Zanist bi kurdî xweş e -27

Zanist bi kurdî xweş e -27

 

Amadekar Edo Makuyî

 

20-Ji Napoleon Hill, pirsîn:

Xelk jibo gihîštin bi armancên xwe, pištî çend car šikestxwarin, dev jê berdidin?

Hill, pir li ber xwe ket û got: Mixabin kêmtir ji carekê.

Mixabin Ku piranîya xelkê, berîya ku tištek biceribînin, dev jê berdidin.

Ew jîyaneke baštir dixwazin lê bi gotina ” nikarim” xwe disekinînin.

Edoyê PašdaSekinî

 

21-Bi Rûništin û xwezî-xwezî kirinê, tu nagihîjî derekê( bi xwezîyan destê merivan nagihîje baxê kezîyan),

Jibo bidestxistina tištên ku dixwazî, divê tu gavan bavêjî.

Edoyê GAVan

 

22-Tu car teslîm nebe, di Satrencê da, serbazê peya, eger heya dawîyê bidomîne, dibe Wezîr.

Edoyê WezîrGizîr

 

23-Eger dixwazin biserkevin, divê îro wek roja bêrawestan, dîyar bikin.

Hedefek dîyarkirî, bînin ber çavan, wê bînin ser kaxezê û wê têxine qafa xwe.

Pašeroj, bi destê we çêdibe.

Edoyê QafGenî

 

24-Yên ku bixwazin, tištekê pêkbînin, dê rîya encamdayîna wê jî peyda bikin

Lê yên ku nexwazin tištek bikin jî, dê behaneya pêknehanîna wê, bibînin!

Edoyê MehneKer 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Edo Makûyî

Edo Makuyî ji Rohilatê Kurdistanê, bajarê Makûyê ye. Medreka Muhendisîya şîmîya (Chemistry Engineering) temam kirîye. Wî Endazyarîya Kîmîyê xwendîye. Bi Kurmancî, Soranî, Farsî, Azerî, Tirkî, Îngîlîzî zane. Gelek pirtûkên kurdî wergerandîye farsî.

Qeydên dişibine hev