Pirsa we û bersîva me – 60

Pirsa we û bersîva me – 60
Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide. Vê carê Nura Şane bersîva 3 pirsan da.

 

Pirsên Cimoyê Miraz û bersîva Nura Şane

 

Pirs 1: – Ji ber çi ye, ku di dema şerê birakujîyê da diha pir kurd têne kuştinê, ne ku dema kurd bi dijmin ra şer dike?

 

Bersîv 1: – Ji ber ku gava kurd û dijmin bi hevdu ra şer dikin, piranî alîyek tê kuştin, lê gava du kurd bi hevdu ra şer dikin, herdu jî têne kuştin!

 

Pirs 2: Gava ez bala xwe didime berhemên helbestvan û nivîskarên me, çend kes ne tê da, ez tême ser wê bawerîyê, ku ez jî dikarim wek wan binivîsim. Tu çi dibêjî, ez jî nebime nivîskar?

 

Bersîv 2: – Eger tê wek wan binivîsî, tê jî wek wan rûyê xwe yê sipî reş bikî.

 

Pirs 3: Çend nivîskar, zanyarên biyanî yên bi nav û deng, ku bi kurdî jî nizanin, qîmetekî mezin didine berhemên hinek nivîskaran, ewên ku bi kurdî hatine nivîsandin. Gelo raya te ser vê meselê çi ye?

 

Bersîv 3: – Nivîskarên me dîtin, ku xwendevanên kurd berhemên wan naecibînin, destpê kirin hewara xwe li biyanîyan daxistin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Xwendevanek

    Ez bi tesadufî li Nura Şane qelibîm. Heyran berî ku “Nura Şane” dest bi karê ziman û bersivan bike, bila xwe fêrî nivîsîna kurdî bike, pişt re bila dest bi vî karî bike… Spas ji we re…

Şirovekirin hatine girtin.