‘Hingivê Çewligê li cîhanê duyemîn e’

‘Hingivê Çewligê li cîhanê duyemîn e’

BAS – Gönül Gün

Hin bajar hene bi xwezaya xwe balê dikişînin û yek ji van bajaran Çewlîg e. Bi saya xwezaya Çewlîgê ya hêşîn û curegiha û kulîlk, li her deverên vî bajarî mêşvanî bi awayekî tê kirin û hingiv li vî bajarî zêdetir çêdibe. Herwiha di navbera 29ê Îlonê û 4ê Cotmeha 2017an de, li Stenbolê 45. Kongreya Mêşvanî ya Navnetewî ya Apimondiayê hatibû lidarxistin. Di vê kongreyê de, di nav 120 welat û 600 pêşbazan de, hingivê Çewlîgê bûbû duyemîn. Mêşvan Bilal Salcı ji  Basê re di derbarê mêşvaniya Çewlîgê de axivî.

“Li Çewligê mêşvanî ji zû ve tê kirin”

Mêşvan Bilal Salcı ku ew bi xwe ev 8 sal in karê mêşvaniyê dike, dibêje ji ber hezkirina mêş û xwezayê dest bi vî karî kiriye. Salcı dibêje mêşvanî li Çewligê ji zû ve tê kirin û heta sed sal û dibe ku ji sed salî zêdetir, mêşvanî tê kirin û wiha pê de diçe, “Ji ber ku xwezaya Çewlîgê hêşîn û curegiha û kulîlk hene, ev yek jî dibe sedem ku li her deverên vî bajarî mêşvanî bê kirin û hingivên bi qelîte jî bên bi dest xistin. Berê hema gelek malbat bo xwe mêşvanî dikirin û bi qasî 5-10 kovan hingîv datanîn. Lê van 40 salên dawîn êdî mêşvanî ji bo bazirganiyê tê kirin. Li cem me avûhewa zû diguherê û lewma mêşvan di meha Gulanê de li deştan in û di meha Hezîranê de jî kovanên xwe hildidin derdikevin zozanan. Herî dawîn derdikevin bilindahiya 2200-2500an. Em di nav 350 rojan de amadehiyan dikin û di nav 15 rojan de jî hingiv çêdibe. Ev amedehî çi ne? Piştî ku zivistan xilas bû û bihar hat  mêşvan amadekariyê dikin ku mêşan xurt bikin. Niha bo tendurîstiya mêşan paqijî pir girîng e û ji loma divê kovanên mêşan baş bên paqijkirin. Bi saya vê paqijiyê  mêş xurt dibin. Mêş jî bi hatina biharê re dixebitin û zêde dibin. Ji ber ku mêşek di nav salekê û dema hasada hingiv de incax bi qasi kevçiyekî çayê hingiv çêdike û nîvê wê dixe û yê mayî jî dihêle li nav kovanan. Her wisa hemû mêş di nav kovanan de naxebitin hinekên wan jî derveyî kovanê kar dikin. Ji ber van sedeman divê hejmarên mêşan zêde be û peywira mêşan yên di nav kovanê de jî cuda ne. Ji ber ku emrê kulîlkekê 15 roj e mêş jî di nav 15 rojan de hingiv çêdikin. Di vê wextê de mêşvan li hêviya çêkirina hingiv disekinin. Mêş nema hingivê hildidin û dikin hilm û hilmê di nav kovanê de di astekê de dihêlin. Êdi dema hesadê hat mêşvan ji mêşan hingiv digirin. Em ji vê yekê re ‘dotina hingiv’ dibêjin.”

“Hingivê bi qelîte, salê carekê çêdibe”

Salcı amaje dike ku li Çewlîgê herî dereng di 30î Îlonê de hingivê kovana reş tê bi dest xistin. Ev cure hingiv ê herî bi qelîte û tabî ye. Çimkî him ji ber ku mêşan ji cure kulîlkan polen berhev kirine û qelîteya polenan jî baş e. Him jî ji ber ku hingiv di nav wexteke dirêj de bi hemdê xwe çêdibe. Ev yek derfetê dide mêşê ku mêş çiqas di nav kovanê de bixebitin ew qas hingivê baş çêbikin.

Salcı axaftina xwe wiha berdewam dike, “Ji ber ku di piyasaya mêşvaniyê de kontrol nayên kirin û ev yek jî dibe sedem ku hingivên bêqelîte çêbibin. Mirov bikaribe hingivê bi qelîte çêbike divê şekir û tiştekî din nexe nav hingiv. Cihên ku derfetên çêkirina hingiv ne baş bin, yanî xweza ji aliyê giha û kulîlkan ve ne evqas dewlemend be, li van cihan ji bo ku hingivê zêde bi dest bixin hin tiştan dikin. Hin mêşvan diçin dema ku kulîlk bo çêkirina hingivê musaîd e şekir didin mêşan. Vê carê mêş him stoka şekir dikin, him jî bo hingiv nektarê ji kulîlkan berhev dikin. Yanî dewsa 10 kîloyan dixwazin 20 kîlo hingiv bi dest bixin. Bi malîyeteke hindik mêşvaniyê dikin û ev yek jî dibe sedem ku li Tirkiyeyê hingiv erzan bê firotin. Hingivê bi qelîte salê carekê yê ne bi qelîte jî salê 4-5 caran çêdibe. Lê belê tiştekî wisa heye ku divê baş bê zanîn;  Niha di payîz û bihara zû de polen hene lê di xwezayê de nektar yanî ava bi şekir di nav kulîlkan de tune ye û di ser de jî polen ziwa ne. Ev yek bo mêşan ne baş e. Vê demê, bi qasî îskana çay ava bi şekirê helandî ji sê rojan carekê didin mêşan da ku mêş xurt bibin. Her wisa dema ku li payîzê ger bê dîtin mêş nektarê nikaribin peyda bikin  wê demê jî ji bo ku mêş di zivistanê de bê quwet nemînin, şekir bo mêşan tê dayîn. Yanî dayîna vê ava bi şekir, di wextê hasada hingiv de nayê kirin. Kîjan mêşvan be jî bi mecbûrî vê dike. Em vê yekê ‘xwedîkirina bihara pêşwext’ bi nav dikin.”

Kîloyek hingiv bi 150 lîre ye

Mêşvan Salcı diyar dike piştî ku hingiv ji kovanan hat derxistin divê hingiv di pîleya 5 û 20 germahiyê de bê mihafezekirin. Di bin 5 pîleyê de hingiv diqerise û ger germahî ji 20 pîleyî zêdetir be hingiv zêde xira dibe. Her wisa, divê li malê di sarincan de hingiv neyê mihafazakirin di germahiya odeyan de ev yek bê kirin.

Salcı di derbarê biha û rewşa firotina hingivê Çewligê de jî van agahiyan dide, “Kiloya hingivê kovana reş zêde biha ye. Bi rastî bo kîloyek hingiv ji kîsê me 80 lîre diçe. Lê em wek mêşvan ji bo ku derfetên xelkê me zêde ne baş in hingiv hinekî erzan difiroşin. Me kîloya hingiv ji 200 lîreyî daxist 150 lîreyî. Wekî din ji ber ku hingivê kovana reş gelek bi qelîte ye ji loma piranî di nav Çewlîgê de tê firotin.  Dixwazim bi riya rojnameya we bangî karsazên me yên başûrê welatê me bikim. Ger karsaz bixwazin hingivên bi qelîte bikirin em dikarin bikevin têkiliyê. Dîsa em dikarin ji wan re hingivan paket bikin û bîşînin.”

Hingivê Çewligê  di nav 120 welatên cîhanê de bû duyemîn

Bilal Salcı li ser 45. Kongreya Mêşvanî ya Navnetewî ya Apimondiayê ku hingivê Çewligê tê de bû duyemîn jî wiha dibêje; “Ji Çewligê ji heft zozanan heft nimûne hingiv beşdarî pêşpirkê bûn. Ji van heft nimûneyan yek ji ber qelîta xwe di nav 120 welat û 600 pêşbazan de, bû duyemîn. Ji me re madalyaya zîv û plaket dan. Bi rastî ev paye bo me gelek girîng e çimkî ev kongre, kongereyeke muhîm û kevn e û ev paye jî li her deverê cîhanê derbasdar e. Jixwe me dizanî bû hingivê Çewlîgê bi qelîte ye lê bi vê yekê re cardin hat dîtin ku bi rastî hingivê me bi qelîte ye.”

HEFTENAMEYA BAS

records Source:http://www.basnews.com/index.php/kr/economy/397908

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev