XWEDAN Û OCAXÊN ÊZDIYAN -2

XWEDAN Û OCAXÊN ÊZDIYAN -2

HÎNA GELEK XWEDANÊN ÊZDIYA YÊN DINÊ JÎ HENE

Kemal Tolan, berhevkar û xemxwarê zargotina Êzdîtiyê

Xwedanê Pez. Li gorî baweriya Êzîdiyan Xwedayê pez jî Memê Şivan e. Mamê Şivan ji binemala Şêxên Şemsa ne.

Zargotinê de tê gotin, Memê Şivan dixwaze li çemekî mezin bixe û derbasî wiyalî avê bive. Lê ava çem gelekî rabuye û Memşivan dimîne heyîrîn. Radibe kulavê xwe davê je ser avê û miradekî ji Xwedê dixwaze û dibêje :” Ya rebî ez di bextê te de me tû min derbasî wiyalî avê bikî” . Xwedê duha wî tîne cîh.

“Xwedanê Maran : Şêx Mend e, heta îro hêjî merivên ji bine mala wî dikarin hemû maran bigrin. Xwedanê Dûbişkan : Pîrê Cerwan e Xwedanê Dewaran : Gavanê Zarzay e Xwedanê zêdebûnê (Zarokbuyinê uwd.k.t.) :Xatûna Ferxan e Xwedanê Qelemê : Melek Şêxisin e Xwedanê leyî û tofana : Pîra Fat e Xwedanê baranê : Pîr Memê Reşan ê. Xwedanê bayê Şêx Mus e (Her bayekê xwedanekî wî he ye k.t.). Xwedanê Birûskê : Şêx Ebrûs e. Xwedanê Mirinê : Nasir dîn e. Xwedanê Cina : Sexrî Cin e . 7:45” Xwedanê zewac û mirazan : Xwedanê Parêzgehan : uwd.

Wekî dinê jî, wexta dilsoz û dîroknasên me, li mîtolojiya Êzdiyatiyê baş birênin, ewê bivînin ku vêga hêjî gelek duha, efsane, beyt, mishabet, qizêmik, robarîn, payîzok, çivanok, qasîde, serhatî, miqam, stran, lawij û whd. li ser Xwedan û xwedî ocaxên ola me hene û ĥîna gelek baweriyên me di wan de veşartî mane. Êdî, kêm kes ji me dikarin saloxdan û mahnên gotin û cîhên di wan de tê bahskirin şîrove bikin.

Her weha hîna gelek navên Xwedan û Ocaxên me yên dinê jî hene û min jî nikarîbû temamiya Xwedan û Ocaxên me birêz bikim. Lê hêvîdarim ewên ku min nikarîbû bahsa wan bikim, li min bibuhurên. Ji xeynî vê jî gava rûhanî yekî Êzdiyan bibêje bahsa Xwedan û Ocaxê me ne hatiye kirin, bila ew ji kerema xwe re birêne li vî „Qewlê Xwedanan „ û „ Du aya Xudanê Malê“, ewê Xwedan û Ocaxê xwe di wande bivîn e.

„Qewlê Xwedanan

Padşê min e Padşe çêkiriye çiya û deşt e Neqaşê hemû neqş e.

Padşê min efûkar e Ji ba wî timtê biryar e Ji bo dinya û her çar kenar e.

Padşê min dinya çêkir Bi hed û sed lêkir Benî Adem tê de xenê kir.

Padşê min sir li sem a Xwedanê şev û roj û dem a Ji ba wî tê tim kerem a.

Padşê min rebê milyaket e Rebê her heft sirê bi taqet e Her heft mêrên bi taqet e.

Padşê min qinyat ava kir ji dir û cewher e Sipartibû her heft sirên her û her e Tawisî Melek kire serwer e.

Padşê min rebê Adem e Ji ba wî tim tê kerem e Padşê hemû wext û dem e.

Padşê min melkê bêrî ye Rebê xas û medî ye Ew Ezdayê min î jorî ye.

Padşê min Rebê Silêman e Ezdayê minî ins û cinsan e Hemû jê re ser kêşan e.

Padşê min rebê alim e Rebê loh û qelem e Hemû jê re perweste ne

Padşê min Rebê jorî ye Karê wî dinya bi destê wî ye Rebê şêxê minê Adî ye

Padşê min yekî mezin e Padşê hemû momin a Xwedayê dinya û Ezdayê min e.

Padşê min Rebil Sebûr e Xaliqê agir û ronahî û nûr e Her yî bi heqe û herî xefûr e

Padşê min yekî emîn e Ji ba wî tê tim mizgîn e Ji bo hemû muxliq û çendî bedîl e

Padşê min rebê qinyat e Da pê bigirin enyat e Ew li me dike şifat e

Padşê minî rêber e Ew î yekî ekber e Duwa jê re ya fer e

Padşê min rebê heqî ye Bexşender xwedanê hêvî ye Ew bi tifaq li me didê xweşî ye

Pad·ê min î adil e Ji hemû aliyan kamil e Ew e miraza dilê momin a

Padşê min xwedanê rizqa ye Atiqata hemû dila ye Li hêla hemû kesa ye

Lihemû dem û li hemû wext a Ew e rebê hemû ezman û text a Ji ba wî tên rizq,nisîb û bext a

Padşê min xwedanê miraz e Xwedanê namet û naz e Em bi hemû wesfa raz e

Padşê min rebê bereket e Nazil kir naz û namet e Rebê dinê û axret e

Padşê min xwedanê axretê û din ê Ewî hasiland miraza min ê Ezdanê min û çiqas din ê

Padşê min î rehîm e Bereketê dibarîn e Xelk û alem pê dijîn e

Padşê minî sitar e Ezdanê min yekî cebar e Cihê wî li hemû cih û war e

Padşê min hosta ye Dinya her pê ava ye Cihê wî li hemû erda ye

Padşê minî nûr e Ew ji me re ne î dûr e Li erd û ezman û behrên kûr e

Padşê min yekî herî mezin e Kîna kesî li ber tin e Her û her rehm li ber e

Padşê min yekî qedîm e Li erd û ezman yekî ezîm e Li hemû derda hekîm e

Ya rebî tu riha dibe û tîn e Sebir û aramê dila de diçîn e Tu momina nabizdîn e

Rêya xwedayê min rastî ye Padşê şik têde nîn e Xwedê melkê berî ye

Her tim xwedayê mirwetê Xwedayê çira û bereketê Rebê dinê û axretê

Ya xwedê tu melkê erşî Li hemû karan bi heqî Li hemû dilan heyî

Ji qewlê Şêx Fexrê Bab Zer e Padşê min yekî herî mezin e Navê wî jî her û her e Îlahiyo tenê wekîl e Tenê delîl e û ne kefîl e Tenê hevale ne bedîl e Îlahiyo te ne tifal e Te ne dê ye, ne bav e û ne kal e Bê te hemû tişt betal e”3

„ Duaya Xudanê Malê

Amîn amîn amîn li ber hîmetê Şemsedîn, Fexredîn, Sicadîn, Şêşims qewata dîn, qedîbilbanê qedîm, siltan Şîx Adî tanc ji ewil heta bi axirîn, heq al hemdil-allah, ya rebil alemîn, ya Şêx Adî, eleyk el selam, mehderekê di xuwazîn, bi rehmeta Şêx Adî bi reza Melîk Şêxsîn, li ber kerameta Şêşims, ya Şêx Adî eleyk el selam.

Bi qedrê cels û riwagêt Şêx Adî, kaf û mixarêt Şêx Adî, qub û hillêt Şêx Adî, dergeh û dîwanêt Şêx Adî, bi simat û sayîtêt xo dayîm bikey, ya Şêx Adî, eleyk el selam. Bi qedrê berê Şêx himet, Hesîn Denan, Hesin Pîrik, sûka merîfetê, kiryasê mallet adiya, bi qedrê male Xelîfê key, ya Şêx Adî, eleyk el selam.

Bi qedrê Şêx Berekatê Şêx Misafir, Şêx Şimailî Enzelî, Şêx Ubekrê Feqîr, Şêx Ebdil Qadir, Sitya Ês, li dîwana berê şibakê xasêt me key, ya Şêx Adî, eleyk el selam.

Bi qedrê melîk Şêx Sin, Melîk Şerfedîn, Şêx Birahîmî Xetim, tiwafa xana bin der mana, kaniya kulava, Pîr Şerefî Mîranî, hene û Mar hene, bi qedrê Mendê mal ava key, ya Şêx Adî eleyk el selam.

Bi qedrê çilê Kaniya Spî Êzdîn Emîr, Qubet el Bidor, sica Êzdîna, Nasir dîne Êzdîn, Şêx Mendê Fexra, Xatûna Fexra, Fexra bi qedir û qîmet bi kekey, ya Şêx Adî eleyk el selam.

Bi qedrê Şêxalê Şemsa, Şêx Hevendê Şemsa, Şêx Hesenê Şemsa, Şêx Avdalê Şemsa, Şêx Babikê Şemsa, Şems û Fexrê mîra. Li dîwanêt Mêr û Mergeha Şêx Adî, Hisimeman Mehmed Reşan, Isibya, Pîrê Cerwan, Hecî Mehemed, Pîr Mehemed, Memê Şîvan, Gavanê Zerza, ya Şêx Adî eleyk el selam.

Bi qedrê Civata Boza, Riwalê Kevin, Şehsiwarê li deşta bêbanê, Hecî Alî Be`edrê, Hecî Receb li Bêristekê, Şêx Mişelleh, Xefûrê rêya, Şêx Hesen li Hesenîyê, li ber kerameta Şêx Mehmedî li doxata û Hegî Fêris key, ya Şêx Adî eleyk el selam.

Bi qedrê Mêrêt Tebeka Şamê, Şêx Romî li Şinarê, Bogetar Baba, Şêx Mûsê Sirocê, Pîr Aqilî Mendî, Şêx Cemal el dîn el Ibrî, Seyidî Henan, Seyidî Menan, Şêx Qesab, Şêx Kiryas, luqmedenî Babê Hebîbî necar, Pîrî libina, li ber keremata Siltan Êzidê Şîrînê şirif bikey, ya Şêx Adî eleyk el selam.

Bi qedreê dîwana Omer Xala, Zêwa Hesin Çinarî, Hecî Mehemed el Kifir Zemanî Hecyalê Momina, Alûbekir, Pîrî Heşmê, Pîrê Mîna, Bapîrî Muxdar, tu bi qedrê Qellîzêr key, ya Şêx Adî eleyk el selam.

Kerema Çiyayê Mişetê, Çiyayê Hizretê, Çiyayê Erefatê, Dar û Berêt Geliyê Lalişê, ya Şêx Adî çirayêt te di gurî bin, simat û seyitêt te dayim bin, ruyê te di gerêt li şerqê li Şamê yî vekirî bit, delet xelîfet, esil zeman it dayîm bin, qedem û qidûmet Tawisa Şîxadî, des û şibabêt Şîxadî li van du à , li van diroza, li vî cî, li vî mekanî, li Êzdîyêt Şerq û Şam, zêde xelkê ehlê îmanê, li mal û kesêt di malê tê gotin, ya Şîxadî dîwana rehm û mirazana, kesekê sekinî tu miraza wî bikey. Haweke bangê remetê, sala Yar û Birêt Axretê. Em di kêmîn Xudêy temame.” 7:34-36

Min li ser van Xwedan û Ocaxên me gelek caran û bi gelek rûsipî û rewşenbîrên ku dihatine Mala Êzdiyan ya Oldenburgê û di civatên Êzdiyan de munaqaşe dikir. Ez nikarim navên wan dûnav, dapîr û kalepîran tevan li virê birêz bikim. Ez jî weke ku di zargotina me de tê gotin dibêjim„ Xwedê xwediyên xêran bê par nahêle “ û bila Xwedê xêra dê û bavên wan tevan qebul bike.“

(destpêk duh hate weşandin)

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev