Li ser mirinê

Li ser mirinê

Ji ber qelema vê nivîsa kurdeke ji Qamişlo derketî xuya dike, ku miletê me şîyar e, miletê me zane ye, miletê me bi aqil e. Ev in, ku bêy ku haya wan jî jê hebe, edebîyeta me geş dikin, dilê milet gurr dikin û bi wê yekê va bingehê dewleteke xweş datînin…

Bêwar Brahîm

Her ku em nûçena oxirkirina merivekî, an dostekî, an cîranekî dibhîzin, bavê min ê not salî mîna jinên dewrê berê dibêje, dibilîne û dinehwirîne, gilokên hêsirên wî mîna libên baranê bi ser rûkê wî yî ku dîrokê nexşê xwe li ser neqişandiye diherikin. Di civaka me de normale ku jin bi hêsanî û bi cûreyên hemereng hestên êş û şîniyan derbirîn bikin, lê kirêteka kambaxbû ku mêr bigrîn, bi zêdebûn ew mêrên ku têra xwe xweragir û pêdar bûn, mêrên ku di rojên şînîyan de û di demên teng de sebirê li derdora xwe belav dikin, bi amajeyekê ji tiliya wan hêsiran li gewriyan vedigerînin. Bavê min jî mêrekî wisa bû, lê dem mêraniyê nasnake, dema nûçeya oxirkirina rêhevalê xwe mamoste Xelîl Sasûnî bihîst, dengê axîna wî kolan derbas kir, xuşkên min hewl dan wî rawestînin, lê min nehişt:

– Bila bihna xwe veke, bila bigrî, girî hinavê mirov paqij dike û kuwînêrên hevgirtî der dike.

Li min mêze kir:

– Tu jî min re bigrî keça min, ez zanim tu bi sebir û deyaxî, tu mîna min î, lê em westiyan û girî barê giran sivik dike.

Destpêkir û perengên bîranînên berê vedan, hooo wey gidî hooo, em bûne wek nokên ji ser latan bipengizin kes li cem kesî nema, ma Xelîl Sasûnê yê ku li xerîbiyê bimre.???! Xwedê mala vê cenga malwêran ne ava ke roja ku hişt destên dê û weledan ji hev qut bibin. Tê bîra te keça min? Roja em ji gund çûn, ji bo şevbuhêrkekê nema tê bîra min ya kê bû, em li bîrûya mamoste Cemîl Mêrkan rûniştin, me civatek pir xweş gerandibû, mamoste Nezîr Mistefa, amê te Feyrûz bavê Şewket, mamoste Deham Ebdulfetah û mamoste Rezo Osê tev rûniştîbûn, hingê mamoste Xelîl ji min re got:

– Mele Brehîm, yê te çar keçin yên min du ne, yekê bide min da em bibin weke hev.

Wê civatê li ser daxwaza wî erê kir, hingê te got :

– Yabo, besî mine tu bavê min î.

Lê min li ser xwe qebûl nekir û ji te re got:

– Lawoo, rizqê te fereh e, Xwedê baveka din da te.

Ji hingê ve min jê re got babo, em bûn şeş xuşk, lê em jî mîna vî miletî bûn koma nokên ji ser latên vî welatî ji hev belav bûn.

Em saxên mirî li vî welatî, bihinçikandina rojên me yên piştqop, şikestina çogên omîdên me yên lerizî, bêdengiya giriyê me yê hişk û zuha ku di gewriya behîdariyên me de asê dibin nahêlin em hema hema henasekê kurt bikşînin û berdin. Ev mirina serhişk nema ji ber deriyê vî welatî bardike. Ev milet di bin darbestên keç û xortên ciwan de piştqop bûne, ji xwe milet êzingên cengane. Her ku ez wêneyê şehîdekî li erdê dibînim nan tê bîra min, bê çawa diya min ji zaroktiyê de em hîn kirin di riyan de ku em pêrgî nan dibin em wî nanî diramûsin, datînin ser serê xwe û ji ber şopê didin alî.

Her ku nexweşiya penceşêrê derbasî bedena mirovekî dibe dê û bavê min têne bîra min, berî wextê kezeba wan şewitî, buhara nuxuriyê wan zû buhirî, payiza pelweşyayî zû konê mirina ciwan xwe li ber deriyê mala wan vegirt. Ev derdê bê derman ku li kêleka agirê vê cengê jehra xwe li ser sênga vî welatî belav dike, ne ciwanan nas dike, ne ji xweşmêr û lehengan çavtirsandî dibe.

Bigrî yabo, bi Xwedê ez tiliyên xwe yên hişk mîna çiquliyên dara hinara di hewşa me ya li gund ku ji bê avî hişk bû nadim ber hêsrên te, bigrî û mîna her carê ku min ji diya xwe re digot:

– Yadê min bêriya giriyê te kiriye, gidînê bigrî û me jî bi xwe re bigrîne.

Axxx, çiqasî giriyê diya min yê hilûyî xweşke lê kenê wê hê xweşktir û hilûyîtire. Mixabin û sed mixabin. Li welatê me tiştek nema giriyê me tîne tew ken bûye tuxmekî qaçax di rojên me de.

Êşa penceşêrê û xiyanetê mîna hevin, her du ji nişkave derba xwe davêjin armancên berçav. Mîna ku emek û xweziyên van her du tuxman pilankirî bin.

Mirina vî welatî çiqasî zû tê, di sibehên kulên tagirtî de dest û pêkên jiyana rastiya zelal û qeşartî têne girêdan, wefadarî û dilsoziya dilpak vedimirin. Dêmên ji qeşa, lêvên qelişî û xwîngirtî, çavên bê mijgul û miçiqî, kevirên binê newalan hildikişin serê caran û latên serê caran digindirin binê newalan. De bila Xwedê xerab bike mala xayin û neyaran, heyfa mirinê bi me nayê, em jî nema karin xwe bi xwe heyfê bi xwe bînin, mizgîniya serxwebûnê biliya, tivingên mêrxas û xweşmêran bê deng man, dilê vî miletî maye hawareka bê gazî. Tevî kulên li ser kulan em dikin û nakin giriyê me nayê, ev ava şor bûye şêrêz û bi gewriya me ve xwe hişk girtiye.

Yabo, ez li pey Babo Xelîl nagrîm ji ber civata wî bi gelekî wê ji civata me xweştir be, cihê wî jî wê ji cihê me geştir be, niha ew û seydayê Cegerxwîn, seydayê Tîrêj, Seydayê Keleş, seydayê Mele Ehmedê Palo, seydayê Mele Nûriyê Hesarê, mamoste Rezo Osê û mamoste Ferhadê Içmo li hev civiyane. Niha ji xwe re bahsa me dikin û bi girnijînên êşdar heyf û gunehên xwe bi me tînin û dibêjin:

– Çi gunehin? Nizanin ku em saxin û ew mirîne.

Em miriyên dêmsar, di şevên payiz û zivistanan de li ber serê birîndarên mala bavê xwe ne, bûkên tilî bi hine û serbixêlî bê zave man, gustîlkên destgirtiyan di tiliyên nazik de di binê deryayan de diçirisin, çavreşên mala bavê xwe di riyên qaçax de da bighin destgirtiyên wekî dewrê berê li ser pişta hespan bi destê sibê re didin riyan, bitenê nerînên lerizî, giriyê dayikan, seqema serê sibehê heke havîn be jî ew seqem mîna daholvanekî xwe davêje dilê van oxiran da ew bibe semyanê her rêk û bîrhatiyan.

Oxir be ji we re ey miriyên sax, bi tenê em zanin hûn ji me têdighin bê çima em nagrîn, ji ber hûn zanin em jî li ser riya we ne, ji ber hûn zanin ku mirina vî welatî çiqasî zû tê.

Ji navê redaksyona Riataza:

Dema redaksyonê ji nivîskara gotarê wêneyekî gorî mijara nivîsê xwest, wê bersîveke ha xweş da:

Bibûre mamoste, mirina me bê wêne ye, wêneyên me tev di oxiran de winda bûn.

 Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev