskî tunene, ka rewşa wan kurda ya civakî, ku di salên 70-80î yên sedsala buhurî li ser axa Kurdistanê diman, çawa bûye. Lê çi nivîsên ber destê me hene, îznê didine me em bêne ser wê bawerîyê, ku berî ku qeydê Sovêtîyê li Pişkavkazê bê testîqkirinê, rewşa kurda rewşeke wek nemir-nejîyînê bû.

Jihevçûna civaka kurdên Pişkavkazê gelek dema berî hukumê Sovêtîyê destpê bûbû. Îzbatîyên V.Gûrko-Kryajîn û Yêgîyazarov tenê derheqa cûrê jîyana kurda ya eşîrtîyê-qebîltîyê  bi awakî zelal tînine ber çeva. Hela di wan dema da axa an jî milkedarên, ku warên koçerîyê di bin destê wan da bûn, serkarî li “oba” dikirin(1) û eva yeka ji bo V.Gûrko-Kryajîn bûye delîl, ku kurda wek miletekî pir paşketî nîşan bide.

Karê axê yê kardar ew bû, ku ew rola teşkîldarê malhebûna heywanxwedîkirinê dilîst. Lê ew rol ne ji wê yekê dihat, ku ew ketibû heyra milet da, lê ji bo dewlemendbûna wî bû û hebûna wî jî ji wê yekê dihat, ku axên zozana bin destê wî da bûn.

Serokê “obê”, ku jê ra “axa”, an jî “rûsipî” digotin, keda wan şivana dixwer, ku ewî kirê kiribû bona herine ber kerîyê pêz û garana dewara, zor li miletê “obê” dikir û bac ji wan berev dikir.

Axatî ji nisletekê derbazî nisleteke mayîn dibû, ji bavê derbazî kur û nebîya dibû.

Fûnksîyonên “teşkîldarîyê” yên “axa” wî çaxî ji holê radibûn, dema hebûna wî ji dêst diçû. Wek ku Yêgîyazarov destnîşan kirîye, “hema ku ew (axa) feqîr dibû, axa bin destê wî derbazî destê merivên diha dewlemend dibû, lê ew jî dibû endamekî olkê yê sade”(2).

Xênji zêrandina di nav olka xwe da, kurd ji alîyê derebegên xwe û yên der va jî dihatine zêrandinê, ku ji wan ra “bavê milet”, “êlbeg”, xan digotin, an jî derebegên turk zordarî li wan dikirin, ew jî bi wê va girêdayî bû, çika ew li ser axa kêne.

Zêrandina kurda bi zêdebûna hasileta malhebûna gundîtîyê va pirtir dibû û ew pêvajo ewqas wext berdewam bû, heta kurd ji jîyana koçerîyê derbazî jîyana riatîyê bûn. Em ser wê bawerîyê ne, ku bona kurdên navçeyên Kurdistana berê, ku me lêkolîn li ser wan kirine, koçerî karê gelek sala berê bûye û ew jî ne bi daxaza dilê wan bûye, lê ji wê bûye, ku ew di nav koçera da diman û gelek tişta da çev didane wan.

Me îdî derheqa wê yekê da gotîye, ku hetanî îro jî li ser axa herêma Kurdistanê gelek koçerên Azirbêcanê tên û derbaz dibin û bi kurdên riat ra danûsitendinan çê dikin.

Vira cîye em gotinên Marks yên derheqa wê yekê da bînin, ku di van şerta da diha pir pêwendî çê dibin, karê malhebûnîyê baştir pêşda diçe, cûrê kirîn-firotana bi pera pêşda tê.

Em binhêrin çika Marks derheqa vê yekê da çi dinivîse: “Gelên koçer ji hemîyan zêdetir hewcê cûrê kirîn-firotana bi pera ne, ji ber ku temamîya hebûna wan hasilet û xurekê malhebûna gundîtîyê ye û cûrê jîyana wan usan e, ku ew mecbûr in xurekên xwe bifroşine merivên ku cûrê jîyana wan ji wan cuda ye”(3).

Di hêlekê da koçer bi dinya dervayî xwe ra dihatine girêdanê, di hêleke mayîn da jî ew di dema kirîn û firotanê diketine destê derebegên mezin, ku him bi kîsî wan dewlemend dibûn, him jî ew dizêrandin.

  1. S.A.Yêgîyazarov, rûpel 18.
  2. S.A.Yêgîyazarov, rûpel 20.
  3. K.Marks, Kapital, cilde 1, rûpel 47, Weşanxana ”Proletariy”, sal 1923. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev