Mustefa Gazî serê xwe danî ax û berên sar

Mustefa Gazî serê xwe danî ax û berên sar

Kedkarekî hunera kurdî, helbestvan Mustefa Gazî tevaya jîyana xwe dîyarî pêşketina helbestvanî û hunera kurdî a stiranê kir. Lema ewqas kesên navdar li jêr xemgînîya xwe dîyar dikin.

Belkî daxweza wî a dawî ew bûye, ku nifşên dahatû karê wî berdewam bikin. Daxweza malpera Riataza jî ew e, ku berhemên wî yên çapnebûyî bikine milkê gelê me.

Desteya rêvebir ya malpera me serxweşîyê dide malbeta Mustefa Gazîyê nemir, heval û hogirên wî, evîndarên hunermendî û helbestvanîya wî.

 

Faris Medenî Marşîl

Di 1956an de li hêla Qerejdaxê ji dayik bû.

Hë zarok bû li Diyarbekirê bi cih bû.

Di xortaniya xwe de di nav refên DDKDyê de cih girt, lê meyla wî zêdetir li ser huner, kultur, ziman û wêjeyê bû. Yekî pir alî bû.

Berevkar û lêkolînerê folklora kurdî bû, li ser devokên kurdî û bi taybetî jî li ser devoka xwe ya Qerejdaxê dixebitî.

Dîyarbekir warê wî bû û terka Diyarbekirê nekir; hemû hevalên wî piştî derbeya 12ê Îlona 1980yî welat terk kirin, lê ew derneket.

Êdî ne bi navê Mistafa Pakdemir bi navê Mistefa Gazî dihat naskirin; û di nav cemaetê de wek Seyda dihat binavkirin.

Hemû jîyana wî bi belengazîyê derbas bû; di şertên herî zor û zahmet de karê xwe dewam dikir; bi muzîk û hunerê mijûl dibû.

Strana wî ya ”Xerîb im, ez xerîb im” ”Tu gul î ez bulbulê te me” deng vedan.

Di Koma DDKDê de, Koma Pêşengê de, di Koma Med-Komê de li Mala Dengbêjan a Diyarbekirê de, di Koma Çarpelê de û hinek Komên din de xebata ziman, çand û hunerê kir. Qursa zimanê kurdî û muzîk da. Di kovarên Kurdî de li ser ziman, huner û çanda kurdî nivîs û meqale nivîsand.

Felsefeya wî ya jîyanê cûda bû. Ji bo şîna şehîdên azadîxwazên Kurdistanê di dilê xwe de bigre cilê reş li xwe dikir, wek jîyanê protesto bike bi serê xwe dijîya; ezab ma û nezewicî. Weletperwerekî ne tenê bi gotin bi wesif bû. Kedkarê doza azadî û serxwebûnê bû.

 

HELBESTVAN Û XIZMETKAREKÎ ZIMANÊ KURDÎ XATIRÊ XWE XWEST!

Bayram Ayaz

Helbestvanê zimanê kurdî Mistefa Gazî (Seyda), birayê her wisa xebatkarekî ziman û çanda kurdî hêja Kekê Mahmud Lewendi, koça dawî kiriye û îro hat veşartin. Belê, stêrkekî biriqî ji ezmanê helbestvaniya kurdî xuricî!

Bi zimanê Tirkî, em bêjin bi Tirkiya Diyarbekirî pirtûkekî jî nivisîbû. Navê vê pirtûkê “Diyarbakir Kabadayilari, Delileri ve Pişo Meheme” ye. Ev pirtûk ji aliyê devoka Tirkiya Diyarbekirê girîng e. Bi rastî jî çavkaniyeke folklorîk e. Xebatên wî din ser zargotina kurdî ji deverên Xerzan, Amedê û deverên din jî xizmetên hêja ne.

***

Bi vê egerê me hestên xwe bi hêja kekê Mahmud re parve kir.

“Hêja kekê Mahmud Lewendî, koça dawî ya birayê te dilovan Seyda, hoste û xizmetkarê ziman û çanda me, êşekî mezin e. Bi rastî ew jî wekî te jî nivîsiye, yek ji “şehîdên ziman û çanda kurdî” ye. Cîhê wî jî li qora mûnewer û şehîd û xizmetkarên ziman û canda kurdî ye. Ji we re sebre dixwazim, êş û xemgîniya we parve dikim. Em hemî hezkirox û xizmetkarên zimanê kurdî, gelek xemgîn in. Serê we û hemî dilsozên doza Kurdistanê sax be. Stêrkekî biriqî ji ezmanê helbestvaniya kurdî şiqitî.”

 

Hevalo, hogiro, birayo!

Mustafa Kalpak

Te li ser mirina Arjen Arî nivisandibû, ”Ev dunya dunyayeke bê wijdan û bê edalet e..”

Rast e, mirin bi merhemet û bi edalet tevnagere. Na!

Li dijî mirina bêwext ez îsyan dikim! Mirina bêwext li derîyê te xist û te zû ji nav me bar kir û tu  çûyî.

Ez qebûl nakim, nikarim qebûl bikim ku mirin li ser ruyê erdê hukumdarîya xwe li ser jiyanê bike.

Tarî, divê li ser ronahîyê hukim neke Hevalo!

Na! Ronahî divê ji tarîyê qewîtir be.

Qebûl nakim tu di binê erdê  de di nav wê axa sar de winda bibî.

Giya hertim li ser ruyê erdê şîn dibe, û ba tu car ji serê çîyan kêm nabe.

Erd çawa giyayê xwe, û çiya çawa ba û bahozê bi bîr tîne, TU yê jî di bîranînên min de her tim hebî û bijî!

Ez nuha li Diyarbekirê me, cihê te pir xuya dike hevalo!

Çiqas zor e, xemgînî û xemkêşîya hevalekî! Hundirê min dişewite!

Wekî berê ji vî bajarê bêyî te sêwî mayî, tu tahmekê nagrim.

Ez gelekî sipasî jiyanê dikim ku me hev û di nas kir, û nêzî-45-50 sal in, em bûn hevalên hev.

Û sipas ji bo keda te ya bo milletê kurd.

Oxir be, oxir be hevalo, hogiro, birayo!

Oxir be, di xewa ebedî de di aramgeha xwe de bi aramî razê!

 

Te em hêlan, îdol û rêberê kurdîtîya min!

Perîn M. Esmeroglu

Ey mirovê mezin, îdolê ciwanîya min û rêberê kurdîtîya min.

Te çawa dikarîbû hemû derd û kul û pirsgirêkên kurdan û cîhanê di wê odeya xwe ya biçûk de bi cih bikira.

Dema ku min tu ji nêzîk ve nas kir, ez jî li ser rêya malbata we bûm, ez ê jî bibama endameka malbata we.

Tê bîra te, demeke dûr û dirêj hemû şemî û yekşeman ez li mala we bûm.

Bi tembûra te û dengê bavê te me gelek kaset tijî kirin. Bavê te digot û te lêdixist. Te bi bavê xwe re bi zimanê tembûrê qise dikir.

Piştî şîvê piçek televizyon û paşê em hemû diçûn odeya te. Odeya bi qoltixên sor. Odeya ku tu car perdeyên wê venedibûn. Odeya ku dîwarên wê bi tembûr û cimbûşan xemilandî. Odeya ku her quncikeke wê bi helbest û nivîsên xweş dagirtî.

Odeyeke bê sûc û bê guneh, odeyeke pak û saf, odeyeke ji hemû xerabîyan dûr, odeyeke efsûnî, odeyeke ku zanîn, kultur û Diyarbekir jê difûrîya. Odeyeke tijî qedexe û yasax ku xof û tirs ber dida nava dilê dijminan.

Hemû şev bê westan me guhdarîya te dikir. Min cara pêşî di wê odeya te da alfabeya kurdî û kovara Medya Guneşî  nas kir.

Her di wê odeya xwe ya efsûnî ya wek cih biçûk lê wek asîman fireh de, te ez fêrî tembûrê kirim. Lê mixabin Mistefa Can di vî warî de ez di sinifê de mam.

Ew odeya te ya perdegirtî tu caran ji mîvanan kêm nedibû. Her tim û her gav tiştek hebû ku te di wê odeya xwe ya biçûk de  bida hezkirîyên xwe, bi wan re par ve bikira. Wan jî ji dil û can guhdarîya te dikir. Tu mirovekî têr û tijî û dilovan bû, te qiymet dida herkesî.

Mistefa can, demeke dûr û dirêj te di wê odeya xwe de terka qelem, kaxet, tembûr û helbestan nekir.

Gelek sal di ser re buhurîn, tu bû Seyda ji bo hezkirîyên xwe, em jî bûn mirîdên te Seyda can! Tu êdî ji dergeha xwe derketibû, lê vê carê jî te hest û  zanîna xwe bi rengê reş poşî, tu êdî bibû siyahpoş! Li gor te ev reşpoşî protestoyek bû, lê mezinî û zanîna te li pişt wê reşgirêdanê hilnedihat

Seyda can, tê bîra te, te ji min re bi dizî digot:  ji bo ku ez bibim endameka vê malbatê, tu li dijî gelek astengî û zor û çetinahîyan rawestîya. Dema ku te qala van bûyerên “dewra cahîlîyê”  dikir, ez bi dengekî bilind, tu bêdeng lê ji nava dilê xwe dibişirî û dikeniya.

Û rojekê xebera ne xweş hat, gotin  Seyda nexweş e. Min wêneyê te yê nexweşxaneyê dît, pir li ber ketim û min qet bawer nekir ku Seyda jî dikare nexweş bikeve.

Ji welatekî dûr hatim bajarê te ku te tu carî nedixwes terka wê bikî, bajarê ku tijî “dîn û qebedayî”, bajarê ku tijî dengbêj û deng û awaz. Ji balafirgehê yekser hatim seredana te. Gotina te ya pêşî te got “Ez diçim, êdî ez hatime dawîya rê!”  Ez pir aciz bûm! Û “Ev çi ye Seyda!”  Û belkî jî para rastîyê di gotinên te de hebû, lê min nedixwest qebûl bikim! Min qebûl nedikir.

Te bi xwe zanibû, lê te her hewl dida ku me aşt bikî û fêrî tunebûna xwe bikî!

Her çendî te dixwest bi awayekî xatir ji me bixwazî jî, lê me qebûl nedikir!

Seyda can, divê te jî ji halê me fam bikira, ma kî dixwaze hezkirîyên xwe bike rêwîyê ebedîyetê.

Û roja reş hat!  Roja wek cil û bergên te reş!

Te terka me da, ez pir hêrs bûm, tu li ser soza xwe nesekinî, te zû em hêlan.

Te em û hemû kesên ku ji te hez dikin, di tenahîya xwe da hişt.

Saza te, gotinên te, helbestên te, besteyên te, kitabên te, dîn û qebedayîyên te û hemû mirîd û hezkirîyên te “ji te dûr in, li van çolan, xerîb in, evdal in!”

Seyda can, ne tenê em, te berhemên xwe jî sêwî hêlan.

Lê her çendî êtam û sêwî  mabin jî, gelê te ew ê heta heta yê wan zindî bihêlin. Lê xwedî derkevin.

Seyda can,  em ê çawa cihê te dagirin! Em bêyî te xerîb  man li van çolan! Dunya li me bûye zindan!

 

Kedkarê hunera kurdî Mustefa Gazî çû ser dilovaniya xwe      

Rûpela Nu

Kedkarê çand û hunera kurdî, Mustafa Gazî, di roja 28.11.2017an de li Amedê çû ser dilovaniya Xwedê. Cenazeya wî bi awayekî girseyî ku gelek rewşenbîr hunermend endam û rêveberên PAKê û malbata wî û tevî dost û hevalên wî hate binaxkirin

Rewşenbîr Lal Laleş li ser gora Seyda axivî û got: “Seyda ji bo çand û hunera gelê kurd gelek berhem afirandiye.Gelê Kurdistanê deyndarê Seyda ye û bi bilindkirina ala destê Seyda wê deynê xwe bide.Piştî Lal Laleş Hunermend Sebahattin Yildiz(Xoce) helbesta Seyda ya bi nav û deng ‘Xerîbim Ez Xerîbim’ got.Helbest bi beşdariya dost û hevalên wî hat xwendin.
Mustafa Gazi (Seyda) di sala 1959an de hatibû dinê. Di xortaniya xwe de dest bi xebata çand û hunerê kir.Di salên 19703î de wek endamê Komîteya Çand û Hunerê yê DDKDê xebitî. Piştî Derbeya Leşkerî ya sala 1980yî xebatên xwe yên siyasî û hunerî di nava refên PPKK (Pêşeng)ê de  berdewam kir. Piştî demekê di avakirina MED-KOMê de weke berpirsekî sereke cihê xwe girt. Di van salên dawî de weke berpirsekî ÇARPELÊ xebatên xwe domand. Seyda li ser çanda kurdî gelek pirtûk nivîsandine. Ew dewrêşê çanda kurdî bû. Kê xebata çand û hunerê bikira Seyda li rû wan bû û alîkarê wana bû. Gelê Kurdistanê dê wî ji bîr neke

 

Li Stockholmê şîn û bîranîna Mistefa Gazî

”Te çawa cilên xwe yên reş derxist û kefenê sipî li xwe kir!”

Îro li Stockholmê tazîye û bîranîna Mistefa Gazî (Seyda) hate çêkirin. Li gel komek nivîskar û hunermend û siyasetmedaran gelek kes beşdarî bîranîna Seyda bûn. Di bîranîn û tazîyeyê de behsa jiyan û berhemên wî hate kirin. Bîranîn bi pêşkêşîya Leyla Yeşîl bi van rêzan ”Te çawa ew cilên xwe yên reş ji xwe kir û kefenê sipî li xwe kir û terka me da!” ku demeke dûr û dirêj e Mistefa Gazî nas dike dest pê kir. Piştî rêzgirtina ji bo Mistefa Gazî û hemû şehîdên Kurdistanê, Haydar Diljen, Lamia Torunlu  li ser Mistefa Gazî axifîn. Mesaja  Mustafa Kalpak ku 45 sal e hevalê wî ye, hate xwendin, pişt re hevjîna Mahmûd Lewendî, P. M. Esmeroglu bi nivîsekê  hest û dîtinên xwe anî ziman. Di bîranînê de li gel slaytên foto û berhemên Mistefa Gazî her weha stranên ku wî bi xwe çêkirine jî hatin pêşkêş kirin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev