Pêwendîyên civakî-aborî li bal kurdan -2

Pêwendîyên civakî-aborî li bal kurdan -2

Me di 118 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka A. Bûkşpan ”Kurdên Azirbêcanê”, beşa duduyan a bi sernavê “Pêwendîyên civakî-aborî li bal kurda” raberî we bikin. Beşa pêşin me berî heftêyekê weşandibû.

Ev berhema zanyarî sala 1932an li paytextê Azirbêcanê – Bekûyê bi rûsî ronahî dîtîye

û heta îro jî bi kurdî çap nebûye, lê min ew wergerandiye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 119 

Dema ku Azirbêcan nû bûbû komara Sovêtîyê, vira hukum di dest du malbetên derebeg-milkedarên mezin da bûn – malbeta Sultanov beg û Koturli beg.

Navçeyên Laçînê, Kelbecarê û Kubetlîyê di dest begên turka yên ji malbeta Sultanova dizêrîyan. Hukumeta mûsafeta hukumê wan nas dikir û serkarîkirina herêmê di dest Sultanova da bû, lê yek ji wê malbetê jî – Xosrow beg Sultanov, hatibû kivşkirinê wek welîyê Qerebaxê.

Di navbera serekeşîra û derebeg-milkedarên ji malbeta Sultanova da carna nerazîbûn hebûn, heta pevçûn jî dibûn, lê herdu jî karek dikirin – milet dizêrandin.

Begên Koturlînê, ku heta serketina şoreşa Oktobirê li Azirbêcanê di navça Kelbecarê da hukum di dest wan da bû, 80 hezar hêktar erdê rêj (ku tê bêcerkirinê) û 45 hezar hêktar erdê dêm (ku nayê bêcerkirinê, xozan) xistibûne bin destê xwe.

Wek ku binecîya ji me ra gotin, ji wan bega yê herî feqîr – Qadî begê Rizabeg oxlu, xweyê 105 çêlekên doşanî, kerî-sûrîya, xulam û xizmetkara bû.

Gundîyên navçeyên Laçînê û Kubetlîyê di hêla aborî da bin destê begên Sultanova da dizêrîyan. Bacên mezin ji wan distendin, xweserîtîyên nebînayî dikirin, heta mafê şeva pêşin jî di dest wan da bû (razana şeva pêşin bi bûka teze ra).

Gundîyên Kelbecarê û Laçînê hetanî niha jî nikarin rehet navê zordestên xwe yên berê bînine ser zar-zimana. Gundîya gelek nimûne ji me ra dianîn, ku malbeta Sultanova di dema hukumdarîya xwe li Kurdistanê çi ecêb-nenere anîne serê wan, çawa ew zêrandine, talan kirine, şêlandine, kuştine.

Destên malbeta Sultanova heta enîşkê di nav xwîna gundîyên sexîr da ne, hebûna wan bi saya serê xûdana enîya gundîya saz bûye, heta niha jî di nav gundîya da merivên seqet hene, ku di dema xwe da derbên van hov û wehşa xwerine.

Xênji derebegên xelqê, kurd ji alîyê beg û milkedarên “xwe” da jî dihatine zêrandinê. Gundîyên kurd di bin du derba da bûn.

Ev cûrê jîyanê milet kiribû du beşa: alîyek beg û zordestên mayîn yên dewlemend bûn, alîyek jî gundîyên belengaz bûn û şerê çînî di navbera wan da di şertên eşîretîyê da dibûn.

Li wan hemû gundên kurda da, ku em lê qesidîn, di nav gundîyan da femdarîya rizgarbûna ji bin nîrê zordarîyê xurttir bûbû, hêrs û eynata wan ya hindava derebega û zordesta bi deha sala berevî ser hev bûbû û niha, piştî ku şoreşa Oktobir li Azirbêcanê bi ser ketîye û girêdayî wê yekê ra, ku her tişt tê kirinê bona gund bi riya soîyalîstîyê pêşda herin, ew femdarî rengekî nû wergirtîye.

Gelek zehmet bû ku newekehevtîya jîyana aborî di her gundekî da dîyar bikin, ji ber ku dewlemendên gund bi her awayî dixwestin rewşê usa bidin xuyanîkirin, ku dest li hebûna wan nekeve û firsend bikeve wan ew vir şûnda jî kîsî gundîya dewlemend bibin. Û ew rewşa, ku V.Gûrko-Kryajîn di nivîsên xwe da tîne ber çeva, ji rastîyê gelekî dûr e.

Berî ku qeydê Sovêtîyê li Azirbêcanê testîq bûbû, di piranîya gunda da rewşa kûlaka (dewlemenda) ji ya gundîyên orte û feqîr lap cuda dibû. Gundî di hêla aborî da bin destê dewlemenda da bûn. Cûrê jîyana nû ev hemû gerekê ji bingehê va biguharta.

Berî Sovyêtê gelek malbet dewlemend bûbûn, hebûna wan ji nisletekê derbazî yeke mayîn dibû. Ji ber wê jî wana hewl dida, ku cûrê jîyana eşîrtîyê wek berê bimîne, ji bo bikaribin hebûna xwe di dest xwe da xwey bikin û zêde bikin. Eger em gotinên Êngêls hindava gundîyên Kurdistanê da bi kar bînin, emê binhêrin, ku “çîna desthilatdar bona efûkirina zêrandin û şêlandinên xwe, di hêla jîyana eşîrtîyê da ji çapê zêde zordarî li milet kirîye”(4).

Wek ku me îdî destnîşan kirîye, ev yek ne hîştîye şerê çînî bi ciddî pêşda here û ji ber wê jî karê hukumdarîya dewlemenda û zordesta daye sivikkirinê.

Em hatine ser wê bawerîyê, ku di wan hemû gunda da, ku em çûnê, rîspîtî (ne rûspî) hetanî niha jî serdestîya dewlemendan e. Bawerîyên V.Gûrko-Kiryajîn derheqa wê yekê da, ku li Azirbêcanê “qedirgirtina rîsipîya di nav kurdên Êrîvanê da ne ji hebûna wan tê, lê ji tiştên mayîn e”, û bi wê yekê ra tevayî jî ew dibêje, ku ya sereke ew e, çika merivê rîsipî çiqasî bi nav û deng e, zane ye, ji kîjan kokê û malbetê ye,- bi bingehê xwe va şaş e û ji bo rast qîmetkirina rola rîsipîya fikrên wî meriva dixalifînin.

Gerekê ji bo wê yekê guhdarîke taybetî daynine ser evê fikrê, ji ber ku rîspîtî hetanî niha jî ji holê ranebûye û ewê wî çaxî tam rabe, eger sîyaseta me ya nû bi ser keve.

Wan meriva ra aksakal (rîspî) tê gotin, yên ku dewlemend in, xwîna milet dixwin, wî dizêrînin. Ji wan meriva ra “qedirgir” jî dibêjin, û ji ber wê ye, ku hukumê wî li gund hetanî niha jî maye.

Me dikaribû bi deha nimûneyên usa banîyana, ku rastîya gotinên me bidana testîqkirinê, ku aksakal zordarê milet e.

Ji bo wê yekê em tenê nimûneyekê bînin.

Berî qeydê Sovêtîyê hebûna merivekî bi navê Samed Hecî-oxluyê ji malbeta Terallûya (Şahverdîler), ku li Mînkendê dima, ewqas bû:

25 hesp, 100 serî heywanên gir, 200 mî, 30-40 çêlek, 200-250 hêktar erd. Bilî vê, 30-40 çêlekên wî yên doşanî hebûn. Bavê wî, Hecî Welî Xudavêrdî hela di saxîya xwe da ji bo ku kal bûbû, serkarîkirina malhebûna sipartibû kurê xwe. Him bav, him jî kur rîspî bûn. Xênji wê yekê, ku rîspîya şivan, xulam-xizmetkarên xwe dizêrandin, ser da jî zor didane wan, ku xizmetî temamîya malbetê bikin.

Zordestîyeke mayîn jî hebû. Rîspî dikaribû pera bi deynî bide merivên malbetê, lê hîç cara ne dida merivên ji eşîreke mayîn. Gundîyên feqîr ji dest tunebûnê da dizêrîyan.

Tiştekî balkêş e, ku fûnksîyonên cendirmîyê jî di dest rîspîya da bûn. Ew dikirine yûzbaşî û gundî ji dest wê yekê jî dihatine zêrandinê.

Eger di malekê da du rîspî hebûna û bixwestana yekî tenê hilbijartina, ew yek hildidane ser hesêb, ka çiqas hebûna wî heye, fûnksîyonên cendirmîyê di dest ji wan kîjanî da ne (wek nimûne, kî ji wan yûzbaşî ye). Nimûneke usa berê me di navça Laaçînê da dîtibû, di gundê Mînkendê da.

Rîspîtî – ew aleteke ku destûrê dide bin perda erf-edetên miletîyê da gel bizêrînin. Carna melle jî dikaribû bûbûya rîsipî, eger ew ji malbeteke dewlemend bû. Piranîya wan xwendina xwe ya ruhanî (olî) li Farizistanê distendin bona pişt ra bikaribin miletê feqîr bixapînin. Rîspîyên çend gunda melle bûn. Yek ji wan li gundê Axcekendê bû, li navça Laçînê. Mellê wira xênji fûnksîyonên melletîyê (yên dîndarîyê), yên rîspîtîyê jî dikir. Û gundên usa dîsa hene.

Femdarîye, ku di van şerta da, berî dîwana Sovêtîyê binecî mecbûr bûn bona peydakirina nanê zikê xwe, him bal milkedar û dewlemendên “xwe”, him jî bal yên “xelqê” her karî bikin, heta xulamtî jî. Di dema zivistanê da piranîya kurdên gunda karê usa dikirin. Dema ew ji gund derdiketin û diçûne warên mayîn bona kar peyda bikin, fikreke usa peyda dibû, ku ew kurd di demsalên mayîn li zozanan in, ango koçer in, dû ra jî karên mayîn dikin. Ji ber wê jî hinek lêkolîner ser wê bawerîyê ne, ku piranîya kurdên navçeyên Laçînê û Kelbecarê koçer in. Kurd bona kar berê xwe didane Axdemê, Berdûyê, Axcebadê, bal gundîyên dewlemend karê gîhadirûnê, nandirûnê, berevkirina pembu dikirin, li ser karê çêkirina riya dixebitîn, dibûne hembal û h.w.d.

Em rastî gelek belengazên usa hatin. Hinek ji wana eva bîst salî zêdetir e, ku karê usa dikin. Di gundê Bozluyê, navça Laçînê da me bi gundîkî ra sohbet kir, ku 35 sala zivistana ji mal derketîye û ji bo kar çûye cîyên mayîn.

Di nav binecîyên mayîn da, tenê yên gelek dewlemend, ku xwedî gelek serî dewaran in, zivistana ji dest sermê bi dewarên xwe ra tevayî ji warên çiyayî dadikevine rasta. Lê yên usa pir hindik in, heta di wan gunda da jî, ku heywanxwedîlkirin karê wan yê sereke ye.

Em dijî bawerîyên V.Gûrko-Kryajîn in û ser wê fikrê ne, ku “koçerîya” zivistanê ji dest feqîrîyê bû, dema milet ji çîya berjêr dibû deşt û rasta û ebûra gundîya bi wê yekê va girêdayî bû, çika filan salê ekin çawan e. Bi gotina gundîya, wana ew kar ji neçarîyê dikir, ku ji birçîna nemirin.

Di ser van hemû tişta ra lazim e bê zêdekirinê, ku di wan navça da, ku me lêkolîn li ser wan kirine, gundî ne wekehev malên xwe dihîştin û ji bo peydakirina kar diçûne warên mayîn. Ew bi şertên her gundekî va girêdayî bû: di gundên paşketî da çûyîn pirtir bû, yên mayîn da hinekî ji wan kêmtir bû.

Bi wê yekê ra girêdayî em çend malûtaîya bînin (sala 1930î):

 

Di navça Laçînê da

 

Gundê Zêrtîyê: ji 42 mala 32 mal çûne

Gundê Mînkendê: ji 270 mala 50 mal

Gundê Bozlûyê: ji 71 mala 3-4 mal

Gundê Qeleçê: ji 16 mala 5 mal

Gundê Çênlanliyê: ji 65 mala heta 20 mal.

 

Di navça Kelbecarê da

 

Gundê Şûrtanê: ji 70 mala 5-10 mal

Gundê Soyuz-bûlaxê: ji 41 mala 3-7 mal

Gundê Zeylikê: ji 119 mala 7-8 mal.

 

Ji vê navnîşa me anî xuya dibe, ku ser her malekê hesibandî (bi selefa, ango prosênta) pirtir ji gundê Zêrtîyê, navça Laçînê çûne. Û ev tiştekî text-bext (tesedûf) nîne. Ew gund di navçeyên Laçînê û Kelbecarê da gundê herî feqîr bû. Perçekî binecîyên wî hetanî niha jî di holik û şikefta da dimînin. Ev gundê ku ji riya û dirba dûr e û pişt guha va hatîye avîtin, jîyana wan kurda tîne ber çevan, ku berî 2.500 sala Ksênofon di pirtûka xwe da derheqa wan da nivîsîye.

Lê gelek gund jî hene, ku neferên tu malekê zivistana ji gund dernayên an jî qet dernayên. Ji bo nimûnê, gundên Axcekendê, Kerekeşîşê û yên mayîn.

Wek me gotibû, pir kêm merivên dewlemend zivistana ji gund dertên, diçine rasta. Wek mînak, ji gundê Mînkendê ji her 50 mala tenê 2 mal bi heywanên xwe ra tevayî diçine deştê. Herdu mal jî dewlemend in. Em wê jî bêjin, ku ji navça Laçînê diha zef mal diçin, ne ku ji navça Kelbecarê û wan herdu navça da jî karê gundîya yê sereke heywanxwedîkirin e. Ev hemû careke mayîn dide îzbatkirin, ku ew gotina “kurd hemî koçer in” bi bingehê xwe va şaş e.

Di nav kurdên herêma Naxçiwanê da jî hinek mal zivistana bona peydakirina xebatê ji gundên xwe yên çiyayî dertên, diçine arana, lê jimara wan ji jimara kurdên usa yên navçeyên Laçînê û Kelbecarê gelekî kêmtir e. Ew bi wê yekê va tê şirovekirinê, ku di herêma Naxçiwanê da piranîya kurda di navça Stalîn da (Şarûra berê) dijîn û jîyaneke nîvkoçerîyê derbaz dikin, piranîya merivên feqîr bal dewlemend û milkedarên “xwe” dixebitin, û rewşa wan wek rewşa qûlan e (hêsîr). Ew zordestî carna dibe sebeb, ku hinek kurdên belengaz warên xwe dihêlin û diçin gundên turka yên cînar da bi cî dibin. Li vira meaşê xulama diha zêde ye, ne ku gundên wan da. Wek mînak, li gundê Sederekê, ku serhevdu çend kîlomêtra dûrî Erezdeyanê ye, her sal weke 20 kurd wek hêsîr kar dikin û piranî jî havînê, di dema berevkirina ekin da. Lê çend gundîyên belengaz yên ji gundê Sederekê, ku turk in, havîna bal kurdên dewlemend karê gîhadirûnê dikin. Bi vî awayî, çûyîna kurda ji malên xwe ne ji wê ye, ku ew nikarin di gundê xwe da kar bibînin, lê ji wê ye, ku ew ji alîyê dewlemend û derebegên xwe da têne zêrandinê. 

  1. F.Êngêls, Proîsxojdênîyê sêmyî, çastnoy sobstvênnostî î gosûdarstvo. Weşanxana Pêtrogradskogo Sovêta R. î K. D., Pêtrograd, sal 1919, rûpel 38. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev