Nameyên evînî -7

Nameyên evînî -7

Xwendevanên delal, em beşa xwe a nû bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a heftan e.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro çend fikirên ji nameyên evînî çap dikin, ku Nura Şane amade kirine. Dibe ji wan nameyan hinek ji Nurayê ra hatibin şandin. Wê demê qîmetê wê nameyê bilind dibe, ji ber ku emê hîs bikin, ku rêvebira vê beşê ne tenê bi pênûsê nivîsîye, lê bi dil ruh û hîsan va jî.

…..
Min zêde peyama te fêm ne kir, lê dilê min dibêje ku hezkirina te heye û pir e. Tiştê herî pir ku min biêşîne ew e, ku ji min dûr bikevî û bêy evîn bimînî

…..

Min texmîn kir, ku dema tu hêrs dibî û nefretê li min dikî, kêfa min gelek tê. Ji ber ku piştî hêrsê û nefretê tu xweşiktir dibî û hezkirina te jî zêde dibe.

…..

Min hîç hewil neda, ku bizanibim ka tu bo çi ketî wî halî. Min tenê ji wijdana xwe pirsî mesele çi ye, wê jî got ew nîşanên evîna nû ya gurr û germ e.

…..

Carina hinek gotinên te wek melheman in, ez ji xwe ra dibêjim: -Ji jîyana xwe memnûn be.

…..
Daxaza min a here mezin ew e, ku vê xweşikîya te, vê ciwanîya te, vê şîrînîya te bi te bidim naskirin.

…..
Du-sê gotinên te ez ji wê rewşa gelek xirab derxistim. Ez difikirîm, ma qey bêy Nura jî dibe? Û min digot nabe!

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev