Hosteyên deqa bi şîrê dayikan û bi teniyê êdî nemane

Hosteyên deqa bi şîrê dayikan û bi teniyê êdî nemane

Sevda Kaplan

BasNews – Li Bakûrê Kurdistanê çêkirina deq a ku bi şîrê dayika ku zarokê dimejîne û bi teniyê beroşên ser tifika dihate çêkirin û bi derziyê li ser çermê mirovan dihate kutandin ber bi bidawî bunê ve diçe. Li gundê Hêşerî û Alakûşê yên navçeya Qosera Mêrdinê, gelek jinên bi temen in, di dema xwe de deq li ser rûyê xwe, destê xwe, lingê xwe an jî li laşê xwe dane çêkirine hene. Lê jinên Kurd ên gundan êdî deq li ser laşê xwe nadin çêkirin. Lewra dibêjin hosteyên berê nemane. Jinên ku deq li ser laşê xwe çêdikirin dibêjin; hosteyên deqan êdî nemane û keçikên vê demê jî ji ber êşa derziyê nadin çêkirinê. 

“Hosteyên deqan ji binxetê dihatin”

Ji gundê Alakuşê du jinên Kurd ku xwîşkên hevdû ne Ayşe Yusufoglu û Durî Yusufoglu dibêjin; “Berî niha 50 salan , hosteyên deqan ji binxetê (Rojava) dihatin gundên Bakûrê Kurdistanê û deq li laşê jin û keçikên gundiyan çê dikirin. Deq çêkirin bi zehmet ketiye. Lewra bi şîrê dayika ku zarokê wê keçik e û bi teniya beroşên ku li ser tifikê reş dibû bi tevlîhevkirinê dû bi kutandina derzîyê hatiye çêkirin. Ji ber derziyê ciyê kutanê xwîn dibû û birîn dibû. Lê şiklê ku li ser rûyê wan, destê wan, lingên wan û ser laşê wan dihate neqşkirin piştî demekê din ji bin çermê xuya dibû. 

“Deqçêkirin ji bo me xweşî bû”

Ayşe Yusufoglu sedema çêkirina deqan wiha vedibêje; “Deqçêkirin ji bo me xweşî bû. Me digot em ê bi deq ciwan bibin û xweşik bibin. Ji bo me wekî makyaj bû. Me li ser rûyê xwe bi taybet li ser eniya xwe, li ser çenê xwe çê dikir. Yên dixwastin li ser destê xwe, li ser lingê xwe û li ser sînga xwe çê dikir. Yên ser destan ji bo me dibû wekî bazinê destan, yên ser lingan dibû xalxal, yên li ser singa me jî dibûn gerdanî. Ji ber ku rewşa aborîyê nebaş bû. Me nedikarî ji bo xwe wan bistinîn. Lê niha keçik xwe bi boyaxan xweş dikin. Makyajê çê dikin. Wê demê makyaja me jî deq bû. Keçikên niha ji ber êşa derziyê jî deq çê nakin. Aborî jî piçek baş bûye. Ciwan niha bi makîneya deq çê dikin. Lê kêfa min bi wan naye. Ez poşman bûm. Xwezî min çê nekira. Niha dibêjin guneh e jî. 

“Êdî nifşê nû deqan çênake”

Durî Yusufoglu jî dibêje; “Hosteyên deqan ji Rojavayê Kurdistanê dihatin. Gund bi gund digeriyan ji bo deq çê bikin. Ez bawer im çingeneyên (qerec) binxetê bûn, hosteyên deqan bun. Em zarok bûn. Hîn 12-13 salî bûn. Li gor kêfa xwe me şikil li ser laşê xwe dida çêkirin. Şiklên çûk, tav, şeh, taca qiralîçeyan, me ji xwe re çê dikirin. Piştî demekî din êdî hoste nedihatin gundên me, vê carê jî ez û xwîşka xwe me ji hevdu re çêdikir. Gelekî diêşiya. Ji ber ku bi derziyê şîr û tenî, li ser çermê me dihate kutandin. Demekî xwîn jî dibû, birîn jî dibû, lê me ji ber xweşiyê êşa wî jî ji bîr dikir. Li gundê me û li gundên din jî deq tenê li ser laşê jinên di ser temenê 60 re hene. Êdî keçikên nifşên nû deq nadin çêkirinê. Bikin jî bi makîneyên profesyonel didin çêkirin. Hosteyên berê niha nema ne. Hêdî hêdî rengê çêkirina berê yê deqê jî tê jibîrkirin. Lewra jinên temen mezin, rengê çêkirina deqê dizanin. Ew jî bimirin êdî namîne.”

http://www.basnews.com/index.php/kr/culture-arts/398713

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev