XWEDAN Û OCAXÊN ÊZDIYAN -1

XWEDAN Û OCAXÊN ÊZDIYAN -1

Kemal Tolan, berhevkar û xemxwarê zargotina Êzdîtiyê

Tenê Xwedê pêdizane, ka xweda û mirov kengî li ser dinya me peyda bûne û dest bi jiyanê kirine.

Wekî her olek û miletekî li cîhanê ku gelek xwedan, ocax, ûrf û edetên xwe yên bitaybetî hene, wusa yên me Êzdiyan jî sed û hedên me hene. Ev sed û hedên me ji kengî ve, ji aliyê kî ve, di kîjan rewşê û şiklîde hatine afirandin û çewan bi me hatine qebûlkirin?.

Belê, li ser bersivan van pirsan gelek nivîskar û rewşenbîrên Êzdî, kurd û gelên dinê li goriya zanîn û agehdariyên xwe nivîsandine.

Lê, bi dîtina min çiqas jî li ser Êzdiyatiyê hatibe nivisandin, hêja jî gelek sed û hed, delîl û dokumentên Êzdiyatiya me ya berî dema zayîna Îsa pêxember û Şêx Adî (di sala 1062) hinda ne. Ji ber van kêmasî û neheqiyên „heftê dû“ fermanên bi serê Êzdiyan ve hatine, em Êzdî gelek caran ji cîhên xwe koçber bûne. Her weha gelek cûdatî û nezanî jî ketiye nava me Kurdên Êzdî û baweriyên cînarên me. Em dibînin hêjî gelek nêrîn anjî agehdariyên ne rast li ser cîh-war û baweriya dînê Kurda ya herî kevn têne belakirin. Êdî, em Êzdî jî hew karin kûr û dûr bahsa stûnên Êzdiyatiya berî dema zayina Îsa pêxember û Şêx Adî bikin.

Li gorî ku ez ji zargotinên me Êzdiyan fahm dikim, baweriyên me hemû girêdanên di navbera Xwedanên esmanî û xwezayî (tabîatê) ne de rast diyar dikin. Em Êzdî ji hinga ku Tawisî-Melek bi reza Xwedê haveynê mirovatiyê (Şahîdî bincer ji xudana Adem) peyda kiriye û heta vêga hêjî ji hemû Xwedanên di bin erd û li esmana ne bawer dikin.

Êzîdiyatî ji pêywendiyên di navbêna Xwedê û Milyaketa, Milyaket û Xwedana û Xwedan û evdan de disediqîne.

Di baweriya Êzdiyatiyê de her tenê Xweda yek heye û Xwedê serê hemû Xwedana ye.

Êzdî di pey Xwedê re ji hebûna Tawisî-Melek (Ezraîl-Emîn Cebraîl) ku wekîlê Xwedê ye, ji her heft Melek-Milyaketan, Horî-Perî, Xas–Qelender û whd. ê bawerdikin.

Bi dîtina min, her çiqas em îro nikaribin temamiya kevneşop û rast navê Êzdiyatiya kevn ku baweriya Xwedayên erd û ezmanî bû bizanîbin jî, gelek navên Xwedanên me yên beriya Şêx-Adî hêjî di zargotina me”qewl, duha, beyt û whad) de têne xwanê.

Ez li gorî zanîna xwe dibêjim çend navên Xwedanên hîmên Êzdiyatiya berî dema Şêx Adî ev bûn e: Baweriya bi Xwedê, Tawisî-Melek, Her Heft Milyaketên Kibîr, Rojê, Hîvê, Semahê, Sitêrkan, Agir, Baranê, Bayê, Birûskê, Tofanê, Cinika, Sermê (çilê zivistanê), Germê (çilê havînê), Çarşemê, Sunnetê, Tokê Êzî, -Nexweşîn, Zayîn û Mirîna hemû giyanderan, Xefûrê rêyan, Qurban Dahinê, Rengên Pîroz û whd. Vêca gava baweriyên xerîb hatine li nava Êzdîxanê belabune û şûn de, êdî bapîrên me Êzdiyan ji ber tirsa dagirkerên Kurdîstanê, mecbûr bûne piraniya navên Xwedanên ola xwe li gelek herêman guhastine anjî bav-kalên me li gorî şertên wan hinek evd ji xwe re kirine şêx û wekî din binav kirine.

Li gorî ku zargotinên me Êzdiyan didine xwanê, „Êzdiyatiya dema berî Şêx Adî li ser dû çîna (şaxa) buye: Pîr û Mirîd.” 7:17 Ji xeynî wê jî di Êzdiyatiya vêga de jî hîna

weke ya dema berî Şêx Adî gelek Xwedan û ocax (cid)ên (Melek-Milyaket, Horî-Perî, Xas–Qelender û whd. ê ) pîroz hene. Li ba me hêjî qedrê her yek ji van xwediyê derince yeke bilindin, em nikarin meznayî û piçûkiya wan ji hevûdinê cûde bikin. N.K.Êzdiyatiyê 2012 – Rûpel:147-48

Lê ezê niha mahna wan hîmên Êzdiyatiyê li gorî dîtina xwe birêz bikim:

 

PÎRANTÎ (MALA ADYAN)

“Adiyan ji peyveke gelek kevne. Adyan û xelkê vê deverê Badîna roj parêz bûn û li sala 226 ya berî zayînê mîr Êzdîn mîrê mîrgeha Adyan bu. Heta niha jî em dibêjin:”Şêx û Pîr gulêt darekê ne, anku ji mala Adiyan e. ” 27:46

Li gorî zanîna xwe dibêjim, heta gava Şêx Adî di destpêka sed sala yazdehan de hatiye Lalişê jî, nav û dengên çil malbatên oldarin pîrên Êzdiyan gelekî mezin buye. Gava Şêx Adî yê II (Şêxê Hesen)sed û hedên Êzdiyatiyê (di sala 1194-5 de k.t.)nujen kirine pêde, êdî ewî û Şêşimsê serokê Şemsaniyê “Mala Adyan“ ji hevûdinê cûdekirine.

 

MIRÎDATÎ

Êzdiyatiyê de xwanê dibe ku Êzdiyên mirîd, di wexta Êzdiyatiya dema berî zayîna Îsa pêxember û Şêx Adî de gelekî bi hukum bune û pirên caran ewan tenê mîrantiya xelqê herêma xwe kirine. Kêm dîroknas mane ku karibên bahsa kevnariya dîroka girêdanên mîr û mîrgehên Êzdiyên mîrîd bikin. Ji xwe, nav û dengên mîrantiya mîrgehên kurdên Êzdî, yên ku li nava Kurdîstana Tirkiyê, Îranê, Suriyê, Îraqê û dewletên Soviyeta berê (Ermenîstan, Gurcîstan û whd.) diman, di gelek berhem û kitabên dîrokê de hatiye kifşkirin.

 

LI GORÎ ÊZDIYATIYA VÊGA, RUHANIYÊN KU DI NAVA CIVATÊ DE RÊBERÎ, OCAX Û XWEDANÊ WAN PÎROZ EVIN:

 

ŞÊXANTÎ

BINEMALÊN ŞÊXÊN ÊZDIYAN WEHA NE: 1. Şemsanî 2. Adanî 3. Qatanî

ŞEMSANÎ “Navê vê malbata şêxa hina di dema berî Şêx Adî de û ji qedîm ve hebuye.”11

ADANÎ : “Navê vê malbata şêxa di dema berî Şêx Adî tûne buye û ev binemala bi navê Şêx Adî hatine binavkirin.”11

QATANÎ :“Navê vê binemala şêxa di dema berî Şêx Adî de jî he buye.”11

Wekî ku di lêkolîn û zargotina Êzîdiya de tê xwanêkirin, serokê binemala Şêxên Qataniyê Şêxûbekirê birayê Êzdîne Mîr e. Şêxûbekir jî Qatanî li zarokên xwe parve kiriye.

MÎRANTÎ : Rola Mîr di nava ruhaniyên Êzdiyan de li derinca ya herî bilinde. Li gorî zargotinên me, Mîr ji bine mala şêxên Qataniyê tê ye hilbijartin, ew wekîlê Şêx-Adî,

reysê (serokê) kar-barê meclisa ruhaniyî û çiqas Êzdiyên li dinyayê ye û Êzdî jê re dibêjin”Mîrê Şêxan”.

BAVÊ ŞÊX (Extiyarê Mêrgeh) Li gorî zargotina me, rola Bavê Şêx di nava ruhaniyên Êzdiyan de li derinca duduya ye. Bavê Şêx ji malbata şêxên Fexredînan (ki ji binemala Şêxên Şemsanî yê ye) têye hilbijartin. Di civat û meclisa ruhaniyên Êzdiyan de serokê hemû oldar (şêxan)î û şundarê Mîr e. Bavê Şêx tû carî rûh û sinbêlên xwe na qusîne.

PÊŞÎMAMTÎ: Rola Pêşîmam jî di nava civat û meclisa rûhaniyên dînî de bilinde û ew di rojên îd, erefat, zewac, cemayî, dawetnebiyên dever û parezgehên pîroz de, di wexta mirî şuştinê û hemû rê-resmên dînî de şîretkarê rêvebirê Êzdiyatiyê ye.

FEQÎR : Rola Feqîr jî di nava civat û meclisa rûhaniyên dînî (li ba qewal, koçek, fuqre, pêşîmam, mîr û whd.) de bilinde û şîretkarê rêvebirên Êzdiyatiyê ne. Li gorî zargotinên me, dû binemalê Feqîra hene : 1. Feqîrên dû nav 2. Feqîrên yek nav

 

QEWLBÊJ  (QEWAL): Êzdî ji wan evdên ku dikare beyt, qewl û duhayên sed û hedên Êzdiyatiyê di nava civatê de ji hişê xwe, bi deng bibêjin û şîrove dikin re dibêjin qewlbêj yanjî qewal (merivê dîndar).

KOÇEK: Li gorî zargotinên me, gava mêrekî Êzdî dev ji kar-barê malê dinya yê berdide û tenê ji bo sed û hedên Êzdiyatiyê îbadetê dike ku huner û keremetên wî hebin, meriv jê re dibêje Koçek. Koçek dikare ji nav hemû Xwedanên Êzdiyan derên.

FUQRE : Gava jineke Êzdî û ne zewicî dev ji kar-barê malê dinya yê berdide û tenê ji bo sed û hedên Êzdiyatiyê îbadetê dike ku huner û keremetên wê hebin, meriv jê re dibêje Fuqre. Feqre dikare ji nav hemû Xwedanên Êzdiyan derên.

MEREBÎ (HOSTE) : Merebî (mamoste) Êzdiyan fêrî Êzdiyatiyê dikin û di rojên îd, erefat, cemayî, dawetnebiyên dever û parezgehên pîroz de, di wexta mirî şuştinê de xizmetê ji bo mirîdê xwe û rê-resmên dînî dikin . Hêjmara van ji berê ve kême.

MICÊWIR: Êzdî ji oldarê ku di rojên îd, erefat, cemayî û dawetnebiyên dever û parezgehên pîroz de xizmetê ji bo rê û resmên dînî, baqijî, çuhin û hatina nava qub û ziyaretan dikin re dibêjin micêwir.

BAVÊ ÇAWÎŞ (ÇAVDAR): Li gorî zargotinên me, Bavê Çawîş ji hemû binemalên Êzdiyan dertê. Lê “ew piranî ji bavkekî pîran e“. Bavê Çawîş gerek tûcarî ne zewice û ew her li ber Lalişê di hemû rojên îd, erefat, cemayî û dawetnebiyan de xizmetê ji bo rê û resmên dînî, baqijî, çuhin û hatina nava qub û ziyaretan dike.

NEQÎB: Li gorî zargotinên me, Neqîb ji bine mala pîrên Haciyal dertê û ew jî bi ruhaniyên Êzdiyan re bi Tawisê re digere û serweriya rê û resmên Tawis geranê dikin.

BAVÊ GAVAN : „Ev ji Şêxên Amadînan e. Ew endamê civata Bavê Şêx e û çaxê Bavê Şêx li nav milet bigere, ew di coqeta Bavê Şêx de ye“

XWA Û BIRAYÊ AXRETÊ Gava Êzîdiyekî nexweş dikeve ber dema teng û dike ku ruhê xwe bide Ezraîl, pêwîste hingê xwa û birayê axretê, şêx û pîrê vî evdê Êzdî yanjî yek ji şêx û pîrê Êzdiyan li ber serê evdê nexweş amade bin.

(dûmayîkê sibê bixwînin)

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Ferhun Kurt

    Silav û rêz ji we rezdara evara,
    Ev karekî pirr pîroza ku di RiaTata te kirin.
    Ez ji niviskaren vê nivîsa giranbiha û hevkaren wan ra pirr sipas dikim.
    Maluma her her Nivîkarek nivîsînê xwe li agahiyen xwe û biqasî ew te gihiştiya nivîsê.
    Belkî hinek bejin di vê nivîsêda hinek kemasî hena. Ew ne qusûrin.
    Gerek merov hevdû temam bikê.
    Ez li gorî zanîna xwe karim du kemaniyen pirr bi çûk te bibînim.

    1.

    Rola birêz Mîrê Şêxa û Bavê Şêx:
    Mîrê Şêxa para betir bi karê civakî (sestûrdayin, xêr berhevkirin, …) û cihanî (siyasî) va î mijûla.

    Karê Bavê Şêx jî tişten Olî na.
    Yanî seranser em karin bejin helalkirin û heramkirin ji layên Olîva temam di destê Bavê Şêx dena.

    2.

    Rasta Şexûbekir mezinê Qataniyeya, lê ew ne zewicî bû û zarwe wîjî nebun.
    Îro Merebiyen wî wî temsîl kin. Anî kesen kû îro bi navê Şêxubekir ten binav kirin merebiyê Şêxubekir rin.

Şirovekirin hatine girtin.