Rêwîtiya ber bi kurdên Beloçîstanê -2

Rêwîtiya ber bi kurdên Beloçîstanê -2

Welat Agirî

Me di nivîsa xwe ya heftê borî de jî gotibû ku li Pakîstanê pênc eyalet (parêzgeh) hene ku heke em Keşmîrê jî bijmêrin jimara eyaleta dibe şeş. Bakurê Pakîstanê, ku Pakîstanî ji vê heremê re dibêjin Serhed, cîh û war û eyaleta Peştûna (Patan) ye. Peştûn û Axfan heman milet in. Navê eyaleta Peştûna Xayber Paxtûnxa ye ku payitextê eyaletê Peşawer e. Xayber Paxtûnxa herçiqas li gorî Eyaleta Pencab û Sîndê pêş neketibe jî, aliyê bajar û bajarvaniyê ji Beloçîstanê çêtir e. Gelek cîh û war li Xayberê, Eyalete Peştûna hene ku heya niha dewlet neketiyê an jî nikare bi asanî bikeve wan herêman. Di wan herêmên bêdewlet de eşîrtî û qebîletî serdest e û qanûn jî serokên eşîretan in, dewlet jî.

Piraniya miletê peştûn çûr û çavşîn in ku naşibin pencabî û sîndiyan. Xebatkar in, ji zarokên heft salî bigire heta kalemêrên heftê salî herkes bi karekî re mijûl e. Ji ticaretê jî baş fem dikin. Dema riya te ket çarşî û bazarên wan, miheqqeq dê tiştekî bi te bidin stendin. Li gor malûmatên fermî nifûsa Peştûna nêzîkî 30 mîlyonî ye. Lê ez bawer dikim sîyî zêdetir in ku wek min go gelek dever hene ku dewlet nikare bikevê û herweha nikare bijmêre jî.

Di malê peştûna de paldank û an jî mase û sandaliyên xwarinê nayên dîtin. Erf û edetên wan gelek dişibe yê kurda. Miletekî mêvanperwer in. Odeyên mêvanan gelek mezin in û di odeyan de ji xêncî kulavên îranî û belgiyên berpalê tiştên din nayên dîtin.

Peştûn jî wek Kurda, gelekî ji goşt hez dikin ku herî zêde goştê bizina tê xwarin. Li Pakîstanê goşt erzan e û em dikarin bêjin bê goşt xwarinê ji mêvana re çê nakin. Xwarinên wan ên meşhûr Roş, Kabûlî Pîlav û Handî ye. Roş bi perçeyên mezin yên goşt çêdibe ku ev goşt, goştê bê hestî ye. Li ser êgir wisa dikelînin ku goşt di destê mirov de diherife. Roş bi nan tê xwarinê û heke pîvaz jî hebe ji tamê re ti payan tune. Peştûn jî wek me nanê tendûrê dixwin, lê divê ez bêjim ku nanê wan ji yê me xweştir e. Pîlawa Qabûlî an jî Qablî Pîlav, pîlava peştûna ya herî navdar e. Pîlav bi goştê hestiyan, gizêr û mewijan çê dibe ku tema wê gelek xweş e. Di nav peştûnan de kevçî û çetel nîn e, xwarin çi dibe bila be, bi destê xwe dixwin, lê destê çepê di xwarinê de nayê bikaranîn. Di edetê wan de beriya xwarinê û piştî xwarinê jî dest tên şûştin. Lê mêvan ji bo destşûştinê ranabe û naçe destşokê. Lawikekî malê bi misîne xwe yê avê ku ava golî (ne germ ne jî sar. Bi awayekî din jêra şîrogermî jî tê gotin. Ango, gorî germaya şîrê dayîkê) di tê de ye, bi teyştika xwe ya hesinî û pêjgîra li ser mila dikeve hindur û mêvan yek bi yek destê xwe dişon. Piştî xwarinê çaya kesk tê vexwarin ku ev edetekî Peştûna ne, piştî xwarinê çaya kesk divexwin. Şekir navêjin çaya xwe, ew jî wek kurdên me yên Serhedê şekir davêjin devê xwe û çayê di ser de dikin, ango kirtleme divexwin.

Miletê peştûna, miletekî gelek kevneperest û muhefezekar e ku qîz û jinên xwe zû bi zû dernaxin çarşî û bazara. Piraniya jinên vê eyaletê bi pêçên reş pêçandî ne. Di dema mêvandariyê jî heke mêvan ne ehl û merivê malbatê be, dernakevin hemberî mêvana û xêrhatinê nadin. Hê niha jî yanî di vê sala 2017an de ku mehek şûnda dê bibe 2018, gelek peştûn xwediyê du an jî sê pîrekan in.

Edetê Peştûna yê zewacê gelek nêzîkê yê kurda ye. Ji bo zewacê bavê qîzê qelenekî baş dixwaze. Heke malbata lawên ber zewacê ne dewlemend be, îşê wan gelek zor dibe. Tu dikarî bi hezara kesa bibînî ku emrê wan hatiyê sî û pênc, sî û şeşa hê jî ji bo berevkirina qelen dixebitin. Dîsa li Serheda Peştûna, hema bêje qet zewaca evîndariyê nîn e. Xortekî peştûn nikare bi hêsanî bêje dê û bavê xwe min keçek dîtiye, ez jê hez dikim û dixwazim hûn herin destê wê bigirin. Heke tiştekî weha bêje, dê negihêje mirazê xwe û malbat jî dê bi çavekî xirab li wê keçikê binhêre. Di erf û edetê wan de, dê û bavê kurik, dixwazin qîzên ap, met, xal û xatiya ji kurên xwe re bixwazin. Heke bûkê ji eqrebayên nêz de nebînîn, îcar berê xwe didin meriv û nasên xwe yên din.

Li Pakîstanê her eyalet xwediyê meclîs, parlementer, wezîr û serokwezîr e. Herweha gelek biryar û qerarên di derbarî jiyana gel de, di van meclisan de tên girtin. Mînakekî bidim: li Sîndê zimanê perwerdehiyê Îngilizî be jî, sîndî wek dersekê tê xwendin. Lê li Peştûnistanê ne wiha ye û zimanê peştûnî ji bilî axaftinê di dibistana de nayê bikar anîn. Pirtûkên bi zimanê peştûnî gelek kêm in. Rojname û kovar jî ji tiliyên destekî zêdetir nîn in. Zane û ronakbirên peştûn di nivîsê de îngilizî bikar tînin û yên din jî bi ûrdû dinivîsînin ku ûrdû zimanê dewletê ye.

Çend sal berê li Îslamabadê ez bi peştûnekî zane û dinyadîtî re rûniştibûm û me çaya şîrî divexwar. Divê vê jî ji we re bêjim ku çaya bi şîr ji çanda îngilizan derbasî pakîstaniyan bûye. Erê me çaya xwe vedixwar û mijara me jî di derbarî hal û rewşa peştûnan de bû. Wî camêrî pirtûkxanek li Peşawerê vekiribû. Gote min, got “Min gelek pere ji bo pirtûkxanê xerc kir û mixabin ji peştûnan kesî alîkariyek neda min”. Min go “Hedefa te çiye, te ji bo çi kitêbxane vekir û dixwazî çi bikî”. Camêr got ”Derdê me giran e, berê mezinên peştûna nikaribûn peştûnî binivîsin lê diaxivîn. Tu were binêre îro zarokên me ne dikarin biaxivin ne jî binivîsin. Min ev kitêbxane vekir ku bala hukumata eyaletê û zane û profesoran bikişînim ser ziman. Her Xwedê zane min bi çi zehmetiyan vekir. Gelek pirtûk û ji dem û dewerên cuda hatin berhevkirin lê mixabin jimara xwînerên peştû gelek kêm in, rojê çend kes serîkî bidin pirtûkxanê ji me re serkeftinek e”.

Min jê re behsa rewşa zimanê kurdî kir. Wî got “Rewşa me û ya we ne wek hev e. Ya yekem axa kurda hatiye îşxalkirin û mixabin îro bê dewlet in. Di vê bêdewletiyê ve dîsa kurd zimanê xwe sahab derdikevin. Lê ez nizanim ka çima Peştûn qe nebe wek kurda hewl nadin. Wisa difikirim ku sedema yekem peştûn dibêjin jixwe Afxanistan welatê peştûna ye yanî dewletek heye. Sedema dudya jî li Pakîstanê eyaleteke me heye û em di vê parêzgehê de serbest in û ev serbestî bûye sedema tiralîyê û ya sisêya jî ziman ne xema kesî ye”.

Erê ev gotinên wî camêrî ne ku li gor wî rewşa kurda ya peştûna çêtir e ku kurd li hember zimanê xwe bêgane nebûn.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Weloyê Miho

    Êêê ka Kurd û Belûc? Ev çi nivîs bû? Ne qala belûcan kirîye ne jî kurdan. Tenê Afxanîstan daye nasîn. Çima merivan dixapînin?

Şirovekirin hatine girtin.