Ji nimûneyên zargotina me – 119

Ji nimûneyên zargotina me – 119

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema 119an me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend çîrok-hikyatên di wê cîwarbûyî raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

MERIVÊ AQMAQ

Evî merivê hana rabû çû li cîkî qir baxçek çikand. Çû ku avê bîne ser. Ê, çîye bax bilind, av naçe ser, go: “Welleh, ezê herime cem xwedê û şikyatê xwe ava xwe bikim, çika ava min çira nayê ser bax”.

Çû. Çû, şevekê çû gundekî, çû mala merivekî. Ewî merivî jê pirsî:

-Qurba, go, tê kuda herî?

Go: -Ezê herim cem xwedê, şikyatê xwe bikim.

-Ê, go, qurba, tu diçî cem xwedê, go, ji alîyê minda jî gilîkî bike, go, îsal çend salê mine, axpînek derê mala minda heye, ez davêjim û av didim, genimê wê rind dive û ez dinêrrim wexta çinînê temam zengê xarîye, û li nanê xelqê dinêrrim, zeng tune, go, evê şikyatê min bike, çika çi divêje.

Go: -Berave.

Sivê rabû, da serê rê û çû. Çû rastî gurekî hat: gur gurrî bûye. Gur go:

-Tê kuda herî, bira?

Go: -Ezê herim cem xwedê, şikyatê ava xwe bikim.

Go: -Ez bextê tedame, go, îsal heft salê mine, ez vî halîdame, ca bêje dermanê min çîye?

Go: -Berave, bira, ser çevê min, ezê ewlin şixulê xwe bikim, paşê jî yê we.

Sivê rabû ji wêderê çû. Çû şeherekî, de şeherê berê çûk bûn, bû mêvanê wî şeherî.

Padişê jê pirsî: -Qurba, tê kuda herî?

Go: -Padişayî saxbe, ezê herim cem xwedê şikyatê baxê xwe û ava xwe bikim.

-Ê, go, xortê delal, go, ezê temînekê te bikim, go, ji xwedêra bêje, ez û kîjan padişa em şerr dikin, eskerê min, qewata min ji ya wî zeftir û ez dibînim dîsa ew zorê dide min: erdê min ji min distîne, çika ev çi hesave?

Eva mêrika sivê rabû, îzina xwe ji padişê xwest, go:

-Padişa, temîna te ser çevê min.

Çû, pirr çû, hindik çû, li cîkî xalî rastî kalekî hat.

Kalê gotê: -Xortê delal, tê kuda herî?

Go: -Bavê kal, ezê herim cem xwedê şikyatê ava baxê xwe bikim, çika av çira nayê ser baxê min.

Kalê gotê, go: -Qurba, vegere îda, av hat ser baxê te.

-Ê, go, bavê kal, du, sê temînê dinê jî hene, ezê bêjim.

Got: -Bêje, lawo!

Go: -Li filan gundî merivek hebû, hal û hewalê zevîya wî û zengê ev bû.

Kalê go: -Ji wî merivîra bêje, ew kanîya binîya mala wî, ki zevîya xwe jê av dide, du kûp zêr têdanin. Ew zenga wan zêrra dide zevîya wî, loma jî zevîya wî zeng digire, bera herdu kûpa derxe ji xwera û zevîya wî wê şîn bive, îda zeng nagire.

-Ê, go, pak, bavê kal. Ev çû, go, yek di jî heye, go, gurek, ew heft salê wî bû, gurrîye, gotîye “pirsa dermanê min bike”.

Go: -Qurba, ji wî gurîra bêje, kengê ewî merivekî aqmaq xar, xûna wî jî xwe da, ewê sax bive.

-Ê, go, yeke di jî heye, bavê kal, go, filan padişa, go, ewî jî wa ji minra got: “Ez bi kêra şerr dikim, ew zorê dide min, hilbet çi hesave?”.

Go: -Xortê delal, kalê gotê, ew padişa jine, loma ew bi mêrara şerr dike, padişayêd dinê mêrin diha, loma ew zorê wê dikin, go, kengê ku ewê mêr kir, li dewsa wê mêr rûnişt, ewê wî çaxî zorê bide xelqê.

Go: -De bi xatirê te, bavê kal,- û vegerîya, hat. Hat mala xweyê zevîyê, çawa ki kalê zêra gotibû, ewî usa ji xweyê zevîyêra got.

Xweyê zevîyê rabû bi şev çû ser kanîyê: kanî kola, rastî du kûp zêrr têda bûn û derxist anî hat. Ji wî merivîra go: -Qurba, go, eva xêra teye gihîşte min, kûpekî min, yekî te.

Evî merivî go: -Naxazim, ezê herim ava baxê xwe berdim, besî mine.

Go: -Qurba, bive, tu xeyîdîyî, go herdu kûp jî tera.

Go: -Nave, qet nave,- û sivê rabû, îzina xwe jê xwest û da serê rê.

Çend roj derbaz bû, xwe gîhande mala padişê, hat mêvanîya padişê.

Padişê go: -Wey tu ser çevara hatî, de bêje, çika dereqa minda te çawa kir?

Go: -Padişa, go, tu qîzî.

Padişa şaş bû, sekinî.

Go: -Wa ji minra gotîye, heta tu mêrnekî, her wexta xelqê zorê bide te.

Şev derbaz bû, cimaet bela bû. Evê qîzê jêra go:

-Xortê delal, go, kesî heta niha nizanibû, wekî ez qîzim. Îro tu zanî, tu min dibînî, e çiqa bedewim û padişame, min bistîn û li dewsa min rûnî li ser text û padişatîyê bike.

Evî aqmaqî jêra go: -Ez naxazim padişatîyê, ezê herim baxê xwe avdim, besî mine.

Kir û ne kir, çare bi aqmaq nebû.

Sivê rabû, îzna xwe ne xwest û berê xwe da baxê xwe. Çû rastî gur hat.

Gur gotê: -Birê delal, li ser çevê minra hatî, de bêje çika dermanê min çîye?

Evî merivî ew gilîyê zêrra, yê padşatîyê temam ji gurra got.

Go: -Lê dermanê min?

Go: -Dermanê te, gotîye “kengê ewî merivekî aqmaq xar, xûna wî jî di xwe da, ew girrê canê wî wê derê”.

Gur dişurmîş bû û got:

-Xortê delal, te çima ew zêr ji xwera hilnedan, tu çima nebûyî padişa, te ew qîza delal nestend?

Go: -Baxê xwe min çikandîye, ji bona xatirê baxê xwe min ew der nekir.

Gur gotê: -Zanî, ezê te bixum.

Go: -Çira?… Min çima cava te nanîye?

Gur got: -Qurba, wekî ez dinê bigerim, ji te aqmaqtir meriva nabînim.

Û gur rahiştê, temîz ji lingada temam hêra û gur sax bû, ji xwera çû. Aqmaq jî xwera çû.

 

Got: Ûsivê Hesen, 45 salî, nîvxwendî, sedirê kolxoza gundê Pampê li ser nehya Axbaranê. Ûsiv li gundê Şîrinkoyê ji dya xwe bûye, li ser qeza Qersê. Gelek hikyata zane.

 

GEREKÊ TIŞTEKÎ BIZANIBÎ

Cewo go: -Du meriv rêkêda diçin, hevrazek dikeve pêşîyê, hevrazekî zef dirêj. Yek yekîra dibêje, dibê:

-Em çawa bikin, wekî rê li me kin bibe?

Hevalê wî dibêje: -Ez tiştekî nizanim, ewê din dibê:

-Îsanet be, bikeve rû dinê, qe çîrokekê, gilîkî, kilamekê, qe tiştekî nizanibe. Dibêje: -Ezê çîrokekê bêjim, wekî rê li me kin bive.

Yê din divêje: -Ez tiştekî nizanim, ka tu bêje, çika çi zanî?

Dibê: -Wekî usane, ezê gilîkî bêjim, min ku gilîyê xwe kuta kir, tu jî gilîkî bêje, te ku ne got, ezê vî hevrazî li te siyar bim.

Eva gilîyê xwe kuta dike, dibêje yê dinê:

Yê dinê dibêje: Ez nizanim.

Dibê: -Wekî nizanî, ezê te siyar bibim, çawa me qewl-qirarê mêrê berê gotîye.

Lê syar dibe, dertê hêsûyê.

Koçka qîza padişê li hêsûyê bûye, efendîyê xwera bêjim, qîza padişê dinêre merîkî siyar bûye. Qîza padişê wêderê gazî herdua dike, divê:

-Evdê serreş, çira tu vî merivî siyar bûyî, hela werin gilîyê xwe minra bêjin, wekî seva çi vî merî siyar bûyî?

Îcar têne cem qîza padişê, divêje: -Em rîya hatine, gilîyê me ev bûye, lema ez lê siyar bûme.

Qîza padişê hevalê wîra dibêje, tu çawa merivî, dinyayêda tiştekî nizanî? Divêje: -Tu qe neçûyî karvanekî, qe neçûyî rêkê? Divê: Hûn dinêrin, ez vê kelêdame, bavê min nahêle ez cîkîda herim, merivara xeberdim, dîsa şixul min qewimîye. Divê:

-De tu rûnê, îja ezê gilîyê xwe tera bêjim.

Divê: -Ez vê kela xweda bûm, tu dibêjî ez qe tiştekî nizanim, tu sebir bike, ezê bêjim: çil qewaz dora kela min digeryan, dîsa şixul min qewimîn. Ew çil meriv dora kelê bûn, min dî şev bû nîvê şevê, ez qîza padişê bûm, ez dergîstî bûm, tu divêjî: “Ez tiştekî nizanim”. Min dî merîk hate cem min. Ewî merivî qesta serê min kir, ez dergîstî bûm, min jê pirsî, tu çi merivî?

Go: -Min qesta serê te kirîye, seva te hatime.

Ez rabûm, min ew mêrik xapand, min got: “Wekî te qesta serê min kirîye, niha tu westayî, were razê, paşê ezê xeberekê bidim destê te. Mêrik arxaîn bû, raza. Min got: “Kulê tu minda bêyî, bavê min mezinê heft padşane, dizekekî îro xwe dizîye, qesta serê min kirye, lazime, gere ez sulha xwe wî bikim. Ez rabûm, min soranî kişand, ew mêrik kuşt. Min kire sova xwe şewitand, kes pê nehisya, ne carî, ne merivê dora min, tu kes pê nehisîya.

Tu divêjî: “Sixul min ne qewimîne”, çira ez hundurê kela xweda bûm, şixul min qewimî, tu hawqa dinyayê şivan bûyî, gavan bûyî, rêwî bûyî, çira şixul te neqewimîne.

Qîza padişê divê: -Ez wextekê dîsa koçika xweda rûniştibûm, min dî qîzek hate cem min, dîsa şev, çil qewaz jî dora koçka min bûn, tu divêjî: “Tişte min ne qewimîye, ez qe nizanim”. Ew qîz hate cem min. Min rabû ezet, qulix wê qîzêra kir. Min got:

-Qîzê, tu hatî çi?

Necerisî, go: -Ez dilê xwe hatime.

Rokê, dudîya, sisîya, min jêra qulix kir, wê qîzêra, min paşê sê roja şûnda, min qîzê pirsî:

-Hilbe, tu seva çi gilîyî hatî?

Got: -Çi ji te veşêrim, çi ji xwedê, dilê kurê padşê Stembolê ketîye te, ez şandim. Go: “Wekî dilê wê heye, bira serê xwe minra têke yek”.

Min go: “Zef pak”. Min dîsa jêra ezet-qulix kir, dîsa cem xwe da razandinê.

Min got: -Kulê tu di minda bêyî, bavê min serê heft padişaye, wekê dizek-mizek, kes nizane ku xwe vedidizin, tê van gilîya minra divêje. Min ew jî kuşt, kesik pê nehisya, ew jî kuta kir.

Divêjî: “Ez qe tiştekî nizanim, ez çawa hundurê kela xweda bûm, şixul min qewimîne, eva gilîyê hanê min qewimîne, tu hewqa dinyayê şivan bûyî, rêwî bûyî, tu qe tişkî dinê nizanî, bû benî adem, gerekê dinyayêda tiştekî bizanibe, wekê tu nizanî, hema lazime, pake te syar bû, bivê-nevê gerekê tiştekî bizanivî, çawa merivî? Qe tiştekî nizanî?

Got: Mecîtê Memo, 45 salî, nexwendî, ji gundê Heko, li ser nehya Talînê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev