Civîna KURMANCÎ ya 61ê li Stockholmê

Civîna KURMANCÎ ya 61ê li Stockholmê

Rênas Awdal (endamekî Koma KURMANCÎ)

09 Çileya pêşin sala 2017an Civîna Kurmancî ya 61ê li Stockholma paytextê Swed, li Kitêbxaneya Kurdî dest bi karê xwe kir. Ev xebata bê hember ya ku 30 salan dewam kirîye, bi dehan pispor û zimanzan û zimannasên kurd beşdarî kirine, hîn jî berdewam e.

Hevalên koma Kurmancîyê bê rawestîyan û bê hember salê du caran civînan çêdikin û hercarê zêdeyî heftêyekê, û her roj pitir ji 10 se´etan didûmîne.

Rêveberê koma Kurmancîyê birêz Reşo Zîlan bi xêrhatina endamên civînê kir, kar û xebata wan ya bêwestîyan ji dil nirxand û hîvîya heftêyek berhemdar û xweşbextîyê bo hemîyan xwest.

Beşdarên civînê ev kes in:

Endamên Koma Kurmancî: Reşo Zîlan, Ziya Avci, Têmûrê Xelîl, Hemîd Kilicaslan, Mistefa Aydogan, Emîn Narozî, Zinar Soran, Newzed Hirorî, Rênas Awdal, Selam Nûman. 

Mijara vê civînê gelek babetên cihê cihê ne. Gengeşe û vekolîn wê li ser babetên xwarê bê kirin:

  1. Karên teknîkî û serrastkirina 60 hejmarên Kurmancî
  2. Ehmedê Nalbend – Newzad Hirorî
  3. Peyvên kêmnas/nenas – Reşo Zîlan
  4. Peyvên zaxoyî – Rênas Awdal
  5. Peyvên Berrîyê – Hemîd Kilicaslan
  6. Peyvên ji Wanê – Ziya Avci
  7. Peyvên di pirtûka ”Nameyek ji Şirnaxê” – Mustefa Aydogan

Civîna Kurmancî ya 61ê heta roja şemîyê 16ê Çileya pêşin dom dike.

Ji bo me serbilindîyek e, ku yek ji endamên Koma KURMANCÎ berpirsyarê malpera Riataza ye.

Ev nûçe bi taybetî ji bo malpera Riataza hatîye amadekirin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev