Gelo Nietzsche çima xwestiye ramana Xwedê bikuje?

Gelo Nietzsche çima xwestiye ramana Xwedê bikuje?

Ali Gurdilî


Çend heval derbarê vê mijarê de hinek pirsan dikin û dibêjin gelo çima Nietzsche gotiye ku ‘Xwedê mir!’

Nietzsche feylesofekî xwedênenas e û dixwaze ku ramana Xwedê têk bibe. Li gor nêrîna feylesof encax bi nebûna Xwedê, em dikarin behsa serbestiya mirovan bikin. Wate heta ku Xwedê hebe, mirov ne serbest in.

Lewma Nietzsche gotiye ku li Ewropayê baweriya Xwedê û ehlaqê filehtiyê ya klasîk ku xwe spartiye vê baweriyê, têk çûye û hilweşiya ye. Û gotiye ku ev yek, rewşeke pirr tirsîner e û wiha pêde çûye: ‘Heyîna herî pîroz û hêzdar di bin derbên xencerên me de, di xwînê de ma. Ev bûyerek e pirr mezin e û mirov nikarin, ji bin bandûra vê buyerê rabin.’

Nietzsche vê rewşê, mîna rewşeke mecbûrî dibîne û li gor baweriya wî, ji bo hebûna hejahî, azadî û ehlaqê mirovî, divê heyîneke ku xwediyê hêzeke bêsînor û bêdawî ye (Xwedê), tune be.

Lewre yên bêdawî û bidawî, yên tekûz û ne tekûz, yên tam û kêm, nikarin di heman dinyayê de bihewin. Heke bihewin jî, dê yê kêm û bêhêz, bibe kole, dê xwe radestî yê raser (hêzdar, bêdawî, tekûz) bike û dê nikaribe cewher û ehlaqê xwe biafirîne. Lewma jî ji bo ku mirov bikaribin bi serbestî xwe biafirînin û bijîn, divê dev ji Xwedê berdin.

Ji malpera Felsefevan

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev