“Qiseyên Cimaetê” ya Xelîlê Çaçan çap bû!

“Qiseyên Cimaetê” ya Xelîlê Çaçan çap bû!

Berhemeke bêhempa ya Weşanxaneya Lîsê

Weşanxaneya Lîs a ku ev sêzdeh sal e di warên curecur de bêtirî sê sed berhemên bi Kurdî weşandine, li gel rêzên pirtûkan ên din, bi berhevkirin, amadekirin, weşandin û çapkirina gencîneya serdema Kurdên Yekîtîya Sovyetê berdewam e. Di vê çarçoveyê de, Lîsê dest bi çapkirina hemû berhemên nivîskî yên Xelîlê Çaçan (Mûradov) ê radyokompozîtor, nivîskar, berhevkar û kedkarê çanda Kurdan kir û ev berhem bi dorê gihiştine ber destên hemû xwînerên, şanogerên û lêkolînerên Kurd.

Xelîlê Çaçan Mûradov ê nivîskar, radyokompozîtor û serokê navdar ê Radyoya Kurdî ya Rewanê û kedkarê çanda Kurdên komarên Sovyetê, nivîskar û berhevkarê pirtûkên bi navên Kilamên Cimaeta Kurdan (zargotin, 1963), Du Poêm: Memê û Eyşê & Zembîlfiroş (helbest, 1965), Gotinên Pêşîyan (zargotin, 1967) Qiseyên Cimaetê (zargotin, 1972), Morîyên Nenê (kurteçîrok, 1976), Memê û Eyşê (pîyes, 1978) û Cewahirên Kurdî (zargotin, 2010, Lîs) û her wiha, xwedanê gelek gotaran, di ber gelek karên xwe yên din re qiseyên cimaetê yên neteweya Kurd jî berhev kirine û di sala 1972’yan de li Hayastanê cara pêşîn wekî pirtûk dane weşandin.

Weşanxaneya Lîs Qiseyên Cimaetê ya Xelîlê Çaçan cara duyem bi serbilindî pêşkêşî pirtûkxaneya Kurdî ya neteweyî dike, ya ku tijî ye bi nimûneyên çîrokbêjîya gelêrî ve, ku di wan de li me tesele dibe lemelema gurr a guhderzî û zîrekîya civaka Kurd.

 

Qiseyên Cimaetê

Xelîlê Çaçan

Zargotin, 130 rûpel

Amadekar: Têmûrê Xelîl

Edîtor: Kawa Nemir

Sermaweza 2017’an

Weşanxaneya Lîs, Amed

ISBN: 978-605-9295-53-3

 

Xelîlê Çaçan (Mûradov) * Nivîskar, rojnamevan, berhevkarê kilam û stranên Kurdî û berpirsyarê kedkar ê Radyoya Kurdî ya Rewanê. Di 11’ê meha Rêbendanê ya sala 1924’an de li Komara Ermenistanê, li gundê Karwanserayê (niha bi navê Sedûn) ê ser bi navçeya Artîkê ve ji dayîk bûye. Mûradov bi eslê xwe ji êla Rojkîyan e, bav û kalên wî ji gundê Hesencano yê Dîgora Qersê, ji Bakurê Kurdistanê, di dawîya sedsala 18’an de hatine û li wê devera jidayîkbûna wî akincî bûne. Tê gotin ku binemala wî di salên Şerê Ûris-Tirk de, di 1827-28’an de ji Bedlîsê bar kirîye û hatiye devera Qersê.

Xelîlê Çaçan Mûradov dibistana seretayî li gundê xwe kuta kiriye, paşê li Yêrêvanê di Dibistana Partîyê ya Bilind de, bi dû re jî di Înstîtûta Pedagojîyê de xwendiye. Wî di pey xwendina bilind re li navçeya Elegezê, heta sala 1949’an, şeş salan serokatîya komsomolan kiriye. Paşê jî, di navbera salên 1950-57’an de serokatîya Beşa Kûltûrê ya Komîteya Şuxulkirinê ya navçeya Araratê kiriye. Wî ji sala 1957’an heta 1981’ê, an ku heta mirina xwe, bîst û çar salan serokatîya Radyoya Kurdî ya Rewanê kiriye, ku bi saya serê vê xebata xwe ya demdirêj û berfireh di warê berhevkirin, tomarkirin û pêşkêşkirina gencîneya kilam, stran û radyokompozîsyon (şano-pîyes) ên bi Kurdî de karekî yekta kiriye, bi milyonan Kurdan li van berheman guhdarî kiriye û îro hemû Kurdên cîhanê li vê fonda vê radyoya navdar guhdar û xwedî û xwedan in.

Xelîlê Çaçan Mûradov, ji bilî karê xwe yê bingehdar û rêvebirê 24 salan yê di radyoyê de, rojnamevan, nivîskar û berhevkarekî bi têra xwe ye.* Her wiha, Xelîlê Çaçan Mûradov gelek gotar jî nivîsîne.

Malbata Xelîlê Çaçan Mûradov yek ji malbatên Kurd î rewşenbîr e, ên ku di sedsala 20. de xizmeteke şayanî behsê ji ziman, çand, wêje û rojnamevanîya Kurdî re kirine. Hevsera wî, Eznîva Reşîd ji sala 1955’an, ji destpêka radyoyê heta sala 1982’yan, peyvkara Radyoya Kurdî ya Rewanê bûye. Kurê wî Têmûr rojnamevan, nivîskar û wergêr e, bêtirî bîst salan di rojnameyên Rya Teze û Golos Kurda (Dengê Kurd) de û di Radyoya Kurdî ya Rewanê û Radyoya Dengê Rûsyayê de kar kiriye. Mîdîyaya keça Têmûrê Xelîl rojnamevan e, keça Kurdan a pêşîn e, a ku Fakûlteya Rojnamegerîyê ya Zankoya Moskovayê kuta kiriye, gotarên wê di weşanên bi navên Dengê Azadî, Armanc, Rya Teze û Sûdarûşkayê (bi Rûsî, Moskova) de hatine weşandin.

Xelîlê Çaçan Mûradov ê kedkarê mezin ê ziman, çand û radyogerîya Kurdî, di 13’ê Sermaweza 1981’ê de li Yêrêvanê çû ser heqîya xwe. Meqbera wî li gundê wî Karwanserayê ye.

Li ser meqbera wî ev risteyên helbestkar û wergêrê mezin, Fêrîkê Ûsiv, hatine terişandin:

 

Ev Xelîlê Çaçan e – li vir

Pal daye bê deng û hes

Yê ku belayî dinê dikir

Kêlm û kilam, deng û behs

 

Berhemên wî:

– Kilamên Cimaeta Kurdan (zargotin, 1963, Yêrêvan)

Du Poêm: Memê û Eyşê & Zembîlfiroş (destan, 1965, Yêrêvan)

Gotinên Pêşîyan (zargotin, 1967, Yêrêvan)

Qiseyên Cimaetê (zargotin, 1972, Yêrêvan)

Morîyên Nenê (kurteçîrok, 1976, Yêrêvan)

– Memê û Eyşê (pîyes, 1978, Yêrêvan)

– Cewahirên Kurdî (zargotin, 2010, Lîs, Amed)

 

* Weşanxaneya Lîs hemû berhemên Xelîlê Çaçan Mûradov bi edîsyoneke birêkûpêk çap dike.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev