Rêwîtiya ber bi kurdên Beloçîstanê -3

Rêwîtiya ber bi kurdên Beloçîstanê -3

Welat Agirî

Em ê Serheda Pakistanê, welatê peştûna, li pey xwe bihêlin û di vê nivîsê de, berê xwe bidin Beloçîstanê ku li vê eyaletê 50-60 hezar kurd dijîn. Di nav 12 mîlîon beloçan de 50-60 hezar kurd bi cîh û war bûne ku ev jimara kurda ne jimareke kêm e. Herçiqas nifûsa beloçan 12 mîlon be jî, miletê beloçî li Pakistanê xwediyê eyaleta herî mezin in.

Eyaleta Beloçîstanê ji aliyê gaz, petrol û kanên din ên binerd ve gelek dewlemend e. Lêbelê ya ecêb ew e, ku feyda vê dewlemendiyê ji Beloçîstanê zêdetir gihiştiyê eyaletên din. Min ji kalemêrekî pirsî bû ka çima Beloçîstan pêş neketiye û di vê sedsalê de ji gelek tiştan mehrûm maye. Wî kalemêrî weha digot: “Xazil brîtanyayî ji vir derneketana, erê îngilizan jî xwîna me mêtin lê gelek tiştên baş jî kirin. Binhêre ev rêya hesinî ji îngilizan maye û hêjî li kar e. Piştî îngilizan, kesî ji bo beloçan kevirek neda ser kevirekî”.

Meriv nikare Eyaletên Pencab û Sîndê bîne ba Eyaleta Beloçîstanê û qiyasekî di navbera wan de bike. Ferqeke gelek zêde heye, ku pêşberî wan eyaletan Beloçîstan wek gundekî dimîne. Dixwazim, hema bi kin û kurt, behsa Pencab û Sîndê bikim.

Nifûsa Eyaleta Pencabê hêyştê mîlîon e û paytext jî Lahor e. Heke em sê bajarên Pakîstanê ên herî pêşketî bijmêrin, bêşik li pey Îslamabad û Karaçîyê bajarê Lahorê tê. Pakîstanî bi îngilizî ji Lahorê re dibêjin: “Lahore is Lahor” ango Lahor Lahor e. Û ev gotin jî nîşana bedewiya Lahorê ya dîrokî, xwezayî û bajarvaniyê ye.

Çawa li Pakîstanê, Eyaleta Pencabê heye herweha li Hîndistanê jî heman eyalet heye û li wir jî navê wê Pencab e. Dema Pakîstan û Hîndistan ji hev cihê dibin, Pencabiyan jî ji hev cihê dikin lê nizanim ka li gorî kîjan şert û meracan ev eyalet kirine du kerî. Heke em bi awayekî din bêjin pencabî hîndûyên misilman in, yanî aliyê reng û rûçik ve ti ferq navbera hîndû û pencabiyan de nîn e.

Aliyê erf û edet ve em dikarin bêjin Beloçî û Peştû nêzîkê hev in. Lê pencabî qet naşibin wan û hinekî “light”, rihet in. Meriv nikare zû-zû kesekî xemgîn li Pencabê bibîne. Merivên feqîr in û herkes di halê xwe de ye. Di şert û mercên herî xirab de jî pencabî devlikenî û beşerxweşiya xwe winda nakin. Wek beloç û peştûna xebatê hez nakin, ku pencab gelek germ e û jixwe di bin wê germahiyê de meriv sist dibe dimîne.

Miletê Pencabê şer û pevçûnan hez nakin û heta destê wan were ji talûke û teşqeleyan dûr dimînin. Derheq şerekî di navbera du pencabiyan de dixwazim ji we re behsa bîranîneke xwe bikim. Rojekê em li cihekî rûniştibûn, traktorek hat û ber me re derbas bû, ku traktor bi kerpîçên sor ve hatibû barkirin. Ji traktorê kerpîçek şiqitî û hat motosikletekê ket. Xwediyê motoksikletê gelek hêrs bû û ji şofêrê traktorê re çend çêr rêz kir. Şofêr traktora xwe da sekinandin û hat. Min go wele yê li hev xin û ew ji bo min cara yekê bû ku du pencabî dibeziyan hev. Şofêr hat cem xweyê motorê û wî jî bi pencabî jê re da xebera. Yê xwediyê motorê kulma xwe bilind kir lê bes bilindkir ne lê dixe ne jî kulmê berjêr dike. Şofêr devdorê xwe nihêrî û wî jî ew kerpîça ji traktorê şiqitî bû, ji erdê hilda û hate nik xwediyê motorê. Yekî kulma xwe rakirîye, yê din kerpîç hildaye, lê bê hereket li hev dinhêrin. Xwediyê motorê kulma xwe berjêr kir û serê xwe da ber kerpîçê û gote şofêr lêxe. Şofêr jî kevirê destê xwe da destê wî, gote wî na tu lêxe. Yanî mirov komediyeke weha di televizyonan de jî nabîne. Wî got tu lêxe, yê din got tu lêxe û kesî li kesî nexist. Şofêr traktor ajot herrek tu naçî. Yanî bi kurtayî mêrika şer û teşqeleyan hez nakin.

Tama xwarinên me û yên pencabiyan gelekî dûrî hev in. Zef zêde îsot û biharatên cuda cuda têdixin nav xwarinan ku carna meriv nikare ji bîna biharatan di ser xwarinê de here.

Jinên pencabî ne wek yên peştûyan in. Gelek sosyal û cil û bergên rengîn xwe dikin û bi serbestî derdikevin çarşî û bazara. Heke ji min bipirsin ka tiştê baştirîn li Pencabê çiye? Ez ê bêjim zewac e. Erê li Pencabê kesên bi siûd zava ne. Li vir bavê zava qelen nade, eksê vê bavê bûkê qelen dide bavê zava. Ew qelen hin deveran wek pere û hin deveran jî wek çêkirina malê û dayîna erdê ye.

Ev edet yanî qelendayîna bavê zavê li Eyaleta Sîndê jî heye. Û tiştekî nebaş jî ji we re bêjim, li Sîndê gelek malbat hene ku ji bo pere, mal û milk nedin zava, qîzên xwe nadin mêr. Ew qîzên wan di mal de dimînin heta mirinê.

Sînd û Beloçîstan gelekî nêzîkê hev in û li payitextê Sîndê yanî li Karaçî yê gelek kurd dijîn. Lê ev kurdên Karaçîyê pey re derbasî vî bajarî bûne ango cîh û warên wan ne Karaçî ye.

Di sala 2011an de min bihîstibû ku kurd li Beloçîstanê hene. Lê mixabin derfet nebû ku herim û wana bibînim. Pirsên derbarî wan de her diçûn zêde dibûn. Çima hatine vira?, Gelo kurmancî diaxivin yan soranî?, Dişibin me yan dişibin beloçiyan? Erf û edetên wan çawa nin? Û gelek pirsên din.

Di haman salê ji bo ziyaretekê ez li zanîngeheke Îslamabadê, payitextê Pakîstanê, bûm. Li wir komek xwendevan hebûn, dema bihîstin ku ez ji Tirkiyê hatime, hatin cem min, me hal û rewşa hev pirsî. Derbarî Tirkiyê de çend pirs pirsîn. Min gote wan ez ji Tirkiyê têm lê ez ne Tirk im, ez Kurd im. Yekî hilda got, heqet tu kurdî? Min go erê ez kurd im. Got ez jî kurd im. Min go tu ji kêdera Kurdistanê yî? Got ez kurdê Beloçîtanê me, navê min jî Feysal e. Birastî ez bi dîtina Feysal gelekî kêfxweş bûbûm. Mirov bi dîtina kurdekî, bi hezaran km ji welat dûr, kêfxweş dibe lê alîkî ve jî… Û alîkî ve jî kurd û rewşa wan a perakende, kurdên Tirkiyê, yên Sûriyê, yên Îraqê, yên Îranê û kurdên Beloçîstanê…

Heya sala 2016a, derbarî kurdên Beloçîstanê, ez gelek tişt ji Feysal hîn bûm. Lê min dixwast ku herim wir û bi çavên xwe cîh û warê wan bibînim. Di îlona 2016an de em derketin rêwitiya Beloçîstanê. Feysal ne li wir bû lê telefûn û adrêsa hevalekî din bi min re hebû. Em bi balafireke Pakîstanê, ji Îslamabadê derbasî Quettayê bûn ku Quetta paytextê Beloçîstanê ye.

Midetekî ez li Quettayê mam, pey re Seyîd Kurd, ku ev heval kurdekî Beloçîstanê ye, li min geriya û xwest ku were min bibîne. Ez û kek Seyîd em li cîkî rûniştin, me çay vexwar, hal û hewalê hev pirsî û hinekî li ser kurdan sohbet kir. Min got kek Seyîd em ê kengî ber bi herêma kurda herin. Got, wele şemî jî dibe yekşem jî dibe, hema te kengî xwest ez hazirim. Lê me wê rojê qirar neda ka em ê çi wext herin herêmê ku ji Quetta yê heta herêma kurda du saet û nîv dikişand.

Rojeke yekşemê, ne xelet bim, saet dehê şeveqê bû, zengila derî lêxist û min nêrî va kek Seyîd li ber derî ye. Min go kekê kerem ke were hundur, got Rifet hêviya me ye. Min go Rifet kî ye? Got ew jî kurdek e, em ê herin gundê wî. Min taştê jî nexwaribû, mecbûr kincê xwe li xwe kir û derketim. Ez, kek Seyîd û kek Rifet, em li erebê siyar bûn. Kek Seyîd got, ez zanim te taştê nexwariyê, em di rê de ji bo xwarinê bisekinin.

Rêwitiya me yê dewam bike…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Rizo

    Emir dirêjo te em kilîkî kirin. Tê bi awakî têr tijî behsa kurda bikî bike, nakî bêje ez tiştekî nizanim. Ez çiye heftê du peyva dinivîsînî?

Şirovekirin hatine girtin.