Xaylaza Reşîd

Xaylaza Reşîd

NÊÇÎRVANO

Nêçîrvano
Ez zanim, ez mesîya zêrîn im
Delalê dilê min,
Lê ez nakevim e hemû tora…
Ez kareke beyanî me, kara xezala,
Gelek nêçîrvana daye dû min,
Lê ez nebûme nêçîra tu kesî,
Nêçîrvanê min…
Nêçîrvano
Were destê min bigre,
Û
Min bive cam dayîka xwe,
Bila dayîka te min bivîne…
Bê dayê,
Îsal çend sal e, ez nêçîrvanim
Lê, min hela nêçîra ha ne dîtiye
Û ne jî bînaye…
Bê dayê, hîvîke min ji te heye,
Were nêçîra min bivîne,
Bê dayê, ez zanim tê nêçîra min
Bi dilekî na, lê bi hezar dilî bihebînî,
Bê dayê were, nêçîra min hilde,
Dayê…
Bê dayê, destê wê bigre û bive,
Bive nava qîz û bûkê xwe,
Bê xanim xatûneke usane,
Wê bibe çirpîniya qîz û bûka
Wê bi hev ra ber rabine piya…
Nêçîrvano,
Te tîra xwe avîtye nava dilê min da,
Te dil û hinavê min xişivandiye,
Lê tu zanî, ez çiqas birîndar im?…
Nêçîrvano, navê min,
Navê xatûna kurmanciyê,
Delalê min,
Ez zanim, ku ez nêçîra te me,
Lê,
Were min berde,
Star heye boy navê Xwedê,
Min nehêle van xiravciya,
Min berde, ez ê herim
Cî û warê xwe,
Milê çiya,
Wan bilindciya,
Ma ne heyfa min e, nêçîrvano,
Delalê min…
Were
Min nehêle devê gêlî,
Da ku ez nemînim çolê,
Were,
Min neke dev û diranê neşûştiya,
Û
Xurê gurê serê çiya…

XEZALÊ RA…


Êdî westiyam
Sîngê çiyê va
Hatime xwar,
Rûniştim
Li ber ava
Kaniya sar,
Gava serî
Min bilindkir
Çi bivînim?
Va ye, va ye,
Xezala min
Li serê çiyê
Qure kubar,
Li ser zinar
Fêza kaniyê,
Çev û birûyêd
Xweye belek,
Min tûj kirîye,
Pozê xweyî pîjîn
Li min
Bilind kirîye
Dev û lêvêd
Xwe kaxetî
Min met kirîye,
Bejna zirav,
Navkêlka tenik
Wê sekinîye…
Cî da sar bûm
Û sikan bûm
Nelipitîm,
Qursax nekir
Berbirî te
Ez nehatim,
Çî ye, tu min nevînî
Û çing nekî
Paşila çiya,
Ezê vira
Hema aha,
Ser darê piya,
Qe na ji dûr va
Temaşekim
Xezala xwe…

TE FÊM NEKIR

Kaniya dilê min şerbet bû
Te qe çima jê tem nekir,
Sîng û berê min zozan bû
Ka te çima lê seyr nekir.

Ruhê min warê evînê bû
Te qe çima jê fêm nekir.
Dilêm baxçê buhuştê bû
Ka te derî lê venekir ?…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Xaylaza Reşîd

Helbestvana kurd a navdar e. Pey dibistanê ra kolêca çarsale xilaz kirîye, li bajarê Tbîlîsîyê dersên kurmancî daye zarokan, 20 salan di Yekîtîya êzdîyên Gurcistanê da karê çandî û folklorê kirîye, karê rojnamevanîyê jî kirîye. Pirtuka wê a bi navê Kaniya Dilê min, sala 2007an çap bûye, endama Pena Kurd e.

Qeydên dişibine hev